logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  4. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
news-details

Masiyên Tî

Îroniya Helîm Yûsiv ku bûye nav û temaya romana wî ya dawiyê “Gava Ku Masî Tî Dibin” dibe derman...

  • Dîrok: 07/10/2008
  • Beş: Serbest

 

Behlûl Zelal

Helbestvan Nazim Hikmet Ran di helbesteke xwe de gotibû; “Ji masiyê ku di nav deryayê de ye lê bi deryayê nizane, xerabtir.”
Helbesta Nazim, li gelek mirov, çîn û gelan  were jî, bi awayekî sergihayî rewşa kurdan diyar nake. Lê îroniya nivîskar Helîm Yûsiv ku bûye nav û temaya romana wî ya dawiyê “Gava Ku Masî Tî Dibin” dibe derman ji vegotin û derbirîna hest, hesret û halê kurdan re.
Gotinek heye dibê ku zimanê filan tiştî hebûya û.... Filan tişt bihate zimên û.....  Û di vê dem û qonaxê de, nivîskarê me, bi hunera xwe ya xweser bûye derman ji trajedî û heta pir caran jî trajîkomik a kurdan re. Ji nivişta di milên rastê de bigire, heta marê di qulên dîwaran de, se, kevir, deriyê hesinî, pênûs û hwd hatine zimên û ya di dil de vegotine.
Bi vegotineke herikbar, bi kelecaneke germ, deşt û çiya kirine yek pare. Sînor tevî hev kirine, xaka bi têlên direhî ji hev bûyî, gihandine hev. Nola ku hibra pênûsa xwe ji xwîn û xwêdana xwe dagire, nola ku pênûsa wî jî tî bûye û têrî vexwarinê nabe.
Bi dîmenên trajedîk, trajedî û dîmenên ku wijdanê mirovên hemdem naêşîne û li xwînrijandina gelekî bindest temaşe dikin. Lê ez bawer dikim, birêz Yûsiv ne ji bo wan dilên hişk û ziwa ku misqal ji nirxên mirovahiyê di wan de nemaye. Lê ji bo dilên ku ji têhna dikin bifetisin bi hesret û evîna azadiyê tevna xwe li dar xistiye, deşt û newal, çiya û bajar deq bi deq çîroka, îroniya gelê xwe honandiye.
Ku mirov tî bibe, ma dikare çi neke? Ma ku mirov romana Yûsiv dixwîne çi nabe? Ji serpêhatiya kurdan a sih salên dawî bigire, heta bi Deriyê Çiyê, cihê bidarvekirina Şêxê Kal. Ji evînê bigire, heta bi xiyaneta kurdan. Hesret û daxwaza azadiya gelekî û têkoşîna ku ji bo dahatûyeke azad tê dayîn. Car caran dilê mirov hilnaye ku wan dîmenên êşa dil destnîşan dikin, bîne ber çavên xwe.
Yûsiv, wekî taybetmendiyeke xwe, di her berhema xwe de, bi dîroka gelê xwe re, bi desthilatdarên erdnîgarî û dîroka xwe re, çi biyan, çi yên ji gelê xwe re dikeve nav lêpirsînekê. Ji Peymana Sykes Picot bigire heta bi Lozanê. Bi rêbazeke îronî. Geh Tirsa wî bê diran e, geh Memê wî bê Zîn e, geh mêrên wî avis dibin, geh (li welatekî wekî Kurdistanê) jin di qatên bilind de ne, geh miriyên wî ranazin û vê cara dawiyê jî, Masiyê Helîm Yûsiv tî bûne, tî....
Û eyn nola  ku paleyekî çinîna genim, di meha tîrmehê de, li gundekê Amûdê tî bibe, û sewila (şerbik) tija ava ji şevê mayî, bi ser dilê xwe de berde, wisa bi yek henaseyê tê xwendin, romana Helîm Yûsiv. Lê li vê derê mirov tenê dikare lomeyekê bike ku ew jî radekte û edîtoriya berhemê xweş û sergihayî nehatiye kirin. Ji ber vê yekê li hin rûpelan çewtiyên rastnivîsê derdeikevine pêşberî xwendevan.

b.zelal@mynet.com

***

Nivîsên Behlûl Zelal ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Helwesteke rasteqîn, pêwîst û derengmayî

- Komeleya Badek û zîziya dil

-

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

news
  • 24 05 2026

The Mist (Mija Kujer), rastî û windabûna hişmendiyê (Bi nêrîneke derûnkolînerî li ser rewşa kurdan)

news
  • 21 05 2026

Kurdan di 2 rojan de 4, di 6 mehan de nêzî 10 komeleyên kurdî vekirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dema DAIŞ bigihîje sînorê Efrînê...

ad

'Di zargotina kurdî de hesp'

ad

'Tuyê kengê Guantanamoyê bigirî?'

ad

Seyda Abdulkerîm Çevîk hat kuştin

ad

Ji bo Amed Sporê Nîgde Spor ji pişkeyê derket

ad

Hevpeyvînek dikare bi çiqas pereyan bê firotin?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname