Behlûl Zelal
Yekî ji me li devê dêrî dibû nobedar, yekî ji me devê qoşxaneya meqernayê ku li ser sobê dikelî hildigirt. Yê dî jî, bi lepan, ji kîsê naylonî, meqerne derdixist û bi ser qoşxaneyê ve zêde dikir. Bi piranî, meqerne têra me nedikir. Şeva ku şîva me meqerne bû, em her sê bira pev diçûn. Lowma me ev rê ji xwe re dîtibû. Piştî ku diya min, meqerne diavêt nav ava ku li ser sobê dikelî û diçû ku kar û amedakariyên êvarî bike, me jî meqerne li qoşxaneyê zêde dikir. Piştî her carê jî diya min digot: “Ev meqerne qet ne baş e, dibe weke hevîr.”
Çûna qaçaxçiyan ya binya xetê, peroşek li ser gund bela dikir. Hinekan barê xwe dişidandin, hinekan ji xizmên xwe re dia dikirin. Hinan jî, ji kurên xwe re, ji mêrên xwe re, li ba melayê gund, nivişt didane çêkirin. Niviştên ji bo çavan, niviştên ji bo qeza û belayan... Ji bo hin melayên ku nivişt çêdikirin weha dihat gotin: “Nivişta filan melayî, tivingê betal dike.” Çi heye ku hatina cendekê qaçaxçiyên li nav xetê dihatin kuştin, kêm nedibû. Qaçaxçî, yan bi qezayê dihatin kuştin -bi pêlêkirina mayinan- yan jî bi tivingên nobedarên xetê.
Rêzanan, çek û rextên xwe girêdidan, alavên xwe yek bi yek, bi cih dikirin. Ku karwanê qaçaxçiyan berê xwe dida aliyê xetê û pişta xwe dida gund, kalemêr ligel tisbihên di destan de, dest bi xwendina diayan dikirin, pîrejinan jî, destê xwe ber bi jor ve hildidan:
“Perdeya Xwedê li ber we be inşallah!”
“Bê hûn çawa çûn, wisa jî bi xêr vegerin.”
“Melaîketên Xwedê li ber we bin lawo.”
“Xwedê, mala feqîriyê xera bike, ma ku ne ji feqîrî û tinehiyê bûya, kê berê xwe dida riya çûn û nehatinê?!”........
Rêwîtiya qaçaxçiyan bi roj û mehan dom dikir. Riya ku diçûnê, riya çûn û nehatinê bû. Çûn hebû; lê veger ne diyar bû. Kavir û conegayên ku bi roj û mehan, me şivantî û gavaniya wan dikir piştî rêwîtiya di nav çiya û çolan de, dibûne gezeke xweş li ser sifreya şêniyên binya xetê. Li vegerê Kerên Şamî bi xwe re dianîn. Bavê min digot, ji bo ku em pir fêde bikin; em kurtanê ker û hespan jî ji malê qaçax çêdikin.
Serê her şeveqa ku qaçaxçî li binya xetê bûn, dibû pilepila pîrika min: “Şevê dî jî nehatin. Xwedê dizane bê çi bi serê wan de hatiye. Heta dîkê serê sibê bang da jî, ez li hêviya wan mam. Kêliyek tenê jî çavê min neçûne ser hev; lê mixabin tu pêjin ji wan nehat.” Bi vê gotinê re , kevçî di destê me de sist dibûn. Bêyî dilê xwe me şorbeya nîskan dadiqurtand. Piştî ku qaçaxçiyan berê xwe dida binya xetê, kar û barê pîrika min ew bû, betanî li pişta xwe dipêça, li ber pencereya ku li başûrê gund dinihêrî rûdinişt û ligel diayan tisbiha xwe, di nav tiliyên xwe de dibir û dianî.
Dema qaçaxçî diçûne binya xetê, hevalê min Zîwer dihate bîra min. Zîwerê ku bavê wî bi mayinan hatibû kuştin. Şevek û rojekê cendekê wî di nav mayinan de, di navbera her du têlan de mabû. Hevalên wî, ji şerman nedikarîn derkevin nava gund. Hinan malê xwe revandibûn, hinan jê jî bi sed kotekî canê xwe rizgar kiribûn; lê tu kes li cendekê hevalê xwe nebûbû xwedî. Bi sed lavelav û bertîlên ku dabûne qereqola sînor, cendekê wî ji nav mayinan derxistibûn û anîbûn li goristana gun defin kiribûn. Di her çûn û hatina kerwanê qaçaxçiyan de, ew roj tê bîra min. Zilaman gor dikolan; jin jî ligel zêmaran digriyan. Hevalê min Zîwer jî bêrawest digriya. Min şerm dikir li riwê wî binihêrim. Her çiqas di vegerê de, bavê min bi kerwên re nehatibû li binxetê mabû jî, min şerm dikir ku ez li riwê wî binihêrim.
Zivistan... Ku zivistan dihat, weke kirasê bûkê, dar-daristan, rez û zevî, çiya û newal seranser spî dibûn. Hesreta çukan, teyr û tilûran mistek reşahî bû. Rovî diketin pînên mirîşkan. Gundiyan xefk li ber ajalan vedidan. Kîvroşk, rovî, carinan jî gur, di wê serma şevên zivistanê de, heta berê sibê, di xefkan de hişk dibûn. Piştî barîna berfê, xort û zilamên gund derdiketin nêçîra kewan. Em zarok li hêviya mezinan diman. Me bi bayê bezê xwe diavête turikên bav, bira û apên xwe. Bi lez me kewên di turikan de dihijmartin. Dema diya min kew dipirtikandin min jê dipirsî:
“Dayê, bê tiving, kew çawan têne girtin?”
“Lawo, kew di berfê de nikarin bifirin.”
“Çima di berfê de nikarin bifirin?”
“Ku berf dibare, kew tiştekî xwarinê peyda nakin. Birçî dimînin. Ku birçî dibin, hêz di wan de namîne û êdî nikarin bifirin.”
“Bavê min jî wan bi destan digre, ne wisa ye dayê?”
“Erê lawê min, wisa ye , bi destan digrin, kewên birçî nikarin bifirin. Ma tenê kewên birçî ji qerem dikevin? Hemû ajal wisan in. Mirov jî wisan in. Ku mirov jî birçî dimînin, ji dest û piyan dikevin. Xwedê tu kesî tî û birçî nehêle”
“Kewên birçî, nikarin bifirin. Kew, kewên birçî... Birçîbûn....” Û ligel ku ez gelekî birçî bûm jî, min goştê wan kewan nedixwar. Goştê kewên birçî....
Ku berf dikete erdê, dinya sar dibû, her der dibû qeşa. Di sermayê de, xwarina mewîj û bastêqê çi qasî xweş e. Me jî berîkên xwe bi mewîj, bastiq û hêjîrên hişk-kirî tije dikir û em wisan diçûne dibistanê. Êzingên darên berûyî di sobeya mezin ku ji sacê hatibû çêkirin de dibûn pereng. Lê heçî dîwarên dibistanê, mîna dîwarên zindanê sar bûn. Hemû dîwar bi ser min de dihêrivîn. Peyvên ku di hevokên mamoste de, weke libên tivingê li ser hev ji devê mamosteyî derdiketin û mîna şeqaman li hinarêkên me diketin, mêjiyê me dileqandin; bi hemû hêza xwe ji bo me dibûne tirs û xof. Ji tirsa hin peyvikên ku di rojê de hezar carî dihatin dubarekirin jî, ji bo me bêwate bûn êdî. Her tişt nediyar, her tişt tarî bû. Kesî nizanibû, bê kî dê lêdanê bixwara îro. Kesî nizanibû bê sîxurê axavtina kurmancî û erebî, navê kê û kê daye mamosteyî. Kesî nizanibû, bê gelo vê hefteyê, mamoste kê ji xwe re kiriye sîxur. Yan belkî vê hefteyê mamoste sîxurê xwe neguhertibû. Û carina jî yekî kevin û yekî nû hebû. Kî sîxur bû, kî ne sîxur bû, kî yê nû bû, kî yê kevin bû; kesî nizanîbû. Her kes, teqez carekê dibû sîxur, hin jê jî gelek caran dibûn sîxur. Rûreşî dibû para her kesî.
Me berîkên xwe bi mewîj, hêjîrên hiş-kirî û bastêqê û carina jî bi xurmeyên ku bavên me ji binxetê ji me re dianîn tije dikirin; lê me hemû nedixwarin. Me newirîbû. Me ew bixwarina jî, her tim me hinek di berîka xwe de dihiştin. Ew para sîxurê me bûn ku me dikir bertîl. Bi saya bertîlê, em ji lêdana mamosteyî xelas dibûn.
Êdî dem û demsal payiz e. Tiriyê mezrona bûye mîna miherkên kehrîbarî ya tisbiya kalê min. Xewa li nav rezan... Bayê şevê yê hînik, hemû bêhna giya, dar û kulîlkên çiyayê Bagokê dide ber xwe û bi ser me de belav dike. Balgiha bin serê me dixindire, lihêf di navbera min û birayê min de diçe vî alî û wî alî. Mar û dûpişk tên dibin mêhvanên xewa şîrîn û em di şeva sar a payiza Turabdîn de hildiçiniqin. Pîrika min li ber beroşa dimsê ye. Heska darîn di dest de û ha û ha tev dide. Em pêşî zerikek dims vedixwin ji kêf û mitaleyan, piştre em tiriyê qerisî dixwin. Ku me weşiyên mewijên li ser axa sor raxistî berevajî kirin, dimîne karê bastêqê ku em ji cawa çapanî derxînin.
Şeveke ji şevên ku em li nav rezan bûn, leşkerê qomando avêtiye ser gund. Birê min ê piçûk bi peroşeke tevî tirs vedibêje: “Bavê min ew fotografa ku ji binxetê anîbû, bi lez bire koxê. Çêleka zer, cama fotografê şikand. Bavê min gelek xemgîn bû. Çêlekê bi ser fotografa ku me nas nedikir lê bi qasî fotografa di dîwarê dibistana me de mezin bû de rêx jî kiribû û ew fotograf li serxetê peyda nedibû.
Serê sibehekê, hevalekî min gazî min dike; bi dîzîka û bi pistepist. Ji devê deriyê hewşa me, bi destan dibêje zû were. Ez tê derdixim, tiştekî nepenî heye. Bi lez di dêrî re derdikevim. Diya min, di pey min re gazî dike: “Xwedênehişto, ma ne te hîna taştê nexwar. Çi hawar li te qewimî dîsa?...” Hevalê min, bi destê min digre û min bi xwe re kaş dike. Ez di nav mitaleyeke kûr de me. Gelo çi ye? Li pişt xaniyê wan, cotek se bi hev û din ve zelîqîne. Serê her seyekî li aliyekî, berevajî dinihêre. Paşiya wan bi hev ve ye. Em qederekê li wan temaşe dikin. Şehweta me temaşevanan şiyar dibe.
Piştî demekê bi yek carê ligel zarokên din ku hatine temaşeya cotê seyên bi hev ve zeliqandî, em êrîşî kuçikan dikin. Em, bi dar û bêran, bi hemû hêza xwe, li navbera her du seyan dixin. Kuzekuz û ewtewta wan dilê me naêşîne. Em wan di nav xwînê de dihêlin. Nola ku em tola xwe hildidin.
Em şekir û piskewîtan didine kurê serleşkerê qereqola gundê me. Ji me re, dîmena dê û bavê xwe yê ku bi şevê li wan temaşe kiriye vedibêje. “Ku bavê min xwe li ser diya min dirêj dike, dike virçevirç.” Em bi yek carê bi wî dikenin. Êdî bûye edet, kî kurê serleşker dibîne, devê xwe weke devê wî dike û dike virçevirç.
Û êdî dibistana gund diqede. Ji bilî havînî, di hemû demsalan de xerîbî dest pê dike. Roj û meh, sal derbas dibin. Kewên birçî tên li xewên min dibine mêhvan. Şevên çêkirina dimsê... Şemitîna li ser berfa hişkbûyî, li newalên gund. Ew fotografê ku bavê min ji binxetê anîbû, di her cara ku qomando diavête ser gund de, dibû mêhvanê çêlekên me. Di şevên zivistanî yên dirêj de, birçî dibim. Radibim, dîsa hevalan kîsê mewîj û bastêqa min vala kirine. Nivê şevê, polis me şiyar dikin ji xewa şîrîn. Hemû dolabên di xewgeha Dibistana me ya Leylî de vala dibin bi carekê. Pirtûk û kovar, kêr û dar, li ser hev kom dibin. Çêr li bin guhê hev dikevin. Şev diçire dibe du qet. Qîrîn tev li hev dibin. Xew diherime. Xeyal nû dibin, hêvî dişikihin. Di şûna hêviyên şikestî de, hêvîne nû şîn dibin û mezin... mezin dibin. Piştî her çûna polîsan, xortên li ser karyoleyên qawîşan kêm dibin.
Gulan 2007, Amed
***
Nivîsên Behlûl Zelal ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Vegotina nivîskî û devok
- ROŞAN* CEJN** ÎD*** BAYRAM**** ÎDOÎBRÎXO*****
- Înce Memed Mir..!
- Welatek
- Masiyên Tî
- Helwesteke rasteqîn, pêwîst û derengmayî
- Komeleya Badek û zîziya dil


