EFRÎN
Di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29'ê Rêbendanê/Çileyê de, vê sibehê koma sêyemîn a koçberên ji Efrînê ber bi warê xwe ve bi rê ket.
Koçber li çerxerêya Şehîd Yusif Gulo ya rojavayê bajarê Qamişloyê kom bûn, bi dehan erebe û basan ber bi Efrînê ve bi rê ket.
Piştî koçber ji Hesekê derketin, ji ber ku hejmara vegera vê carê mezin bû, wekî 3 beşan ketin rê.
Koma yekemîn a koçberan ku ji 400 malbatî pêk dihat di 9'ê adarê de û koma duyemîn jî ku ji 200 malbatî pêk dihat di 4'ê vê mehê de vegeriyan Efrînê.


