Diyarname
Waliyê Kerkûkê Rêbiwar Taha ku 10'ê mehê ji nav Meclisa Kerkûkê hatibû hilbijartin, îro peywira xwe ji Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd girt. Reşîd li Koşka Bexdayê mazbataya Taha da wî.
Bi vê yekê re Taha bi awayekî fermî dest bi xebata xwe kir. Li aliyê din di rêveberiya Kerkûkê de jî karbeşiya nû çêbû.
MIDÛRIYETÊN KETIN DESTÊN KURDAN
Li gor li hev kerinê çar navçeyên Kerkûkê yên ku kurd lê dijîn wekî Dubz, Sargaran, Kara Hancir û Şûvanê wê qeymeqam ji kurdan be.
Midûriyeta Giştî ya Kerkûkê, Midûriyeta Perwerdehiyê ya Bajêr, Midûriyeta Kompaniya Petrolê ya li Kerkûkê dê di destê kurdan de be.
Midûriyeta îstîxbaratê ya li Kerkûkê ya girêdayî WEzareta Parastinê ya Iraqê jî dê di destê kurdan de be.
Midûriyeta Polîsan a Kerkûkê wê di destê ereban, cîgiriya wê di destê kurdan de be.
PIŞTÎ 7 SALAN WALÎ KURD E
Artêşa Iraqê û Heşdî Şebî di sala 2017'an de ketibû Kerkûkê û dest danîbû ser bajêr. Ji wê rojê de ev yekem car e kurdekî dibe waliyê Kerkûkê.
**
Vîdeoyek
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Bafil Talebanî: Wê YNK li Kerkûkê siyaseta Mam Celal bişopîne
- Ev xebera xêrê ye: Ji YNK'ê Rêbiwar Taha bû Waliyê Kerkûkê
- Meseleya Kerkûkê: Mebûsê tirkmen got: Me, PDK û ereban li hev kiriye
- Civîna li Kerkûkê bi kêrî tiştekî nehat
- Fatih: Ger nebe, bila Wezîrê Dadê bibe Waliyê Kerkûkê
- Ehmed Kerkûkî: Divê PDK bizane ji bo Walîtiya Kerkûkê bi kêre li hev dike!
- Îdîaya YNK'ê: PDK qet naxwaze kurdekî bibe parêzgerê Kerkûkê
- Gelo dê Kerkûk jî bibe wekî Mûsilê?
- YNK: Fikra parêzgarekî bê alî kevn e û ji bo niha ne guncav e
- Çima tenê waliyên Kerkûk û Diyaleyê nehatine diyarkirin?
- Hevpeymaniya Erebî: Me û PDK'ê li hev kiribû
- Civîna yekem a encumena parêzgeha Kerkûkê hate taloqkirin
- Li Kerkûkê û bajarên din beşdarî çi bû, dê çawa be?
- Hilbijartina li Kerkûkê temam bû
- Li Kerkûk û parêzgehen Iraqê dema propagandaya hilbijartinê dest pê kir
- ‘PDK li pêş hilbijartinên encumenên parêzgehan asteng e’
- Dadgeha Iraqê encumenên parêzgeha Herêma Kurdistanê betal kirin
- Partî û hevpeymanên beşdarî hilbijartina Kerkûkê dibin diyar bûn
- Ji bilî 2'yan hemû partiyên kurdan ên li Kerkûkê civiyan û daxuyanî dan
- Îdîa: YNK daxwaza aramiyê, PDK daxwaza tundîtûjiyê û talankirinê dike
- Eniya Tirkmenan bû yek lê kurd nebûn yek
- Li Kerkûkê kurd bi çend lîsteyan dikevin hilbijartinê?
- Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûk û herêmên bi nakok peyamek belav kir
***
HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
MAIL: diyarname@diyarname.com
***
Li ser Kerkûkê videoyê mehek berê:


