Diyarname
Di sala 2013'yan de Prof. Dr. Kadri Yilidrim di panela li TUYAP'a Stenbolê de axivî bû. Ev nûçeya li ser panelê roja 11.11.2013'yan me weşandibû. Niha ji ber wefata wî em carek din nivîsê derdixin pêş.
***
Yildirim: Omer Xeyam ji Baba Tahir sûde wergirtiye
Prof. Dr. Kadri Yildirim li ser helbestvanê mezin ê kurd Baba Tahirê Hemedanî axivî û da zanîn ku Omer Xeyam ku wekî avakarê dubeytiyê tê hesibandin, di gelek dubeytiyên xwe de di bin tesîra Baba Tahir de maye.
Di roja dawî ya Fûara Pirtûkan a Stenbolê de panela bi navê "Baba Tahirê Uryan" ku Weşanên Avestayê amade kiribû li dar ket. Xwediyê Avestayê Abdullah Keskin panel bi rê ve bir û Rektorê Zanîngeha Urartu Prof. Dr. Kadri Yildirim wekî axifger beşdar bû.
Yildirim got Baba Tahirê Hemedanî di sedsala 11'an de jiyaye û qala pênaseyên wî kir.
Vaye ji axaftina Yildirim hin not:
- Pênasa wî 'Baba' ne wekî bav a îro, wekî şêx, pîr hatiye bikaranîn. Ji ber ku ji bo wan rêberî, xwedîtî kiriye peyva baba hatiye bikaranîn. Di Tewratê de jî ji bo pêxemberan ev 'baba' hatiye bikaranîn. Wî xwe wekî Baba Tahir daye nasîn. Hê dema wî de jêre wisa gotine, wî jî Baba Tahir bikar aniye. "Baba Tahir" yanê "Bavê Paqij".
- "Uryan" yek ji leqebên wî, yanê tazî. Ji ber ku derwêş, ehlê tasawûfê bûye, xwe ji malê dinyayê dûr xistiye, wekî ji van tiştan tazî be.
- Hemedan wekî paytexta Medan cihê xwe girtiye.
- Baba Tahir yekem helbestvanê bi zaravayê Lorî ye, wî bi vê zaravayê helbest nivîsandine. Dîwana xwe bi vê zaravayê nivîsiye.
- Omer Xeyam ku piştî wî jiyaye di gelek dubeytiyên xwe de di bin tesîra Baba Tahir de maye.
- Baba Tahir 'yekîtiya olan' aniye ziman. Îbnî Erebî jî ev aniye ziman, lê pêşî Baba Tahir ev aniye ziman ku berê Îbnî Erebî jiyaye.
- Di zaravaya lorî de gelek peyv hene gelek mirov ji van sûde bigire. Mînak karmenda îro ku em bikar tînin. Wê demê 'Fermanber' bikar anîne. Yanê yê li ber fermanê. Dîsa naturvan, di wateya bekçî de. Di kurmancî de peyv nîn bin, ji dêvla em li ser maseyê çêbikin, em dikarin ji vê zaravayê sûde bigirin. Gelek mînak hene. Hinên din, mînak galoş, îro li nexweşxaneyan dikin lingên xwe, wê demê ev peyv hebûye. Mînak Ebleq ku ji rengê reş û spî re gotine.
- Devoka lorî nêzî zimanê avestayê ye.
- Farisan xwestiye xwedî li Baba Tahir derkevin ku bikin ê xwe, lê ji ber ku rûyê wî kurdî bûye, nikarîne.
- Baba Tahir wekî helbestvanê evînî jî hatiye nasîn. Peyvên şewatê, yên agir pir bikar anîye. Zivistanê li Çiyayê Elwendê diçin serdana wî, di wê sermayê de ew der germ kiriye bi wê eşqa xxwe.
- Du cure xebatên wî hene, yek jê xezelên wî,yanê dubyetî. Ya din jî "wecîzeyên tesawûfê" ku ev bi erebî nivîsandine. Şexsiyet, fikrên wî di van wecîzeyan de hene. 421 wecîzeyên wî hene. Emê wan jî wergerînin kurdî û bigihînin Fûara Amedê.
Foto: Cemil Oguz
***
Nûçeya Eleqedar:
- Nivîskar û mebûsê berê Prof. Dr. Kadri Yildirim mir