Diyarname
Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şalaw Elî Eskerî diyar kir ku PDK ev çend sal in nahêle parêzgerekî kurd ji bo Kerkûkê bê hilbijartin, lewra eger wiha bidome heta deh salên din jî nahêle postê parêzgerê Kerkûkê ji bo kurdan be.
Eskerî derbarê postê parêzgerê Kerkûkê de ji bo medyaya navxweyî ya partiya xwe re li ser helwesta YNK û PDK’ê axivî.
PDK NAXWAZE POST BIKEVE DESTÊ YNK'Ê
Şalaw Elî Eskerî got; “Di hilbijartinên encumenên parêzgehan de partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê neheqiyeke mezin li kurdan kirin. Ger hemû aliyên kurd li Kerkûkê bi yek lîsteyê biçûya hilbijartinan, me wê ji cîhanê re isbat kiriba ku kurd li Kerkûkê piranî ne. Niha jî yên piranî kurd in lê wê zêdetir deng bihata bidestxistin. Heya ku nakokiyên bi PDK’ê re bi vî awayî berdewam bikin, PDK tu carî posta parêzgeriya Kerkûkê ji bo YNK’ê qebûl nake. Ji ber wê jî ev nakokiyên li Herêma Kurdistanê bi taybet li ser hilbijartinan bandorê li Kerkûkê dike.”
REXNE LI TALABANÎ JÎ KIR
Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê rexne li Sekreterê Giştî yê berê yê YNK’ê Celal Talebanî û serkirdayetiya YNK’ê girt ku ji bo yekrêziya Kurdistanê gelek tişt dane PDK’ê ku ji ber wê yekê jî rewş hatiye vê astê û got; “YNK’ê qet ji bo tu postê, tu şert û merc ji bo namzedê PDK’ê nebû. Lê PDK niha pirsgirêkan ji bo namzetê YNK’ê yê postê parêzgariya Kerkûkê derdixe.”
RIKA HER DU PARTIYAN
Di dawiyê de Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şalaw Elî Eskerî wiha got; “Çend sal in erebekî parêzgerê Kerkûkê ye; ji ber ku PDK’ê nehişt kurdekî yan jî YNK postê parêzgerê Kerkûkê bistîne. PDK heta 10 salên din qebûl nake namzedê YNK’ê bibe parêzgerê Kerkûkê. YNK êdî bi tu awayî şert û mercên PDK’ê qebûl nake. Lewra YNK dê li hember PDK’ê bikeve înadê û wê vê arasteyê bigire dest.”