Diyarname
Komek ji helbestên Berken Bereh wekî pirtûk bi soranî hatin çapkirin. Bi vî awayî yekem car helbestên Berken Bereh wekî pirtûk bi soranî derketin û hatin belavkirin.
Navê "Min Dîrokî Xomm Dewê" li pirtûkê kirine û pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Balindeyê ve hatiye weşenadin. Rêbîn Mihemed ew helbest ji kurmancî kirine soranî û pirtûk hatiye weşandin. Ew diyar dike ku piştî helbestên Berken Bereh ew dê helbestên Mem Ronga û Arjen Arî jî bike soranî û çap bike.
Pêşangeha Pirtûkan a Silêmanî ku li dar ket, pirtûka Berken Bereh jî li wê derê yekem car hat belavkirin û gihîşt ber destê xwendevanên soranî.
BERKEN BEREH KÎ YE?
Helbestvan Berken Bereh di sala 1954'an de li Şirnexê hatiye dinê. Di sala 1978'an de di kovaraı Tîrêjê de helbest nivîsîn û ji wê rojê de di vî warî de kedê dide. Yek ji helbestvanên naskirî yê kurd e. Yekem pirtûka wî ya helbestan di sala 2001'ê de bi navê "Êş" ji Weşanên Sî derket. Ji wê rojê heta niha nêzî 10 pirtûkên wî yên helbestan derketine. Bereh demek dirêj di Diyarnameyê de qunciknivîskarî jî kir.