Diyarname
Roja 23'yê mehê yek ji kesên Xelata Îbrahîm Ehmed (Xelata Zêrîn a Bile) girt jî Dr. Ciwan Hemî bû. Hemî yê 52 salî di warê xwe de gelek ked daye. Loma jî em wekî Portreya Mehê wî dixin mijara vê mehê.
Dr. Ciwan Hemî di sala 1972'yan de li gundê Talia yê Hesekê tê dinê. Ew xwendina xwe li dibistanên Hesekê temam dike. Di sala 1990’î de beşa hestî û şikestinê li Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Helebê diqedîne. Ew di sala 2006’an de dest bi doktoriyê dike û hê jî vî karî xwe didomîne.
Dr. Ciwan Hemî di jiyana xwe de her piştgiriya gelê xwe kiriye. Ji destpêka aloziyên li Sûriye û Rojav de, di êrîşên çeteyan ên li ser Serêkaniyê de her di warê tenduristiyê de piştgiriya gelê xwe kiriye. Dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşê Kobanî kirin ew li ser karê xwe bû, û dema çeteyan êrîşê Şengalê kir jî ew yek ji wan doktoran bû ku çû hawara birîndaran.
Ew mecbûr dimîne demek ji Rojava derkeve û berê xwe dide Swêdê lê di sala 2018'an, di dema êrîşa li ser Efrînê de ew vedigere Rojava. Ew niha li Qamişloyê karê xwe yê doktoriyê didomîne.
'DIVÊ TU ÊŞA 60 MÎLYON KURDÎ FÊM BIKÎ'
Dr. Ciwan Hemî ji bo ANHA'yê wisa gotiye: "Êşên gelê kurd gelekî kûr in. Eger bixwazî bibî bijîşk tu yê 6 salan 60 pirtûkan bixwînî. Lê tu bibî bijîşkê kurd divê tu êşa 60 mîlyon kurdan fêm bikî. Erka me ya mirovî ye xizmeta gelê xwe û doza wî bikin.”
Ciwan Hemî li gel karê bijîşkî berhemên wî yên wêjeyî yên neçapkirî jî hene. Ciwan Hemî di van berhemên xwe de serpêhatiyên xwe yên di demên şer de parve kirine. Ciwan Hemî dibêje: "Wekî bijîşk şeran min mecbûrî kiriye ku êşên bûme şahidên wan, binivîsim. Min bi pênûsa xwe xwest peyama gelê xwe û zilma li ser wî ragihînim."
'XELATÊ DIYARÎ HEVKARÊN XWE DIKIM KU ME BI HEV RE ALÎKARIYA BIRÎNDARAN KIR'
Dr. Ciwan Hemî bijîşkê yekemîn ê ji Rojavayê Kurdistanê ye ku xelata Bile werdigire. Hemî nikarî here xelata xwe bigire lê ji bo ajansê wisa gotiye, "Ez vê xelata xwe diyarî 12 hezar şehîd, 20 hezar gazî, 40 hezar birîndarên me yên rojavayê Kurdistanê dikim. Ne bi saya wan ba îro li Qamişlo me nikaribû vê roportajê çêbikin. Ez diyarî malbata xwe, diyarî hevkarên xwe dikim ku me ligel hev karî tiştan sererast bikin û alîkarî birîndarên xwe bikin."
Not: Ev portre ji nivîsa Xalid Etê ya di ANHA'yê hatiye girtin û ji nû ve hatiye sazkirin.