Pêncşem - Îşev têgiha “zeman” bela xwe ji hişê min venake.
Zeman hemû pênasekirinên sînorkir-î qebûl dike, lê qet û qet pênasekirinekê wekî teqeziyê qebûl nake. Zeman hemû deriyên xwe ji nîqaşê re vekirî dihêle, bes deriyê fînalê tim ji nîqaşê re girtî ye.
Xuyaye heta çend tiştan derbarê zemên de nebêjim, ew ê îşev dev ji min bernede û wê nehêle bi rehetî ez rakevim.
Lê belê niha wekî Vergiliûs derdekî min ê ji derdê zemên jî mezintir heye.
Baş pê nizanim bê ka di dema nivîsandinê de bo Vegiliûs mîz derdekî çawa bû, lê belê bo min, di dema nivîsandinê de mîz hem derdê min ê bêderman e, hem xelateke bêhempa ye. Yanê gava dijîm dişibim we, gava dinivîsînim dişibim xwe.
Axir îşev zeman nahêle ez herim bimîzim û xweşiya min ji derdê min zêdetir bibe. Eh, madem xelasiya ji vê dîktatoriya bivê-nevê tune, nexwe ez ê ewil xwestina zemên bi cî bînim, paşê herim xelata xwe yê bêhempa bistînim.
Dara paşxaneya hişê xwe dihejînim, hemû ezmûn, dîtin û xwendinên min ji darê diweşin, tenê sê romannivîs zipzindî bi dara hişê min ve dimînin: William Faulkner James Joyce û Samuel Beckett.
Di edebiyata Faulkner de, zeman pireke neewle ye, kronolojî jî xeta fayê ye. Pir di ser erda derizî re derbas dibe. Seriyekî pira zemên têkçûnê bexşî qerekteran dike, serê din famnebûna xwe li ser qerekteran ferz dike.
Di edebiyata Joyce de, zeman ji nêrdiwanê ketiye, bi awayekî trawmatîk di nava mirin û mayînê de dilolibe. Sal ji ser koka xwe dişemitin, tên di rojekê de dicivin û di nava zemanê civiyayî de çîroka derzemanî dest bi jiyînê dike.
Di edebiyata Beckett de, tsûnamiya bêdengiyê li deng radibe, deng û bêdengî dibe entropî, zeman di nava xwe de diteqe û bêzemaniyeke bêserûber li dewsa tunebûna zemên bi cî dibe.
Hewara xwe radigihînim Herta Maller.
Çima zemanê her nivîskarî tiştekî din e?
Herta dibêje “Zemanê Kovan pê li mayînan kiriye, zemanê Herta Muller jî bi lingekî ji welatekî dî diçe welatekî dî. Loma ez jî nizanim zeman çi ye û li çi digere.”
Dibêjim, “Spas ji bo van agahiyên ji bersivê hêjatir. Madem hîn ez û tu ji aliyê lepên mirinê ve nehatine zeftkirin, kerem ke em li Kurdistanê du bîrayên alman vexwin.”