Diyarname
Îro li Enqere, Îzmîr û Stenbolê operasyoneke din li hemberî Ergenekonê çêbû: 37 kes di bin çavan de ne.
Enqere, Îzmîr û Stenbol jî di nav de li 6 bajaran li hemberî Ergenekonê operasyoneke hate li dar xistin. Di operasyonê de lêkolînvan û nivîskar Yalçin Kuçuk, Wekîlê Serokê berê yê Daîreya Tevgera Taybet Îbrahim Åžahin û biraziyê wî Erdal Åžahin, Serokê berê yê YOK'ê Kemal Guruz, tugeneralê malniÅŸîn Erdal Åženel, korgeneralê malniÅŸîn Kemal Yavuz, korgeneralê malniÅŸîn Tuncer Kiliç, Cîgirê Serokê GiÅŸtî yê Tevgera Komara Serbixwe û rojnameger Engin Aydin jî di nav de 37 hatin binçavkirin.
Dema ev nûçe hat amadekirin li mala Serdozgerê Rûmetê yê Dadgeha Bilind (Yargitay) Sabih Kanadoglu lêgerîn pêk dihat û hê nediyar e biryara binçavkirina wî jî heye yan na.
Her wiha îro li Adapazariyê li yarbay Mustafa Donmez jî lêgerîneke pêk hat û di lêgerînê de bi ser 20'î re bombeyên bidestavêtinê, li dor 100 gule, kaleÅŸnîkofek û 4 demançe hatin dîtin. Mustafa Sonmez par di SerleÅŸkeriya Lojîstîk ya SerleÅŸkeriya Hêzên Bejayî de hatibû peywirdarkirin.
Li ser vê operasyonê çi gotin:
Serokê GiÅŸtî yê CHP'ê Deniz Baykal: Ev operasyoneke tolhildanê ye. Ne hiqûpî, siyasî ye... Ne bi kesên ku hatine binçavkirin, bi Komarê re di nav hesabgirtinê de ne.
Mebûsê DTP'ê Osman Ozçelîk: Têkiliya Ergenekonê bi Susurlukê re heye. Di vî warî de divê ji nû ve raporên Susurlukê bêne lêkolandin.
Mebûsê DTP'ê Akin Birdal: "Ne tiÅŸteke ÅŸaÅŸwaz e ku navê generalan jî di nav Ergenekonê de be. Dîroka Komara Tirkiyeyê dîroka derbe, pevçûn û ÅŸîdetê ye. Ev dîrok bêhiqûqiyan di nava xwe de dihebîne."