Behlûl Zelal
Îro 15’ê meha gulanê ye. Hawara kurdan e. Dengê ‘Hawar’a C.E.Bedîrxan ku di sala 1932’yan, di 15’ê meha gulanê de, ji Şamê bilind bû, olan dide di kolanên Amed, Gever, Farqîn û Nisêbînê (û hwd) de.
Kurdan vê roja birûmet ji bo zimanê xwe kirin roşan. Roşana zimanê kurdî. Roşana wî hîmê ku bingeh û xaka çand û nasnameyê ye.
Ji ku heta bi ku derê?
Ji wan rojên agirîn, ji wan rojên ku ew kesen ji qira sor filitîbûn û bi tofana mişextiyê li der û dorên cîhanê belawela bûbûn. Kesên ku dê bikaribûna nirxên gelekî li ser piyan bihiştana ji rayên xwe hatibûn birîn. Masî ji nav avê hatibû avêtin. Di şert û mercen dijwar de, xîret, pêşbînî, rûmet bûbûn yek û kulîlkeke xweşik hatibû dinyayê: HAWAR...
Erê, ew hawara zimanekî bû ku li ber pêlên sedsala bîstem xetereya windabûnê ew dorpêç kiribû. Ew hawara mîrê Botan bû, li deşteke bêav ; ligel çend hevalên xwe yên mîna xwe ji rayên xwe hilkirî tî û birçî.
Gelo ji roja 15’ê gulana 1932’yan heta bi roja îroyên ku heftê û heft sal derbas bûne, çi guherî di rewşa zimanê ku rojbûna kovarekê bi wî zimanî, jê re bûye roşan. Roşana zimanê kurdî....
Li dilê welatê kurdan, bişaftina ku ji roja damezrandina vê komarê ve dest pê kiriye, gihaye qonaxeke kambax. Bila tu kes xwe nexapîne. Nifşê ku hawar xwendin û nifşê pey wan ji zû ve çûne. Ne pir, piştî çil- pêncî salî kurdî dê li ser pelên pirtûkan de hebe, wekî zanînekê ku tenê bi kêrî zimanzan û dîroknasan bibe. Bi vê re divê em bibêjin ku ev xetere li bakur heye û jixwe ku rewş bi vî awayî bidome.
Ango ku zimanê kurdî nekeve nav polên dibistanên fermî ku hemû riya zarokên kurdan jî teqez di wir re derbas dibe. Ku zarokên kurdan jî wekî hemû zarokên cîhanê bi zimanê dayika xwe fêrî matematîk, fen, felsefe û siyasetê nebin. Ku bi kurdî nestirînin û bi kurdî newênin. Bi kurdî bi gokê nelîzin û bi kurdî pevneçin û bi kurdî çêrî hev nekin. Ne guhertina navên gund û bajaran û ne jî di dibistanan de fêrkirina zimanê kurdî, di hefteyekê de du-sê saet nikarin pêşî li xetereya windabûna vî zimanî bigrin.
Ligel ku zimanê îngilîzî li vî welatî (û li hemû welatên lipaşmayî) pir biqîmet û pêwîst e, bi dersên ku maweya wan bi saetan e, kes fêrî zimanê îngilîzî nebû. De îcar zimanê kurdî ya niha ji tu kesî re ne lazim e jî. Di roja îroyîn de, zimanê kurdî ne dikare gezek nan bide kesî û ne dikare bibe deriyê bidestxistina nanî.
Ku mirov îro li rojnameyên ku xwerû bi kurdî ne û her roj derdikevin pêşberî kurdan binêre, mirov dê bibîne ku mixabin tu eleqeyekê ji kurdan nabînin û hejmara çapa ku zehftirîn tê xwendin jî di bin deh hezarî re ye. Ev mînak ev dîmenê xweşik nîşan dide.
Ji bo domandin, jiyan, geşbûn, xweşbûn û pêşdeçûna zimanekî, fêrbûna nifşên nû û perwerdehiya bi wî zimanî şertê jêneger e. Bila tu kes xwe naxapîne. Bi gulên teko teko, bihar nehatiye bexçeyê tu kesî.
Roşana zimanê kurdî li hemû kurdên kurdîaxêv pîroz be.
***
Nivîsên Behlûl Zelal ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Gaveke dîrokî û virnî
- Kewên Birçî
- Vegotina nivîskî û devok
- ROŞAN* CEJN** ÎD*** BAYRAM**** ÎDOÎBRÎXO*****
- Înce Memed Mir..!
- Welatek
- Masiyên Tî
- Helwesteke rasteqîn, pêwîst û derengmayî
- Komeleya Badek û zîziya dil