Diyarname
Cîgirê Serokê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Berzan Şêx Mihemed, diyar kir ku PDK astengiyan li pêş pêkanîna hilbijartinên encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê derdixe.
Roja 24'ê rezbera 2023'yan Dadgeha Federal a Iraqê biryara hilweşandina encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê dabû. Sedem jî ew bû ku ji sala 2018'an ve hilbijartin çênebûye. Bi ser vê biryarê mehek derbas bûye ne Hikumeta Herêma Kurdistanê, ne partiyên mezin PDK û YNK'ê hê tu gav neavêtine. Niha der barê mijarê de Cîgirê Serokê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Berzan Şêx Mihemed axivî.
'HIKUMETÊ TU BERSIV NEDAYE'
Şêx Mihemed ji bo Rojnewsê axiviye û gotiye: “Ji 24’ê rezbera îsal ve bi awayek nivîskî ji serokatiya encûmena wezîran a Herêmê hatiye xwestin ku demê ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehan diyar bike û encumenên niha heyî hilweşîne. Lê heta niha hikumetê tu biryar û bersivek nedaye.”
TIRSA PDK'Ê
Berzan Şêx Mihemed dibêje "Li ber hilbijartinê PDK rêgirê sereke ye" û van yekan lê zêde dike: “Tirsa wê li ser îdareya serbixwe û hikumeta herêma Kurdistanê ye. Sedema tirsa wê jî ew e ku tu belgeyek yasayî li ber destê wê de nîn e. Her wiha ditirse ku hikumeta herêma Kurdistanê bi yasayê were hilweşandin.”
***
Nûçeya Eleqedar:
- Dadgeha Iraqê encumenên parêzgeha Herêma Kurdistanê betal kirin


