Diyarname
Ev 8 meh bûn ji bo Kerkûkê Walî nehatibû hilbijartin, vê êvarê li navê kurdan Rêbiwar Taha ê ji YNK'ê wekî waliyê Kerkûkê hat hilbijartin.
Serokê hevpeymaniya Kerkûkê Rêbiwar Taha wekî parêzgarê (waliyê) Kerkûkê bi navê kurdan û Mihemed Hafiz jî wekî Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin bi navê ereban.
Roja 18'ê berfanbara 2023'yan li Kerkûkê hilbijartin li dar ketibû. Hevpeymana ku YNK û Komînîst têde bûn 5 kursî, PDK'ê 2 kursî bi dest xistibûn.
Di hilbijartinê de giştî kurdan 242.716 deng (7 kursî), ereban 212.089 deng (6 kursî), tirkmenan 97.870 deng (2 kursî) û xirîstiyanan 1703 deng (kursiyek) bi dest xistin.
Endamên Meclisa Kerkûkê îro li Otela Rêşîd a li Bexdayê hatin ba hev. Di Meclisa Kerkûkê de 16 endam hene, 9 endamên meclisê beşdarî civînê bûn. Di civînê de 5 endamên YNK'ê, endameke xiristiyanan û 3 endamên ereb, bi giştî 9 endam di civînê de amade bûn. Di civînê de Rêbiwar Taha ji YNK'ê wekî Waliyê Kerkûkê hat hilbijartin.
2 endamên PDK’ê, endamê Eniya Tirkmenan û hinek ji endamên eniya ereb bi hinceta nebûna lihevkirina pêşwext tevlî civînê nebûn.
KURSIYÊN KERKÛKÊ
Li Kerkûkê di hilbijartinê de encam wisa çêbûbû: YNK'ê 5 kursî girtibûn, PDK'ê 2 kursî. Kursiyên din jî ereban 6 (du îtîfaqên cuda), tirkmenan 2 kursî girtibûn û kursiyek jî ji bo xiristiyanan wekî kota hatibû diyarkirin.
***
Vîdeoyek:
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Meseleya Kerkûkê: Mebûsê tirkmen got: Me, PDK û ereban li hev kiriye
- Civîna li Kerkûkê bi kêrî tiştekî nehat
- Fatih: Ger nebe, bila Wezîrê Dadê bibe Waliyê Kerkûkê
- Ehmed Kerkûkî: Divê PDK bizane ji bo Walîtiya Kerkûkê bi kêre li hev dike!
- Îdîaya YNK'ê: PDK qet naxwaze kurdekî bibe parêzgerê Kerkûkê
- Gelo dê Kerkûk jî bibe wekî Mûsilê?
- YNK: Fikra parêzgarekî bê alî kevn e û ji bo niha ne guncav e
- Çima tenê waliyên Kerkûk û Diyaleyê nehatine diyarkirin?
- Hevpeymaniya Erebî: Me û PDK'ê li hev kiribû
- Civîna yekem a encumena parêzgeha Kerkûkê hate taloqkirin
- Li Kerkûkê û bajarên din beşdarî çi bû, dê çawa be?
- Hilbijartina li Kerkûkê temam bû
- Li Kerkûk û parêzgehen Iraqê dema propagandaya hilbijartinê dest pê kir
- ‘PDK li pêş hilbijartinên encumenên parêzgehan asteng e’
- Dadgeha Iraqê encumenên parêzgeha Herêma Kurdistanê betal kirin
- Partî û hevpeymanên beşdarî hilbijartina Kerkûkê dibin diyar bûn
- Ji bilî 2'yan hemû partiyên kurdan ên li Kerkûkê civiyan û daxuyanî dan
- Îdîa: YNK daxwaza aramiyê, PDK daxwaza tundîtûjiyê û talankirinê dike
- Eniya Tirkmenan bû yek lê kurd nebûn yek
- Li Kerkûkê kurd bi çend lîsteyan dikevin hilbijartinê?
- Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûk û herêmên bi nakok peyamek belav kir
***
HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
MAIL: diyarname@diyarname.com
***
Li ser Kerkûkê videoyê mehek berê: