logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Gaveke dîrokî û virnî

Divê ev helwest di her qada jiyanê de birik û bêrawest dom bike. Berdêla wê çi dibe bila bibe.

  • Dîrok: 26/02/2009
  • Beş: Serbest

Behlûl Zelal

Di payîza sala 1991’ê de, dema parlementera kurd birêz Leyla Zana, mebesta sondxwarina xwe bi çend hevokên kurmanciyê bilêv kir; dengê wê, li taxên Nisêbînê, li qiraxên Çemê Dîcleyê ya Cizîra Botan, li zozanên Serhedê, li çiyayên Xerzan, li deşta Rihayê, li qiraxên metropolan, ligel teqe teqa tivingan û tilîliyên jinên kurd olan dabû. Stî Zana, bi wî dengê xwe yê peritî ku ji bin kavilên hezar salan dihat, dilê kurdên mîna xwe ya şewitî û peritî hênik kiribû. Bi wî deng û rengê xwe, bû nîşaneya rûmetê, bû keç, xweh û dayika kurdan. Bû sembol û hêviya gelê xwe.
Ev yek ji bo kurdan rûdanek û kirûyeke zehf  mezin û dîrokî bû ku ji nişkê ve mîna şeqameke hişk li dev û riwê desthilatdariya kevnare ketibû. Ji ber vê yekê bû ku nûnerên wê desthilatdariya kevnar û zalim, tavilê bersiveke tund, bertekeke zalimane dabû nûnerên kurdan ên di perlemena xwe de. Ji ber ku heta wê gavê tiştekî wisa pêknehatibû û ew war tim û tim biryargeha tunekirin û malxirabkirina kurdan bû, nebûbû cih û warê kurdan. Zû liviyan, zor liviyan, bi awayekî hovane, vîna kurdan ji parlemenê şandin cihê kedîkirina kurdan. Berdêla bilêvkirina çend hevokên bi kurdî bû deh salên dîlgirtina di zindanan de.
Sal: 2009. Ber bi bihara salê ve, ku ji roja vejîna kurdan re roj û saet mane, ku kulîlkên
Newrozê serê xwe hêdî hêdî ji nav axa xwe ve derdixin; vîna gelê kurd bû gulokek agir û li nîvê parlemena pergala desthilatdariyê ket. Kete nav parlemena ku kurd dibêjin, êdî bes e, ev der mala me ye jî. Dîsa dilê kurdan hênik bû lê êdî kurd naxwazin dilê wan biêşe. Ew dixwazin dilê wan her tim zozan be. Ew êdî şer jî naxwazin, êşê jî naxwazin. Kurd mafê xwe yê mirovane dixwazin, jiyaneke aştiyane...
Bi dîtina min kî ji bo zimanê kurdî bike virnî ye. Hemû gavên bi mebesta vejîn û geşkirina zimanê kurdî gavên derengmayî ne. Lê hêja ne, pêwîst in û mafdar in. Di serî de sazî û rêxistinên kurdan di dem û wextê xwe de gavên pêwîst neavitine, heta ku di warê bişaftina zimanê kurdî de îro desthilatdar gihîştine qonexeke girîng.
Wekî mînak ku sazî û rêxistinên kurdan yên siyasî, di nav xwe de bi kurdiya xwe bijiyana, ku komeleya Egitim- Senê ku wekî rêxistineke şoreşger û demokrat xwe bi nav dike, li hemberî zextên dewletê bera paş ve gav neavêta, rêziknameya xwe neguherta, birik doza mafê perwerdehiya bi zimanê dê bikira, ku şaredarên kurd di warê zimên de Xaredarê Sûrê birêz Abdullah Demirbaş tenê nehişta, ez bawer dikim ku çareserî ji rewşa îroyîn dê hêsantir û nêzîktir ba. Wekî peyveke klasîk ku tê zanîn, tiştê ku kevir qul dike ne hêza avê ye, berdewamiya herikîna avê ye.
Lowma, ji bo bidestxistina mafê bikaranîn û perwerdehiya bi zimanê kurdî, bi hewldan û vîna kurdan pêkan e. Zû bi zû, bi hêsanî û bi dilê desthilatdaran mafê zimanekî şikestî û birîndar ku derbeya mezin her roja Xwedê ji gelê xwe dixwe, bi dest nakeve. Heke zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehî û her qada jiyanê, ev yek dê bi destê kurdan bê bidestxistin. Li her derê dinyayê, di her mijarê de, desthilatdar mafê kesî bi rehetî nedane û nadin jî. Bindest, bi keda xwe, bi xwîna xwe, bi berdêliyên mezin, mafê jiyanê, mafê mirovahî, mafê neteweyî bi dest xistine, bi dest dixin.
Ji ber vê yekê, axaftina serokê DTP’ê birêz Ahmet Turk ya di parlemenê de bi kurdî; gaveke dîrokî, mezin, pêwîst, girîng, hêja û ew qasî jî virnî ye. Divê ev helwest di her qada jiyanê de birik û bêrawest dom bike. Berdêla wê çi dibe bila bibe. Ma tiştek ji azadiyê xweştir û birûmetir heye gelo?                                          

b.zelal@mynet.com

***

Nivîsên Behlûl Zelal ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Kewên Birçî
- Vegotina nivîskî û devok
- ROŞAN* CEJN** ÎD*** BAYRAM**** ÎDOÎBRÎXO*****
- Înce Memed Mir..!
- Welatek
- Masiyên Tî
- Helwesteke rasteqîn, pêwîst û derengmayî
- Komeleya Badek û zîziya dil

 

 

Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Tirkiye: Li ser xwendina rojnameyan îstatîstîkek nû

ad

Du fîlmên kurdî di Festîvala Sûc û Cezayê de hene

ad

Li ser çîroka H.Kovan Baqî 'Bêexlaq'

ad

Bi ya we ev zilam çi dibêje?!

ad

Rojnameger naxwazin nûçeyên mirinan çêbikin

ad

Hilbijartina Îranê: Mihafezekar û reformîstek man dora didiyan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname