Ji bo guhdarîkirinê:
Îlahiyên ku dilovaniya Xwedê vedibêjin, pireke manewî ne ku rihê mirov ber bi asîmanan ve bilind dikin. Ew ne tenê metnên olî yên bi melodiyên pîroz in, lê di heman demê de mîraseke şaristaniya erdnîgariyekê, çand û zimanên zindî ne ku têgihandinê çêdikin û rabirdûya reh-damarên çandekê bi îro ve girê didin.
Nêhwirandin, lorandin, awazkirin, lava û xweşgotin çi bi muzîkî çi bê muzîkî, di her çar pirtûkên pîroz de jî wekî îlahî û qesîdeyan, îlhamê ji rihê pîroz werdigirin û bi diayan ber bi Xwedê ve têne vegotin. Bi vê kûrahiya meqam û melodiyan ku rihê mirov dipêçin, ew wekî berhemên hunerî derdikevin pêş. Ev awaz û melodiyên ku di dêr, mizgeft an cihên pîroz de deng vedidin, civakê digihînin hev, aramiyê vedixwînin û manewiyatê xurt dikin. Di vê çarçoveyê de, Pirtûka “Terenûmên Kurdî-Îlahiyê Dêran ji Bêndera Mesihiyan” a ku di sala 1899’an de bi tîpên Erebî, lê bi zimanê kurdî hatiye îstînsaxkirin, ne tenê berhemek e, di heman demê de xezîneyeke dîrokî û çandî ye.
Ev berhema ku ji tariya jibîrbûnê rizgar kir û dîsa derxist ber ronahiyê, alimê zana Mele Birhanê Tarînî ye. Tarînî ku bi zimanên kurdî, suryanî û îbranî dizane û di warê dîrok û wêjeyê de ji dehan zêdetir berhem nivîsandine, bi ked û hezkirineke mezin ev xebat gihandiye ber destê xwendevanan. Ev berhem, wekî destnivîsarekê ku li Mêrdînê di nav refên tozgirtî yên sahafkarekî de hat dîtin, di destên wî de dîsa ji nû ve vejiya û zindî bû. Piştî lêkolînên hûr û kûr, Mele Birhan diyar kir ku ev berhem bi tîpên Erebî yên kurdî hatiye nivîsandin û aîdî Muelim Melkî yê Qilitî ye. Tarînî, bi zanîna xwe ya kurdî û wêjeyî, ev berhem veguhezand alfabeya Latînî, bi têgehên suryanî û îbranî dewlemend kir û kir berhemeke akademîk a serkeftî. Pirtûka bi navê “Terenûmên Kurdî-Îlahiyê Dêran ji Bêndera Mesihiyan” êdî di destê evîndarên wêjeya kurdî de ye û vejîna çandeke nû kir mizgîn û ragihand.
Çîroka vê berhemê, ne tenê çîroka pirtûkekê ye, di heman demê de çîroka erdnîgariyekê û mirovên li ser wê erdnîgariyê dijîn e. Tarînî, ligel ku melayekî rêzdar ê mîzgeftan e, di warê wêjeya kurdî û dîrokê de 12 pirtûk nivîsandiye û bi van pirtûkên xwe entelektûelekî navdar e. Bi vê berhemê çêjeya wêjeyî derxist asteke nû.
Bi rêberiya wî, dema em di nav rûpelên “Terenûmên Kurdî-Îlahiyê Dêran ji Bêndera Mesihiyan” de digerin, bi xezîneyeke ku li xaçerêya çandên suryanî û kurdî radiweste, rû bi rû dimînin. Naveroka pirtûkê, îlahiyên civatên Mesîhî bi kurdî dihewîne; ev îlahî, bi meqam û weznên wêjeyî dewlemend bûne û heta îro hatine.
Pirtûk ji 120 îlahî û diayan pêk tê ku bi zimanekî edebî, menzûm, bi wezîn û qafiyeyeke rêk û pêk nivîsandiye. Mijarên pirtûkê ev in: lavakirina Xwedê, pesnê Pêxember Mesîh-Îsa, guneh, axret, exlaq, Newala Kûr, Qîmeta Xeberê Xwedê, Yekî Maqûl, Çemê Mirinê, Berbîra Êdin, Bertîmosê Kor, Mehbeta Kirîstos, Şivanê Qenc, Qîmeta Xezarê Xwedê, Dinya Derew, Weten û Orşêlîm (Quds) in ku bi awayekî wêjeyî hatine honandin. Berhem li herêma Tor-Abidînê, li gundê Qilitê yê Mêrdînê ku sê mezhebên Mesîhî (Katolîk, Protestan û Ortodoks) lê dijiyan, beriya pirtûka Lawija Mor Basilyûs Şemûn derketiye û hatiye nivîsîn. Çîroka Îsa Pêxember, mekanên pîroz ên wekî Çiyayê Zeytûnê û Siyonê, navên Suryanî yên wekî “Yesû”, “Îmanûel” û “Heyûs” di vê berhemê de bi kûrahiya wêjeyî ya kurdî re digihêjin hev. Mînak, îlahiyeke ku guftûgoya di navbera Dayika Meryem û Mesîh de li ser xaç ku vedibêje, rihê suryaniyan diparêze, lê bi tevnên lîrîk ên kurdî dilê xwendevanên dilşewat dilsoz dike. Bi van rêzikan re, mirov hem rihê xwe di navbera mirov û Xwedê de diherikîne, hem jî di nav deryaya hêsiran de dihêle; bi dîtina vê xezîneya windabûyî re, dil ji kêfxweşiyê gaveke din ber bi Xwedê ve dibe.
“Terenûmên Kurdî – Îlahiyên Dêran ji Bêndera Mesîhiyan” ne tenê berhemeke wêjeyî ye, di heman demê de mozaîkek çandî ye. Ev pirtûk, ku li Mêrdînê, bajarê ol û zimanan, hate dîtin, îlahiyên bi kurdî, erebî, tirkî û pê re zimanê Tigrinyayê jî di nav rûpelên xwe de dihewîne. Rêwîtiya vê destnivîsarê, ji Etiyopyayê heta Libnanê, serpêhatiyeke trajîk lê bi wateyekê domiya û xwe da dar. Bandora manewî ya dibistanên li Nisêbîn-Rihayê di vê berhemê de tê hîskirin; her îlahî, bişirîneke manewî ya baweriyekê û erdnîgariyekê bi lêv dike. Pirtûk bi sê taybetmendiyan derdikeve pêş: Ya yekem, ew di wêjeya kurdî de yekem çavkaniya li ser îlahiyan e; ya duyem, ew bişîrînên manewî yên kurdên mesîhî nîşan dide; ya sêyem jî, bi zarava û devoka Omerkî ya Kevnar, kurdiya Tor-Abidînê hatiye nivîsandin, xezîneyek e.
Gotineke ku gelek caran tê dubarekirin: “Li şûna dîwaran, em piran ava bikin!” Ev berhem, ji pênûsa Mele Birhanê Tarînî derketiye û pêşdaraziyên di navbera gel û olan de dişkîne. Xwendevanekî ku bi kurdî dizane û van îlahiyan bi kurdî dixwîne, digihêje cîhana manewî ya cîranê xwe yê suryanî; ev ji bo paşerojê çirûska roniyê û hêviyê ye. Piştî weşandina vê pirtûkê, hem ji civatên mesîhî, hem jî ji yên misilman, têkiliyên di navbera wan de ku çawa gavan ber bi Xwedê ve avêtine, baş tê dîtin. Têgehên wekî “Haleluya(Helêlûya)” bi gotinên suryanî û kurdî têne pêşkêşkirin, bi bîra me dixe ku em hemû beşerên li ser vê erdnîgariyê ji heman kokê ne.
“Terenûmên Kurdî – Îlahiyên Dêran ji Bêndera Mesîhiyan” bîra baweriyekê, zimanekî û erdnîgariyekê ye. Di berhemê de em li dîroka ku di sala 1899’an de li gundê Kovexê yê nêzî Cizîrê ji aliyê muelimê suryanî Îshaq Xatûnî ve hatibû jiberkirin, belavbûna îlahiyên kurdî di nav kurdên mesîhî de nîşan dide, dibînin. Hewldanên Mele Birhanê Tarînî, bi şopandina destnivîsarên din ên dîrokî ku hîn derneketine ber ronahiyê, berdewam dikin; vê destnivîsara suryaniyan ya 200 salî, parçeyek ji têkoşîna parastina vê mîrasa çandî ye. Ev berhem, nîşaneyeke ku rihê mirov ronî dike; şaheseriyeke ku wêjeya suryanî û kurdî digihîne hev, ol û ziman di nav hev de hembêz dike.
Wekî gotina dawîn; bi gotin, awaz û melodiyên pîroz ên ji nav rûpelên pirtûkê ku ji nav refên tozgirtî yên Mêrdînê bilind dibin, di navbera rabirdû û îro de pirekê çêdikin. “Terenûmên Kurdî-Îlahiyê Dêran ji Bêndera Mesihiyan”, bi vî awayî ne tenê parastin û xwedî derketina vê mîrasê ye, vejîna hestên cîrantiyê, gelekî û baweriyekê ye. Ji ber ev îlahî, ne tenê awaz û gotinên zimanekî ne, di heman demê de manewiya rihiyeta mirovahiyê ye.
Bo wê dibêm, hêjayî xwendinê ye ku mirov bi zimanê xwe, xwe û rûhiyeta xwe tê de bibîne.