Diyarname
Fehmî Burhan ragihand ku piştî bûyerên 16'ê kewçêra 2017'an herî hindik 92 hezar ereb li Kerkûkê hatine bicihkirin. Talûkeya ku Kerkûk jî wekî Mûsilê nasnameya kurdî winda bike heye.
Fehmî Burhan Serokê Desteya Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê ye. Burhan beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser Kerkûkê axivî.
Va ne hin gotinên Burhan:
'EV QONAX BI TALÛKETIR E'
- “Erebkirina li Kerkûk û herêmên Kurdistanî bi pêvajoya erebkirinê ya 50 salên dawiyê re pêwendîdar e lê ev pêngava nû ji hemû qonaxên berê metirsîdartir e.
- Polîtikaya Erebkirinê roj bi roj xurtir û gurtir dibe, heke tedbîr neyên wergirtin dê rê li ber gelek pirsgirêkên gelekî mezin veke ku di paşerojê de jî çareser nebe.
92 HEZAR EREB BIRINE KERKÛKÊ
- Li gorî amarên nefermî, piştî bûyerên 16'ê kewçêra 2017'an herî kêm 92 hezar ereb li Kerkûkê hatine bicihkirin.
- Di nava du hefteyên dawî de li Kerkûkê 60 mamoste hatine tayînkirin lê tenê yek ji wan kurd e û yek tirkmen e û yên mayî hemû ereb in.
LI CIHÊN DIN JÎ TALÛKE XURT
- Pela erebkirinê ne tenê bi Kerkûkê re sînordar e û ev polîtîka li deverên wekî Xaneqîn, Diyale û Mûsilê jî gelekî xurt e.
- Li 36 gundên Xaneqînê zeviyên kurdan hatine dagirkirin û erebên hawirde yên ku piştî rûxîna rejîma Beasê ji Zummarê çûbûn careke din vedigerin û dîsa mal û milkên kurdan ji wan distînin.
ÎHTÎMALA KERKÛK JÎ BIBE WEKÎ MÛSILÊ
- Heke rayedar xwe nedin bin vî barî û tiştên pêwîst nekin dê çarenivîsa van deveran jî bibe wekî ya Mûsilê û dê nasnameya xwe ya kurdî gav bi gav winda bikin.
Wekî notek: Roja 18'ê berfanbara 2023'yan li Kerkûkê hilbijartina Encumenan li dar ket; YNK'ê 5 kursî, PDK'ê 2 kursî girtin. Li Kerkûka ku 15 kursî lê hene heta îro jî kurdan li hev nekiriye ku li Kerkûkê waliyekî kurd hilbijêrin û hê jî Kerkûk bê walî ye. Kerkûk niha ji aliyê rayedarekî iraqî ve tê bi rê ve birin. Îdîaya PDK'ê ligel tirkmenan li hev kiriye ku walî hilbijêre hatin kirin.
***
HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
MAIL: diyarname@diyarname.com


