Enqere
Mebûsê BDP'ê Pirsiyarnameya Lêkolînê da meclisê û xwest li ser mirina Serokomarê 8'emîn Turgul Ozal, Adnan Kahveci û Serfermandarê Giştî yê Jendirmeyan Eşref Bîtlîs lêkolînek bê kirin.
Di Lijneya Giştî ya Meclisê de ev pirsiyarnameya BDP'ê hate nîqaşkirin lê bi dengên mebûsên AK Partî hate redkirin.
Li ser navê BDP'ê mebûsê Mûşê Sirri Sakik li ser pirsiyarnameyê axivî, da zanîn ku Bitlit di 17'ê rêbendana 1993'yan de di encama qezaya balafirê, wezîrê wê demê Adnan Kahvecî di encama qezaya trafîkê û Serokomar Oza jî heman salê di 17'ê avrêlê de jiyana xwe ji dest daye.
Sakik qaya kuştina 33 leşkeran a li Çewligê jî kir û got: "Gere em li ser van lêkolînê bikin. Ev saleke tarî ye. Ew çawa mirin, çawa hatin kuştin? Paşeroja vî welatî tarî ye."
Sakik paşê wisa got: "Rojnameger Oral Çalişlar di vegera Erebistana Siûdî de ji Serokwezîr re dibêje 'Kujerên Hrant Dink bibînin', Serokwezîr Erdogan jî dibêje; 'Min jî tehdîd dikin. Dê min jî bikujin.' Gerînendeyê rojnameya Sabahê jê dipirse 'Kî te dehdîdr dike?' Serokomar jî dibêje ku piştî muhtiraya 27'ê avrêlê ya Serfermandariyê ev dibe, hûn baş dizanin. Em ji devê serokwezîr dibihîzin ku jiyana wî di talûkeyê de ye. Birêz Ocalan jî gotibû 'li vir dibe ku min bikujin, dibe serokwezîr jî bikujin, dibe ku derbe jî çêbe. Ev tecrubeya salan e. Divê li ser van yekan lêkolîn bê kirin. Ji dêvla ku em li ser lêkolê bikin, em rehmetê li wan dixwînin (Li ser gotina AK Partiyan ku rehmet ji bo miriyan dixwe dibêe), tiştên divên em nakin."
Di dawiyê de Sakik got ku 17 hezar kuştinên kiryar nediyar hene û ji AK Partiyaiyan re got: "Navnîşana kuştinên kiryar nediyar eşkere ye, em we fêm nakin. Ji dêvla hûn demê ji bo meyê (îçkî) û peykeran re veqetînin, dema xwe ji bo kuştinên kiryar nediyar veqetînin."
Di encama dengdayînê de pirsiyarnameya ji bo lêkolînê bi dengên mebûsên AK Partî hate redkirin.
Têbiniya li ser wêneyê: Mebûs Sakik berê jî mijara kuştinên kiryar nediyar anîbû rojeva meclisê û wêneyên HADEP'iyên hatine windakirin vekiribû.


