Diyarname
Hefteya borî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Sûdanî destûr dabû PDK'ê ku vegere baregehên xwe yên li Kerkûkê. Ev du sê roj in li Kerkûkê li ser vê yekê çalakî, pevçûn li dar dikeve. Û duh hêzên Iraqê gula bera çalakvanan dan 4 kes hatin kuştin, gelek kes birîndar bûn.
Li ser meseleyê gelek tişt têne gotin, lê îro îdîayeke mezin ji çapemeniya YNK'ê hat.
Pukmedia ku weşana fermî ya YNK'ê ye îro nûçeyeke belav kir û got, "Yekîtî daxwaza aramiyê dike û Partî jî daxwaza tundûtûjiyê û talankirinê dike." Di nûçeyê de wisa hat gotin, "Partiya Demokrat a Kurdistanê bi hinceta vegerandina baregehên xwe li bajarê Kerkûkê hewl da ku pirsgirêkan çêbike û tundûtîjiyê çêbike, naxwaze vegere Kerkûkê belku dixwaze pirsgirêkan çêbike û tevlîhevî û kiryarên tundûtûjiyê çêbike. Bûyerên ku bûne sedema kuştin û birîndarbûna hejmarek ji welatiyên Kurd ên bêguneh, berovajî vê yekê Yekîtî hemû hewlên xwe ji bo parastina pêkvejiyan û biratiyê di navbera pêkhateyên Kerkûkê de dide."
Kadroyekî YNK'ê li Kerkûkê Dr. Remedan Cebarî wisa gotiye, "Tişta ku duh li Kerkûkê qewimî, destên veşartî li piş hene ku ji alîyê Partiya Demokrat a Kurdistanê ve piştevaniya wan tê kirin, bo tevilhevkirina rewşa aram a Kerkûkê. Ne li ser vegerandina baregehan e. Tiştê ku PDK li ser vegerandina baregehên xwe dibêje, ne rast e lê ji bo derxistina pirsgirêkan e."
"PDK'ê xwest xelk xwepêşandanan bikin"
Cebarî ev îdîa aniye ziman, "PDK'ê daxwaz ji xelkê dikir ku xwepêşandanan bikin, û bi rêya alîgirên xwe xwest ku qeyran û kêşeyan çêbike, ji ber ku bi ti awayî naxwaze vegere Kerkûkê, belku dixwaze pirsgirêkan çêbike, û ev mijar ji aliyê hemû xelkê parêzgeha Kerkûkê ve tê zanîn. Kerkûk berî wê yekê aram û ewle bû, lê kêşeya ku ji alîyê Partîya Demokrat a Kurdistanê ve hatî çêkirin rewşa aram têk bir."
"PDK'ê bixwesta bi asayî dikaribû navenda xwe bigirta"
Li gor heman nûçeyê kadroyekî din ê YNK'ê Kerkûkê Mêrwês Hesen jî ev îdîa aniye ziman, "Tişta ku li Kerkûkê qewimî, li pişt wê ajandayên siyasî hene û eger PDKê navenda xwe bixwesta, dikarî bi rêyên yasayî werbigirta" û ev yek lê Zêde kiriye, "Tiştê ku Partîya Demokrat dike ji bo pirtir propagandayên sîyasî û helbijartinan e, eger nebe hemû baregehên partîyên Kurdistanî li Kerkûkê ne hêjayî dilopek xwîna ti welatiyekî Kerkûkê ye."
Barzanî: Ev rewşa han encamên xirab bi xwe re tîne
Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî jî piştî bûyeran duh êvarkî peyamek belav kiribû. Di peyama ku weşana fermî ya PDK'ê Kurdistan TV de hat belavkirin de wisa gotibû, "Ev çend roj in, li Kerkûkê hinek alî, vekirina baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) asteng dikin û rêya di navbera Hewlêr û Kerkûkê girtine û nahêlin welatî jiyana xwe ya asayî û çûnûhatinê bidomînin. Wan rê nadin welatî jiyana xwe ya asayî bijîn û rewşeke gelek nebaş û metirsîdar ji bo xelkê Kerkûkê çêkirine.”
Barzanî da zanîn ku hêzên Iraqê li Kerkûkê tundûtûjî li dijî xort û xwepêşanderên kurdên Kerkûkê dike û gotibû, “Ev serederî nayê qebûlkirin û dê encamên gelek xirab bi xwe re bîne, rijandina xwîna zarokên me li Kerkûkê dê berdêlên wê yên giran hebin.”
Barzanî wisa gotibû: Ez bang li Serokwezîrê Îraqa Federal dikim ku dawî li van astengî û aloziyan bîne û dawî li zilm, cudahî û astengiyan bîne. Ev ji ber ku rasterast pêkvejiyan û aramiya Kerkûk û navçeyên din dike armanc.
Îdîaya Rojnewsê: Dixwazin hilbijartin betal bibe
Li aliyê din îro ajansa Rojnewsê jî nûçeyeke li ser Kerkûkê belav kir û îdîayeke nû belav kir. Di nûçeya dirêj de wisa got, "Ji ber ku ger Kurd di vê hilbijartinê de ji 16 kursiyên encûmena parêzgeha Kerkûkê 8 kursiyan bidest bixin wê bibin dengên piranî û hêza yekem li Kerkûkê. Wê walîtiya Kerkûkê jî bibe para Kurdan. Ji berku li Kerkûkê dengên YNK’ê ji hemû partiyên din ên Kurdan zêdetire, wê demê PDK wê neçar bimîne deng bide namzetê YNK’ê yê ji bo walîtiyê. Vêca ev tişt ne bi dilê dewleta Tirke ne jî bi dilê PDK’ê ye. Ji ber vê çendê dixwazin hilbijartina li Kerkûkê were betalkirin."
Dadgehê biryara çûyîna PDK'ê ya Kerkûkê betal kir
Her wiha îro biryarek jî ji dadgehê hat. Dadgeha Bilind a Iraqa Federal biryara Serokwezîrê Iraqê ji bo demekê da rawestandin.
Dadgehê ev biryara Serokwezîrê Iraqê ku PDK dikare vegere bargehên xwe yên li Kerkûkê bi sedema tevliheviyan da rawestandin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî bi ser hesabê we yê tora civakî re ev biryara dadgehê wekî "biryarek dûrî aqil" nirxand.
HDP: Dilê me bi Kerkûkê re ye
HDP'ê îro bi ser hesabê xwe yê tora civakî re peyamek belav kir û got, "Gelê Kurd li çar aliyan di bin êrişên hêzên dagirker de ye. Li Kerkûkê ji ber êrişên li hemberî xwepêşendana aştiyane 4 Kurd hatin qetilkirin û gelek birîndar hene. Em van êriş û kuştinan bi tundî şermezar dikin. Gelê Kurd li hemberî van êrişan dê li destkeftiyên xwe xwedî derkeve. Dilê me bi gelê Kerkûkê re ye. Li Kerkûkê jî, li Şengalê jî, li Efrînê jî dagirker dê têk biçin û gelên ku xwediyê van axan in dê bi ser bikevin. Biryara statuya Kerkûkê biryara gelê Kerkûkê ye. Divê hêzên tarî destên xwe ji Kerkûkê bikişînin û gelên Kerkûkê di nav aştî, aramî û edaletê de bijîn."