Roja şemiyê ewrên tenêtiyê xwe li ser serê min kom kiribûn û daxwaza ji mal derketinê li min dikirin. Heke min bi ya wan nekira dê hestên tenêtiyê wekî barênê li ser serê min bi bariyan.
Piştî nîvro ji mal derketim û min berê xwe da qeraxên gola Cenêve (Cinêv). Gola Cenêve; ji Cenêve dirêj dibe heta digihîje bajarê Montreux û bajarokê Villeneuve yên bi ser Lausanne (Lozan) ve girêdayî ne. Dema ji mal derketim tîrojên rojê rûyê min hembez kirin û xêrhatina derve wekî şabaş bi ser serê min re gerandin. Ji xwe de nehatiye gotin ku dibêjin roj jiyane, dema min jî roj dît laşê min geş bû û aramiyekê xwe li ser giyanê min belav kir.
Bi gavên giran ber bi rawestgeha trênan ve meşiyam, deh deqe demê min hebû ku ez bigihîjim trênê. Bi wan gavên xwe ez di deh deqeyan de gihiştim rawestgehê û piştî du deqeyan trên di demê xwe de li rawestgehê rawestiya û ez û yên li benda trênê, li trênê siwar bûn. Rêya min ne zêde dur bû, trênê di bîst deqeyan de ez gihandim bajarê Villeneuve cihê ku ez lê rawestim û biçim ber qeraxa golê. Dema ji trênê peya bûm bayekî nerm, silava golê anî li ruyê min da û ruyê min cemidand. Bi silava golê re min berê xwe da golê û ji nav bajêr derketim di demek kurt de gihiştim ber qeraxa golê. Wê rojê gelek kes wekî min hatibûn ber qeraxa golê. Di destê dayik û bavan de zarokên wan, li ber qeraxên golê ji xwe re digeriyan. Gelek ciwan jî dihatin û diçûn. Min berê xwe da aliyê rastê û bi tenêtiya xwe re dimeşiyam. Wekî her car lingên min ez ber bi bajarê Montreux'ê ve dibirim. Navbera bajarê Villeneuve û bajarê Montreux bi gavên lingan çil deqe bû. Bi wê armancê li ber qeraxa golê, bi gavên meşeke nazenîn dimeşiyam.
Meşa min a li ber qeraxê golê gihiştibû deh deqeyan û bajarê Villeneuve êdî li pişt min mabû. Berê min êdî baş li bajarê Montreux bû. Bilindiya rojê li ser serê çiyayên pêşberî Montreux re, li rasta milê min ê çepê re li pişt min mabû. Tîrêjên rojê li pişt min ve xwe li bejna min didan û siyeke tarî wekî min li pêşiya min çêdikirin. Demek dirêj min li dirêjiya ava golê dinêrî û ez dimeşiyam. Haya min ji siya min tune bû ku ew jî bi min re dimeşe û hevaltiyê bi min re dike. Siya min li pêşiya min diçû û ez jî li pey wê dimeşiyam. Gelek kes li ber min re diçûn, cote cot û kom bi kom bûn. Lê ez û siya xwe tenê hevalê hev bûn û em bi hev re dimeşiyan. Dema ew kes li ber min re diçûn; bi zimanên xwe bi hev re dipeyîvîn û dikenîn. Lê ez...
Piştî demekî min bihîst ku dengek ji siya min tê û dengê silavê bû derdixist, silav dida min, bi min re dipeyîvî. Destpêka ku min deng bihîst min li dora xwe nêrî kes tune. Tene ez û siya xwe dimeşiyan. Dîsa min deng bihîst û ez rawestiyam min li siya xwe dinêrî, siya min jî li min dinêrî û ji min re got; 'Ez im bi te re dipeyîvim...'
Piştî ku min fêm kir ku siya mine bi min re dipeyîve ez hestyar bûm, min û siya xwe me hevdu hembez kir li ber wê qeraxa golê, di nav tenêtiya penaberiyê de.
Êdî ez û siya xwe bi hev re meşiyan û heta ku roj çû ava û siya min jî bi xwe re bir, ez bi siya xwe re têr bi zimanê xwe peyîvim. Lê dema rojê siya min bir ez û tenêtiya xwe dîsa di nav bêdengiyê de man...