Ji bo guhdarîkirinê:
Rojekê, cîran û hem hevala min ji min re got:
- Min li bernameyeke televîzyonê ya li ser jinên karker ên biyanî temaşe kir. Tevahiya rojê di kargehan de dixebitin, êvaran jî tên karê malê dikin û bi zarokên xwe re mijûl dibin.
Dibêjim:
- Hinga ku ez hatim Swîsreyê, tişta min dikir jî heman tişt bû.
Dibêje:
- Bi ser de, ev tew bi fransî jî nizanin.
- Min bi xwe jî bi fransî nizanîbû!
Hevala min aciz dibe. Rê nabîne ku serboriya diltezîn a jinên biyanî ku di televîzyonê de lê temaşe kiriye ji min re bibêje. Rebenê hingî rabirdûya min wiha bi tûmerî ji bîra xwe biriye, nema dikare bîne xeyala xwe ku ez jî rehek im ji nijada wan jinên ku bi zimanê welêt nizanin, ku ta êvarê li kargehan dixebitin û êvarê jî tên bi malbatên xwe re mijûl dibin.
Ê min tê bîra min. Kargeh, asûk û alişt, zarok, şîv. Û zimanê nenas... Li kargehê, zor e ku meriv pevre bipeyive. Giregira makîneyan e ku nayê gotinê. Hew di çend kêliyên cixarekêşana zûzûka de meriv dikare li tuwaletê hilmekê pevre bipeyive û hew.
Hevalên min ên karker gotinên fransî yên kêrhatî û rojane fêrî min dikin. Dibêjin:
Il fait beau/Hewa xweş e, û pê re peyzaja Val-de-Ruz nîşanî min didin. Bi îşaret û rapelandinê hin peyvên din fêrî min dikin: cheveux, bras, mains, bouche, nez/por, mil, dest, dev, poz.
Êvarê, bi zaroka xwe re vedigerim malê. Hinga ku bi macarî pê re diaxivim, keçika reben bi çavên beloqbûyî li min dinêre.
Carekê, ji ber ku min jê fêm nedikir û careke din jî ji ber ku wê min ji fêm nedikir dest bi girînê kir.
Pênc salan piştî hatina xwe ya Swîsreyê, êdî bi fransî diaxivim, lê nikarim pê bixwînim. Ez, a ku ji çar saliya xwe ve xwende ye, dîsa bûm nexwendeyek!
Peyvan dinasim. Lê ku dixwînim, wan nas nakim! Herf teqebulî tu wateyê nakin. Macarî zimanekî fonetîk e, lê fransî tam berevajî vê ye.
Nizanim bê ka bêyî xwendinê ez pênc salan çawa hedirîm. Wê wextê Gazette Litteraire/Rojnameya Wêjeyî ya macarî hebû ku mehê carekê helbestên min diweşand. Pirtûkên macarî jî hebûn ku bi rêya posteyê ji Pirtûkxaneya Cenevreyê ji min re dihatin
û jixwe min piraniya wan berê çendbare xwendibûn, lê axir ne muhîm e, xwendina wan a çendbare ji nexwendinê çêtir e. Û çi xweşbextî ye ku nivîsandin hebû.
Wê çendekî din keçika min bibe şeş salî û wê dest bi dibistanê bike.
Ez jî dest pê dikim, ji nû ve vedigerim dibistanê.
Di bîst û şeş saliya xwe de, min qeyda xwe ji bo qursa havînê ya zanîngeha Neuchatelê çêkir da ku fêrî xwendina (bi) fransî bibim. Ev qursên fransî ji bo xwendekarên biyanî ne. Tê de îngilîz, amerîkî, alman, japon û swîsriyên almanîaxêv hene. Ezmûna ketina qursê ezmûneke nivîskî ye. Ez bêkêrek im ku xwe di nava nûdestpêkirî/nûhatiyan de dibînim.
Piştî çend dersan, mamoste ji min re got:
- Hûn pir baş bi fransî diaxivin. Çima hûn di pola destpêkê de ne?
Min jê re got:
-Ez ne dikarim bixwînim û ne jî binivîsim; ez nexwende me.
Keniya û got:
Em ê vê yekê tavilê bibînin.
Du salan şûn de, min Sertîfîkaya Xwendina Fransî bi dereceya rûmetê wergirt.
Êdî dikarim bixwînim, dikarim dîsa bixwînim. Dikarim Victor Hugo, Rousseau, Voltaire, Sartre, Camus, Michaux, Francis Ponge, Sade û her tişta ku dixwazim, bi fransî bixwînim. Û her wiha jî wergerên nivîskarên ku bi xwe ne fransî ne, wekî Faulkner, Steinbeck, Hemingway... Tibabek pirtûk, pirtûkên têkûz û fêmbar, asoxî, ji bo min jî.
Wê du zarokên min ên din jî çêbibin. Ez ê bi wan re li ser xwendinê, rastnivîsê û kêşana lêkeran bixebitim.
Hingê ku ew ji min wateya peyvekê yan rastnivîsa wê bipirsin, ez ê êdî nebêjim:
- Nizanim.
Ez ê bêjim:
- Ez ê lê binêrim.
Û ez ê herim di ferhengê de lê binêrim, bêwestan, ez herim lê binêrim. Ez bûme sewdasera ferhengan!
Zanim, ez ê tu wextê mîna nivîskarên xwecihî yên fransî bi fransî nenivîsim, lê bi qasî ku ji min tê, ji bo ya hê çêtir û wêdetir ez ê binivîsim.
Min ev ziman hilnebijart. Qedera min, tesadufê û rewş û mercan ev ziman li min ferz kirin. Ez neçarî nivîsandina bi fransî me.
Ew qaqiboyek e.
Qaqiboya keseke nexwende -ya bi vî zimanî!
Agota Kristof
Wergera ji fransî: Yeqîn h.

Agota Kristof nivîskareke macar e, di sala 1935'an de li Macaristanê hatiye dinê, 2011'an de li Swîsreyê miriye.