logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çûyîna Bavo ya Hecê!
  2. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  3. Fîlozof Edgar Morin mir
  4. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket
  5. Peywira Tom Barrack bi dawî bû

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Feodalîzm û Tarîxa Kurdan

  • Dîrok: 22/03/2024
Di romana “Bacanên Belçiqî” a Rênas Jiyan de du mijar hatine vehûnandin. Mijara ewil tarîxa kurdan û serhildanên wan ên li hember Ataturk, Osmaniyan û Ûris e. Nivîskar me di serdema tarîxa serhildanên kurdan de digerîne, berê me bi şer û têkoşîna tarîxa Serhedê vedike, berê projeksiyona sînevîzyona me bi serhildana Şêx Seîd û hwd ve rû bi rû dike. Em dibin şahidên gelek bûyerên trajîk, em dibin şahidên tarîxeke xwedî sixûrîn û xayînan. Helbet em dibin şahidê xwedî lehengên hêja ên dîrokî jî, yanê  wekî meriv li sînevîzyoneke reş û spî temaşe bike. 
Di vê sînevîzyonê de em kêran ji par ve li pişta birayên xwe dixin, kêrên desthilatdaran û em li lehengên qehreman ên li dijber zor û zordariyê re şer dikin temaşe dikin. Bi kurtasî em li qehremanên li hember sîxûr, xayînan û xwînmijan çawa têdikoşin di rûpelên tarîxê de wekî sînevîzyoneke li ber çaverih û çavehişên me zindî dibin dinêrin. Hay ji tarîxa me, xayîntî û sixûrtiya me çêdibe. Em di vê sînevîzyonê de serîtewanan û serînetewanan gişan yekbiyek dibînin. Helbet haya me ji lehengên serhildêr jî çêdibin. 
Nivîskar rastî û heqîqeta navxweyî ya di rûpelê tarîxê de hatine veşartin yek bi yek berbiçavî me dike. Eşîrbûn û kevneşopiyên kurdan bigirin heta feodalizma kurdan bi şehekî duhêl hatiye şikandin, nivîskar romana xwe bi şehekî duhêl gulîkên tarîxê şikandiye. Mijara romanê bi giştî feodaîlzm, bindestî, desthilatdarî û tarîxa kurdan e. Her wiha serhildan û serhildêrên wan yên li hember desthilatdaran e. Mesele hebûn û nebûn e ji tarîxa kevn bigire heta tarîxa niha. Yanê beşa ewil di romanê de mijar piranî wiha ye. 
Di beşa duyem de jî mijar feodalîzm, jin û tecawiz e. Mînak: “Ez dibêm ji ber feodalîzmê ye. Feodalîzm ji xwendinê, ji ramanê, ji hunerê, ji zanînê fam nake, hew bi tenê ji kuştinê fam dike. Feodalîzm şelaf e, dilbijok e, hevalê xurtan e, xayîn e, derewîn e, durû ye, çavbirçî ye, hesûd e, fesad e, tinazpêker e, qure ye, paşgo ye” (rp, 161). 
Wekî di metna me jî diyar dibe ku feodalizm bingeha wê li ser rûxandinê ava bûye. Esas bingeha feodailzmê li ser dîn û ehleqê avabûye. Çimkî welatên rojava gelekî derdê feodalîzmê kişandin. Di Serdema Navîn de em giş dizanin dîn=dewlet bû, dewlet jî=dîn bû, di wê serdemê de mirov dihatin qetilkirin ji ber ehlaq û dîn, di wê serdemê de nivîskarekî wekî Marqus De Sade derket holê û ehlaq û dîn a heyî bi nivîskariya xwe, bi metnê xwe rûxand; navê xwe û mohra xwe li tarîxa wêjeyê xist. Li hember desthilatdariya feodalîzmê serî rakir, bi metnê xwe civaka serdest bi awayekî tûj da ber rindê. Îcar niha jî nivîskarê me analîza civaka me dike bi saya metna xwe, mîna Sade civaka feodal û civaka serdest û desthilatdariyê dide ber rindeya xwe. Helbet em herdu nivîskaran nikarin bişibînin hev, lê bi awayê metnê meriv dikare bêjê hinekî dişibin hev. Çimkî her du nivîskar serî rakirine li hember feodalîzm û dewletê û desthilatdaran. 
Îcar em werin ser beşa xwe û bi kurtasî naveroka beşa xwe binêrin û bê dîn û ehlaqa genî çi gû bi serê karakterên me ve dayî... Di beşa duyemîn de du karakterên me yên zanîngehê hene. Navên karakterên me Cindî û Egît in. Her du jî hevalên hev ên zanîngehê ne. Dema zanîngehê diqedînin, êdî li Qoserê tên ba hev. Her du jî karmendên dewletê ne; Cindî psîkolog e, Egît jî mamosteyê zanînên civakî ye. Egît ji Qoserê ye, Cindî jî Malazgirê ye, tayîna Cindî dertê Qoserê; Egît, Cindî li malekê bi cî dike. Paşê di vê malê de Cindî bi saya dengbêjheziya wî ya li hember Seyidxanê Kerr (heman demê bapîrî wî ye) û bi saya qaseteke bi çîroka Mencikê û tecawizkarê wê dihese. Çimkî çi hatiye serê Mencikê di vê qasetê de hatiye qeydkirin. Hisên hezkiriyê Mencikê ye, bavê Hisên tecawizî hezkiriya lawê xwe dike (Bavê Hisên Elîka ye). Mînak: “Ez carna jî bo ku wî ji vê xemê xelas bikim, difikirim ku herim her tiştî jî Hisên re bêjim. Dûre ez dev jê berdidim. Ma mirov çawa dikare ji delalê ber dilê xwe re bêje ku ‘Bavê te dest avêtiye min!’ Ma ev gotin ji kuştinê ne xirabtir e?”(rp, 97) 
Mencikê karektereke du caran bindest e, çimkî hem ji hêla mêtingehiyê ve bindest e û hem jî ji hêla feodalîzmê ve bindest e. Mencikê li welatê serdestan ji terefê bindestekî ve tê tecawizkirin. Mencikê karektereke monologîn e û ponijîn e, hest û ramanên xwe di hundir xwe de dijî, newêrek e, tirsnak e, tirsnakbûna wê ji ber tiştên hatine serê wê ye. 
Mencikê tim xwebixwe diaxive, li çareseriyekê digere. Mencikê qesasê xwe bi metafora marekî reş destnîşan dike. Çima di romanê de Mencikê serî ranake û bi tirsnak dijî, çima kirasê feodalîzmê naçirîne, beravajî wê benê kirasê feodalizmê dihûne gelo? Nivîskar gelo dikarîbû beravajî vê mijarê naverok bihûna? Mencikê ji ber tirsê serî tewandiye û feodalîzm berdewam kiriye. 
Hesen birayê Hisên e, di heman demê de qesasê birayê xwe ye. Hisên jî qesasê bavê xwe ye. Hesen karekterekî feodal e, kirasê feodaliyê li xwe dirûtiye loma dibe qesasê birayê xwe. Hisên karekterekî nîvfeodal e, karekterekî bêbiryar e, helbet li gor tezên Freûd ne gengaz e, Hisên bavê xwe nekuje, hem hezkiriya wî û hem jî ca wî jê stendiye. Yanî Hisên tezên Freûd bi cî tîne. Hisên asas karekterekî hîn sererast e. Lê divê hîn xwedî li hezkiriya xwe derneketa gelo? Welhasil mencikê ji teref malbata xwe ve tê jehrkirin û Hisên jî bavê xwe dikuje, Hesen jî birayê xwe Hisên dikuje û talî feodalîzm bi ser dikeve, ehlaqa genî bi ser dikeve, eşirtî bi ser dikeve, malxirabî bi ser dikeve û koçberî çêdibe hwd. 
Wekî me got: Nivîskar me di du tarîxan de digerîne, tarîxa borî û niha bi hev re dihone, dixwaze bêje, ji tarîxa do û heta tarîxa niha di navbera me kurdan de ne sixûrî, ne xayîntî, ne bindestî, ne derûniya têkçûyî a bindestiyê, ne feodalîzm, ne ehleqa genî a paşverûyîn, ne dilbijokbûna li hember desthilatdar û ne mejiyê paşverûyîn yê li hember jinê qediya... 
Nivîskar hem romana folklorîk û hem jî nûjen di nav hev de strandiye. Bilûra tarîxê û folklorê strandiye, keman û gitara nûjeniyê strandiye, xemgînî, serîhildanî û berxwedêrî di aşekî de hêraye. Aşê xayîntiyê, sixûrî û têkiliya wan a bi desthilatdaran re hêraye. Wekî bêje ez di xayîna nim, ez di sîxûran nim, ez di tecawizkara nim, ez di feodalîzmê nim, ez di mejiyê paşverûyî nim, ez di hebûnên mejîgenî nim, ez di desthilatdariyê nim... Mînak: “Ez di guhanê diya eşîrtiyê nim!” (rp, 61) 
Nivîskar di vê romana xwe de gelek mijar aniye ziman, ji felsefeyê bigire heta psîkolojiyê, ji sosyolojiyê bigire heta tarîxê û dema niha, mijar giş di nav hevdu vehûna ye. Nivîskar her wiha mekanên xwe jî bi feodalîzmê girê dide. Mekanên feodal û dişibin xwediyê xwe, çawa ku civak feodal be mekan jî îhtîmaleke mezin bişibin xwediyên xwe. Çimkî mejiyê feodal û genî derûniya wan jî genî ye, loma mekanên wan jî dişibin derûniya wan, wekî derûniya xwe avahiyan diqorînin. Helbet ev fikir bo mejiyê nûjen jî derbasdar e. Mejiyê nûjen mekanên wan jî nûjen in, tarîx jî mekên dîzayn dike helbet. Welhasil di mekên û zemên de em diçin tarîxê û dema niha, mekanên wekî Qoserê ango mekanên razber û şênber bi hev re hatine bikaranîn, zeman piranî di dema borî û niha de diborin. Yanî navbera wan de pirek heye, em her carê berê xwe bi hêleke pirê vedikin. Geh li vî seriyê pirê em dengê teqîna guleyên modern û geh li wî seriyê pirê dengê çek û fîşegên tarîxê dibînin. Zeman wekî lastîkê hatiye vezelandin, mekan bûye kuçeyên xayîn û sixûran, tecawizkaran û feodalîzmê, em li dîwarê xwe diqewimin, em li dîwarên desthatdaran diqewimin, em li dîwarên bênamûsiyê diqewimin. Divê ev bênamûsiya gelemperî bê pelixandin. Divê panzêra desthilatdaran bên pelixandin û rûxandin. Divê nepoxa bênamûsiya her tiştî bên teqandin.
 Taliya talî Rênas Jiyan di vê romana xwe ya Bacanên Belçiqî de gelek mijar vehûnaye. Eşîrî-feodalîzm, tarîxa kurdan a li hember desthilatdaran, sîxûrî û xayînên hundirîn û gelek mijarên din, ên wekî mêtingehî, ehleq, derûnî, sosyolojî û felsefe... welhasil çiqas berhemeke mijarcihê be jî, talî hestiyê romanê feodalîzm û tarîx e. Di romanê de car caran nivîskar mudaxîlî metna xwe dibe û gotinên felsefîk, aforîzmatîk û civaknasîn pêk tîne. Monologên nivîskar û monologên karakteran bixwe jî serdest in di metnê de, her wiha di beşa ewil a romanê de ji navên karakteran herikbariya romanê û form û teşeya romanê belayî bûbû. Helbet wekî xwendevanekî bi a min divê nivîskar beşa feodalizmê tenê vehûna dê baştirbûya. Mijara Egît, Cindî, Mencikê, Hesen û Hisên tenêbûya bi a min dê romaneke dehşet serketîbûya. Niha difikirim ku mijar tenê “Tecawiz“ bihata vehûnandin bi rastî bawerim ev pirtûk ew ê pir û pir serketîbûya, min bi xwe wekî xwendevanekî mijara “Tarîxê“ a ku di vê romanê de hatiye nivîsîn li gor şêwaz û naverok û forma romanê bi min ne lihevhatiye. Helbet ev nêrîna min e û nêrîna çavên hişê min e. 
Meriv wekî du romana ji hev vewetîn e, bi a min beşa feodalîzmê dê ji beşa din bêtir serketîtir û bêtir bê xwendin. Yanî beşa serdema Şêx Sêîd û serîhildanên Agirî û Herêma Serhedê divê romaneke serbixwe a cihêbûya û divê meseleya Hesen û Hisên romaneke cihê bûya. Welhasil nivîskar xwestiye her du beşan bi hev ve girê bide, têkiliya her du beşan bike yek roman, lê bi a min dîsa dibêjim, du roman bûya dê baştirbûya; hinekî perbela disekine, helbet wekî xwendevanekî carina aciziya jî çêdike. 
Em dikarin bibêjin di her du beşan de jî analîzên baş li ser bindestan kiriye. Nivîskar analîza karakterên kurd bi awayekî psîkoanalîst û sosyolojîk nirxandiye. Heta karakterên me Egît û Cindî bi awayekî îronîk ji hev re dibêjin “bindest” dema ku ba hev dikin û diaxivin. Mînak: “Kesên bindest zehîf diteyisîn.”(rp, 12) 
Rexneya civaka bindest û rexneya derûniya civaka bindest a psîkoanalîst kiriye. Mînak: “Em kurmanc pir jî veşartinê hez dikin, em hîs û fikr û xwestek û tirs û rû û pere û kêf û êş û evîn û her tiştê xwe ji hev vedişêrin; em kurmanc xwe ji hev vedişêrin, em ne serbest in, em newêrin xwe rê hev bidin, em ji hev bawer nakin, em ji hev ditirsin em pir henekên xwe bi hev dikin. Heyata me kurmancan “veşartok"ek e; ê ku neyê dîtin bi ser dikeve û ê ku tê dîtin mala wî xera dibe, kur û kem dibe.” (rp, 43) 
Romaneke grîfît e ji hêla mijarê ve. Her wiha nivîskar di metna xwe de behsa gelek psîkolog û felsefevanan dike, behsa gotin û şîretên wan dikin, analîzên wan dikin. Helbet em ji devê karakterên xwe Egît û Cindî guhdar dikin, nivîskar jî wekî monologan behsa civaknasî, psîkolojî û felsefê dike wekî karakterên xwe yên di metnê de dilîzin. 
Hin mînak: 
“Durkheim dibêje a ku derûniya mirovan destnîşan dike civak e, ger civak biguhere wê derûnî jî biguhere.”
“Hobbes mirovan û her wiha civakê wekî keriyên guran pênase dike; li gorî wî, ji bo ku mirov hev neêşînin û nexwin divê dewletek hebe ku rê li ber êrîşkariya wan bigre. Dewleta me tune ye û dewleta heyî jî, ji bo ku karibe li ber bûyerên wiha bigire, wan gurtir û tûjtir dike. Jixwe tu zanî Cindî bê em kurd çawa gurên hev in.”
“Kurdomanî, ew nexweşiya psîkolojîk e ku gava ev dewlet navê kurdan û azadiya wan dibîhize xwe winda dike, dîn dibe, vedilize û êrîşkar dibe.”(rp, 168-169)
“Emê heta kengî gurê hev û kûçikê xelkê bin?!”(rp, 60)
Analîza ku hatiye kirin li ser derûniya bindestiyê û kolektifbûna binhişiyê û derhişiyê ye. Bi awayekî derhişiya kolektîf, civaka me tevdigerin, loma feodalîzm bi ser dikeve, heke ne derhişiya kolektîf bûya dê derhişiya kolektîf a feodal li ser piya nemaye û ew ê bitefiya, dê derhişiya bindestiyê, sixûrî û xayintiyê bitefiya, dê feodalîzma kurdan bitefiya, loma divê derhişiya kolektîf a civaka me ji holê rabe, divê derhişîna kolektîf a feodalîzmê ji holê rabe. Esas ez behsa feraseta Jung dikim, Jung li ser feraseta derhişiya kolektîf disekine, derhişiya kolektîf desthilatdar û xedar e, derûniya kerîbûnê ye, hişk e, zû bi zû ji holê ranabe. Derhişiya civaka kolektîf a bindestan bê rûxandin dê bindestî, feodalîzm, berjewendî, sîxûrî û xayîntî jî ji holê rabe. Çimkî “Hewante nabêjin destê tenê deng jê nayê.”
“Diya min û Gewrê bi vî şertî li hev kiribû:
“Hûn kûçikê xwe bikujin em ê jî dêlika xwe...”(rp, 189) 
Jung dibêje: “Rih hevparîn wekî rihê heywên e.” Divê her şexsek civakê dike kole, lê rihevparîna a civakê dike dîktator.”
Dema em li vê paragrafa xwe ya jor dinêrin û li gotinên Jung dinêrin em têdigihîjin ku kurteya naveroka romanê di van hevokan de veşartî ne. Mifteya feodalîzmê, mifteya ehleq û bênamûsiyê, mifteya bindestiya duqato, mifteya paşverûbûnê, mifteya nêrîna genîgirtî û rimilkê, mifteya nêrîna derhişiya kolektîf a ku Jung behs dike û miftya derhişiya şexsî a ku Freûd behs dike giş di van hevokan de veşartîne...
Sûdwergirtin:
Carl Gustav Jung, Dort Arketip, Metis, 58

Hin Nivîsen Nivîskar

Di helbestên Îhsan Bîrgul de têgeha 'Dil'

  • 25 Sermawez 2023

Her nivîskarek şopeke wan a berbiçav heye, hin nivîskar jî hene şopên wan wekî xaçerêkan e. Hin nivîskar jî hene mirov nikare şopên wan bişopîne. Dema...

Gêreya Hestên Bindestiyê û Serdestiyê

  • 27 Sibat 2019

“Divê bixwe bihesin, dev ji kinc û cilên xelkê berdin, bi cil û kincên xwe bijîn da ku hûn bibin xwe, hêlên we’y kêm û vala...

Anatomiya Fermana Dîtiran

  • 10 Rêbendan 2023

“Difikirim wê çaxê di tarîgewriyê de siyek im.” Belê Varjabed karakterê vê çîrokê di tarîgewriyekê de Siyek...”Di...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Atlasê li ser "Hewsel"ê dosya amade kir

ad

RTUK'ê ceza da Sezen Aksu

ad

Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye

ad

KURD-AKAD'ê xelat da Celîlê Celîl

ad

Li Amedê 2 ciwan hatin kuştin

ad

GGC'ê beşa pêşbaziya nûçeyên bi kurdî jî vekir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çûyîna Bavo ya Hecê!

  • 30 05 2026
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Fîlozof Edgar Morin mir

  • 30 05 2026
news

Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

  • 29 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname