În – Sê roj in zeman jî bi min re ji alî koronayê ve hatiye dagirkirin. Di sekneke fezayî de ez û zeman qala êşa hestiyên xwe dikin ji hev re. Koronayê movikên min û zemên bi hev ve girêdane, vîrusên erjeng ên nû bi hêza hespên kevin ên yewnan ji du hêlan ve me radikişînin, çirkeçirka hestiyên me tevî qirçîna gotinê dibe û bi hesreta sê mîlyon sal ez û gotin hev du hembêz dikin.
Eşq çi ye, ey zeman?
Çavên pênasekirinê nikare eşqê bibînin, bes eşq bi gotineke mirî jî bibe, gotin sax dibe, ey Kovan.
Kokteyleke çayê çêdikim ji gihayên li malê. Leymûnê digivêşim, hêsirên min jî pê re diniqitin hundirê fîncanê.
Ez im nexweşê salê.
Hêsirên xwe vedixwim vê gavê û çavên min xeyidîne ji kitêbên li ser masê. Bibore Strauss, çavên min jî wekî tarîxa çermsoran dişewitin niha. Nikarim bi te re werim parzemîna Amerîka û bibim etnologê nîjada gotinan.
Di çavên min de şewt, di qirika min de tirşahî. De ka li ser palgehê rûnê û rojnivîska xwe binivîsînî ezbenî!
Heke ev kuxika ziwa bihêle, helbet ez ê binivîsînim bay Grotowski. Ditirsiyam tu dawa lîstikvaniyê li min bikî.
Grotowski biliya û çû di nava kitêba xwe de niviya.
Min go qey welatê min di pozê min de digirî, loma peçete di ber re nagihîne.
Bay Grotowskî serê xwe di nava rûpelên kitêbê re derxist û bi dengekî xilmaş, go, “Bay Kovan, heke hembêza hevokên te ji nava welatê te ne firehtir be, here qelema xwe ji xwe re bike tabût û xwe di goristana hevokên xwe de binax bike.”
Temam bay Grotowskî, hevokên min destên welatê min bi nava welatê min ve girêdane, welatê min êdî nikare serê xwe û min bixwe.
Yek û nîvê şevê ye. Saet du gavan diavêje, zeman bi ser xwe de dikeve, dengê qirçînê ji do û sibê tê û kêlîkên şikestî diweşin mista min. Heta niha kitêban ji min re negotibûn hestiyên zemên hene. Hestiyên şikestî yên kêlîkan ji mista xwe rûdikim ser masê, mase dibe goristana heterotopîk a hemû şerrên mirovahîyê.
Gunehên mirovahiyê ji tilîkên min diniqitin ser klavyeyê û qîrîna hemû zarokên bavkuştî dertê ji devê wordê.
Li ser vê sehneya dinyayê, koroya zarokên bavkuştî strana Qîrînên Kurdî bexşî tunebûna guhan dike.
Mirin jî bi kurdî distrê ji zindiyan re.
Mirin distrê û ez li guhê welatê xwe digerim li etlasa gotinê.
Nivîs dibe welat, zeman dibe netewe, maseya min dibe parzemîneke neewle û ez dibim oto-sirgûniyekî hergele.
Zivêr dibim ji monotoniya muzîka Farid Farjad, şerab û cixareyê. Hundirê devê min tijî dibe bi hemû tehmên nexweş ên dinyayê. Radibim diçim pêjgehê. Derê dolabê vedikim. Çi çêbikim, çi çêbikim? Tralî barê min sivik dike. Sûcûq û du hêkan derdixim. Derengê şevê, ev ne min dibetilîne, ne bi bêhna xwe cîranan ji xewa xweş vediciniqîne.
Xerabiya dinyayê bi ser avê nakeve, em belasebeb li vê perava jiyanê li benda xerabiyê sekinîne, birêz Dermot Healy.
Sebir bik, niha avê xirabî vexwariye. Gavek din xirabî wê avê vexwe û bi ser avê bikeve, Kovan.
Devê kitêbê digirim û deriyê hişê xwe vedikim: Heke li dinyayê nivîskarekî karibe bi qasî îrlandiyan çîroka absurdê ew qas xweşik bike hebe, ew jî îrlandî ye.