KERKÛK
Îro danê nîvro li ser daxwaza Serokomarê Iraqê, nûnerên payebilind yên hemû partiyên kurdan ên li bajarê Kerkûkê li avahiya Partiya Komunîst a Kurdistanê civînek lidar xistin. Ji bilî PDK û Tevgera Nifşê Nû hemû partiyên kurdan ên li Kerkûkê beşdarî civînê bûn. Armanca civîna çareserî û dîtina rêyên guncaw ji bo bidawîkirina aloziyên li Kerkûkê bû.
BILA HEŞDÎ ŞEEBÎ Û ARTÊŞ JI BAJAR BÊ DERXISTIN
Serokê Rêxistina Kerkûkê ya Partiya Komunîst Dilşad Hesarî di civîneke çapemeniyê de wiha got; “Em daxwaz dikin ku dosyaya ewlekariya Kerkûkê radestî polîsên herêmî (xwecihî) bê kirin û dawî li lêgerînên malan bê anîn. Hêzên Heşdî Şeebî û artêşê ji bajêr bên derxistin, ji ber ku di bûyerên vê dawiyê yên Kerkûkê de roleke xirab lîstin û bê alî tevnegeriyan. Divê ev kes û alî bên dadgehkirin, ji ber provokasyonên wan xelk hat şehîdkirin û birîndarkirin.”
'BILA DERBARÊ PARÊZGERÊ WEKÎL DE DOZ BÊ VEKIRIN'
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku parêzgerê bi wekalet yê Kerkûkê nekariye rola xwe ya bê alî bileyîze û wiha hat gotin: "Wî alî girtiye. Em dixwazin di derbarê wî de doz bê vekirin, ji ber ku ji ber girtina rêya sereke ya Kerkûk-Hewlêrê ziyanek mezin gihîşt xizmetgûzariya bajêr lewra pêwîste bê nûjenkirin. Carek din em tekezî li wê yekê dikin ku artêş ji destwerdana zevî û milkê cotkarên bajarê Kerkûkê bên dûrkirin.”
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Îdîa: YNK daxwaza aramiyê, PDK daxwaza tundîtûjiyê û talankirinê dike
- Eniya Tirkmenan bû yek lê kurd nebûn yek
- Li Kerkûkê kurd bi çend lîsteyan dikevin hilbijartinê?
- Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûk û herêmên bi nakok peyamek belav kir