Hogir Berbir
Min bi saxî nekûjin û nedin kûştin, ji ber ku min ev heq nekiriye. Heger min mirinek heq kiribe, ez ê berê xwe bidim wê mirinê û vê heyfê ji kesekî re nahêlim ku ji min hilîne, ez ê bi xwe hilînim.
Herî dawî min wanî got û di serî de wiha bi lêv kir.
Tebîeta xwezayî, asoya çilmisî, stêrkên xûricî û hîva ronak bertek nîşan van gotinên sar û seqemîn dan. Lê bê fêde ye…
Deqên li ser enî û çena diya min, dema zayînê min anî rûyê vê dinê, çi xwest bibêje. Dibe ku qedera min li ser enî û çena xwe xêz kiribe û ez bi wê qederê bawer bikim. Lê kes nizane, dema ji nav malzarokatiya diya xwe derketim û bi çavên metelkirî li der û dora xwe nêrî, negiriyam, keniyam. Diya min gotinên xwe tûj kiribûn û berî ku li ber guhê min xîne, ji hawirdorê civata xwe re gotibû;
“Xwehê, xelk gedan tînin bi êş û janekê û gede bi girî çavên xwe vedikin, çima yê min êş û jan neda canê min û bi ken li me dinêre?”
Herkesî ji xwe re gotinek bilêv kiribûn, bi tasfîrên edebî, qudretên nedîtî, xuliqandina xwedayî û nûra pêxemberî pênase kirin. Tevlî gotinên diya min, van gotinan di qirika guhê min de olan didan. Min nikaribû wê demê peyv bi ser hev de bianiya, gotin tûj bikira û dengê xwe bi bayî re bigihanda dilê diya xwe ya xwîngerm û pişikên wê geş bikira. Di wê kêliyê de bi devê xwe min xwest jiyanê ji pêsîrên diya xwe bimêjim û bi mêjandinê re bibim awaza dengvedanê ya giyanî û vê taswasa dile wê kêm bikim.
Bi mijandina şîr re dengê dilê min xwe di rehên pêsîra wê de bera nava kûrahiya rûhiyeta wê dabû û ji nişke ve ew veciniqî bû. Tayên mûyên porên wê wekî nêrgizên çilmisî li ser rûyê min çûn û hatibûn û gotinên wê yên almastî sêwira dilê min germ kiribû. Wekî ku li benda çend gotinên din bûm ku bida der û li bêvila hêlîna dilê min bixista; min laşê xwe ji hev vezelandibû û bûbûm landika hestên di nava kefa destê wê de dilebitî. Ji wê gavê ve çavên min hîn li hêviya gurzek çîrçîrokên ji perda guhên min dipengizin, perwanên sawîran li ber çirûskên bîrhatinan birekisînin e. Û ez nikarim xwe bigihînim ba dilovaniya rûhiyeta wê ya vê rojê û vê kêliyê careke din bi pêjna wê vejînim.
Heyama dijminê salwext emr dirêj dikir, wekî erebeya li pey hespê kaş bike derdixist pêşberî rojên dijwar û mehên çavkeleş, û bi mîrata van kêliyan re berê min dide goristanekê. Kî çû, kî hat û hîn tên û diçin, nexwe ez ê jî herim. Gotin wekî gezgezkên xwînmij piço piço şîrava ji afirandina gula dilê min dimêjin û bi çavên şermîn li xaka goristanên bêxwedî diqelibîne; bi xemgîniya tembûrzêrîn li ber xwe dilorînim, bi lorandinê re qebqeba kund vê kêliya xwedayî bi firê dixîne û em ji hev dûr dikevin.
Ji wê wextê ve kenê min bêreng e, çîrok û çîvanokên di keldûmana dûriya goristanê de ji bo min diperpitin, bi şanaziya ramana çirayî geşbîniya min çiqasî ronî bike jî, bi darên dilê xwe vê heyamê mer dikim. Ji nava viyana baxê ramûsanên dobelan, li ser gorên tomerî û giyanên li her devî û newalên nedîtî, tat û latên berqitî, av û çemên lebitî, bi penga bayê hevirmêşî re wê strana tembûrvanê govendê direqisîne ku hîn tîne bîra min û dibê “erê birako… bedêlê jiyana ku em didin, hinekî din jiyan dikin!..” kirasê xwe yê reş li min dipêçe. Ji xwe ber dikevim serê vê govenda dawî nedîtî û bi bedêlên giran ji bo aramkirina jiyana hin kesê din direqisim û xwe kil dikim.
Ez wiha bûm şekirê ser zimanan, di nava xweziyan de bûm derman û wekî meyê têm mêtin. Herkes pê serxweş dikeve, ji xeynî min. Û taliya talî bi van helwdanên dirû, qirêj û gemarî xwe di nav sergoyê dînan de dibînim. Êdî bi heft avan xwe bişom jî nema karim xwe paqîj bikim.
Bi nexweşiya vê tevnê lêvan axîna min gîhand dilê te û doza te li ser çavên xwe danî. Evîniyê tevn dirêsa ji bo te û ez bi germa dilê xwe li bîstanên aramiya te, ligel te winda dibim. Her roja ku ramanên min li kûra bêhoşiya te avjenî dike, kêlik û gav bi sawirên dibanî dibe bengîniyê jîna te. Bi şayikbûnekê xwe disipêrim xweşiya vê tevna te û xwe li ber te dimelisînim. Ji hingê ve stranên boyaxkirî ligel xaka evînhez, xwe li newqa rojê xistiye û li hêviya şahiya hevirmêşî ya şeva xapînok e, da ku min ji nava wî sergoyî derxîne.
Belê, dîlbera xwezaya hêşîn, çiqas em li hev dimêzînin, bi sedan karwanên çîrokan li ser pira dilê min dibihûrîne. Cîhaneke bi hev re dijîn, serdemeke bi hev re diafirînin û bi gotinên evînî li ser perdeya guhan cirîdan diavêje, bêguman di vê kêliyê de li kêleka vê hevdîtinê bêdeng dimînim û bêrawestan li navnîşana gora xwe digerim.
Ez çiqas dêna xwe didimê, tiştekî ku ji vê kêliyê şûn de tîhna min bişkîne û pîzotê germahiya dilê min sar bike nîn e, bi bêhnvedanekê re xûnava peyivînê agirê heyî kil dike û pêtiyên evîna vê sîwaneyê venamirîne, gur dike.
Sivsivîlkên firînê wiha vîngeh da asoya jiyana min. Pê har û dîn kir. Ji jana min re bû encama şêrînbêjeya berhema keskesorî ku li kevirên asê bialiqe. Emrek bi salên wiha zûha nebû zayîna bişirandina bihara min, bi şînbûna simbilên genimî re, di kûrahiya qelîştekên asê de pêvajoya jiyana min guvaşt, li ber tîna rojê hişk kir, bi eşkereyî dawî nema da diyarkirin û dixwaze li cihê xwe bireşîne, da ku cardin şîn bê.
Ji ber vê dibêm li malzaroka hevokan em mêzekin, kilîda gencîneya razên min bi zûlfên helbestî re berbişkên şahîkî belav dike û gotina dawî di serî de dibêjim, ji ber ku ji mirinê wê de zêde me, berê min hîn li goristanê ye û berî ku hûn heyfê hilînin, ez ê hilînim.
rojisor@hotmail.com
****
Nivîsên Hogir Berbir ên berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Di çarçoveya ziman de şikilgirtina raman û kesayetê


