Diyarname
Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) diyar kir ku zarokên li parêzgeha Hesekê ya bakurê rojhilatê Sûriyeyê di nav rewşên zehmet de dijîn û pêdiviya wan bi hewcedariyên mirovî yên mezin hene. UNICEF'ê got ku bikaranîna dibistanan ji bo koçberan bandorê li perwerdehiya zarokan dike.
UNICEFˊê diyar kir ku îsal zivistan pir dijwar çêbû, li herêmê berf û lehî çêbûn, vê yekê jî bandoreke neyînî li malbat û zarokên wan ên koçber kir.
Gelek koçberên ji bajarên din hatine hê jî li dibistanan bi cih kirî ne. Li ser vê yekê jî UNICEFˊê da zanîn ku bikaranîna dibistanan wekî navendên demkî yên bicihkirina koçberan bandoreke rasterast li perwerdehiya zarokan dike, siberoja wan tehdît dike.


