Diyarname
Li parêzgehên Iraqê, Kerkûk jî di nav de li gelek bajaran hilbijartina ji bo Endamên Meclisên Şaredariyan îro saet 07'an de dest pê kir û saet 18'an de bi dawî bû.
REWŞA KERKÛKÊ
Li 14 parêzgerên Iraqê hilbijartin li dan ket. 35 hezar û 553 sindoq hatin danîn. Bajarê herî zêde kurdan eleqedar dikir Kerkûk bû ku li Kerkûkê 813 hezar û 590 kes çûn deng dan. Li Kerkûkê 15 kursî hene. Hat gotin ku li Kerkûkê beşdarî sedî 65 bû ye.
Berpirsê Hilbijartinan yê YNK’ê yê Kerkûkê Şêrzad Semed ji bo Rojnewsê gotiye ku li gorî encamên hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, wezîfeya parêzgarê Kerkûkê ya kurdan e, lê komîsyonê tu encama fermî eşkere nekiriye.
YNK: DIJÎ KURDAN KOMPLO HEYE
Li aliyê din, piştî van Serokê lîsteya YNK’ê ya li Kerkûkê Rêbwar Teha daxuyaniyek çapemeniyê da û got; “Li beramberî dengdêrên Kurd li Kerkûkê komployek heye. Bi hezaran dengderên Kurd nikarin dengê xwe bidin û amêra pencemor ya dest, destên wan nexwendiye. Ez bang li welatiyan dikim, ji bo ev komplo were pûçkirin, ber bi navendên dengdanê ve biçin û dengê xwe bidin û Kurdan serbixin.”
Li Şengalê ku girêdayî parêzgeha Misûlê ye li wir jî dengdan hebû.
LI BAŞÛR HILBIJARTIN ÇÊNEBÛ
Li 14 parêzgerên Iraqê hilbijartin li dar ket, tenê li Herêma Kurdistana Federe li dar neket. Li Herêma Kurdistana Federe ku herêmek xweser e ji sala 2013'an ve ye hilbijartin li dar neketiye.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Li Kerkûk û parêzgehen Iraqê dema propagandaya hilbijartinê dest pê kir
- ‘PDK li pêş hilbijartinên encumenên parêzgehan asteng e’
- Dadgeha Iraqê encumenên parêzgeha Herêma Kurdistanê betal kirin
- Partî û hevpeymanên beşdarî hilbijartina Kerkûkê dibin diyar bûn
- Ji bilî 2'yan hemû partiyên kurdan ên li Kerkûkê civiyan û daxuyanî dan
- Îdîa: YNK daxwaza aramiyê, PDK daxwaza tundîtûjiyê û talankirinê dike
- Eniya Tirkmenan bû yek lê kurd nebûn yek
- Li Kerkûkê kurd bi çend lîsteyan dikevin hilbijartinê?
- Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûk û herêmên bi nakok peyamek belav kir


