Vê sibê giran hereket dikim, giran giran ji malê derdikevim.
Fikrekê ji nişke ve xwe li min digire: Bila îro jiyan li pey min were!
Ezê baz nedim li pey wê. Ma ez koleyê jiyanê me, ma ez koleyê sîstemê me, ma ez mecbûr im di nava çerxa wan a kar û perwerdê de her roj xwe perîşan bikim?
Direvim ku derê, digihîjim serê kîjan lûtkeyî? Çima her sibe ew qas ecele dikim? Çima her carî ew qas zû dimeşim, zû diajom, zû dixwim. Çima firsendê nadim xwe li derdorê temaşekim, li rûyê însanan binêrim û ji xwezaya muhteşem tehm bigirim?
Îro giran dimeşim, dibêjim, berde bile here; ji ku ve zirav bû bila ji wir ve biqete. Bêtelaş bê fikar dimeşim…Ji bo min ceribandineke nû ye. Va ye temenê min ji 40’î derbas bû, heta niha tim zû meşiya me, tim ecele kiriye. Tirsa ku tim ji dibistanê û ji kar dereng bimînin, xebata şev û rojan a ji bo îmtihanan ez perîşan kirim.
Îro giran dimeşim. Li derdora xwe mêze dikim, darên li qeraxên rê, vîtrînên xemilandî yên dikanan, detayên di mîmariya xaniyan…Îro deriyên van xaniyan çiqas balkêş in! Heta niha ew qas di vê reyê re derbas bûme, min estetîka di van deriyan de ferq nekiriye.
Îro min hîs kir ku em di nava çerxekê de ne, bûne koleyên vê pergalê. Koleyên kar, koleyên perwerdehiyê, koleyên gihîştina derekî.
Îro giran giran dimeşim, mêjiyê min îro rabûye îsyanê, ronî bûye; lê bedena min fêr nebûye, ritma wê ya rojane ser û bin bûye, bi mêjiyê min re ketiye cengê. Xuyaye rihê koletiyê xwe berdaye heta temarê bedenê yê herî zirav jî. Bedena reben nizane ku bi salan e min ew jî bi xwe re kiriye mehkûmê pergalê. Ya ku tim bazdaye, reviyaye, barê min hilgirtiye ev beden e. Ya di karên herî zehmet de xebitiye, ev beden e. Dest û tiliyên min, lingên min hestiyên min tev di rêya armancên min de perîşan bûne. Çawa heta îro li ser piyan mane, mucîze ye!
Îro ne li seyarê siwar dibim, ne li trenê. Dixwazim tenê bê xem bimeşim. Kengê digêjim kar, ne xema min e.
Firsendê didim mêjiyê xwe; îro fikar û pirsgirêkên tekildarê kar dayne aliyekê, hinek li xwe vegere. Ez çima tim li pey jiyanê kaş û berkaş dibim, bila îro jî jiyan li pêy min were, bila çerxa cîhanê îro nezivire, bila roj dereng biçe ava, heta bila hinek bisekine ma çi dibe! Ji xwe emir kin e, zû derbas dibe, me tu xêr ji xwe nedît, di vê xirecira jiyanê de, çima bi vê lezê hê bêtir emrê xwe kin dikin? Belkî çiqas giran bimeşim, jiyan ew qas giran derbas be. Me tehma jiyanê ji bîr kiriye. Em di demsala biharê de ne, xweza merd e, her tiştî qat bi qat pêşkêşî me dike. Serê xwe rakî li kîjan darê binêrî, yan jê fêkî dibarin yan bêhnên zarokatiya mirovan jê difûrin. Ji eynî axê û ji eynî avê xweza bê sînor tehm û rengan diyariyê me dike. Bi fêkî, sebze û her cure nebatên xwe sifreyeke bê dawî ji me re radixe. Çima jê tehm negirim, ezê çima li kêfa xwe nenêrim! Çima xwe serbest bernedim! Çima dernekevim keşfa xwezayê, çima dostaniya heywanan qezenc nekim çima li çîroka mirovan guhdar nekim!
Ezê ji îro pê de ji vê beden û mêjiyê re rêz bigirim, lezê ji jiyana xwe derbixim, tempoya xwe kêm bikim, her carî rotayeke cuda ya meşê hilbijêrim. Ezê guh nedim dengên min aciz dikin. Ezê derkevim serê çiyayan, biçim nava xwezayê, ji her nebatî, ji her dîmenê, ji her dilopên baranê, ji dengê çeman, ji ava kaniyan ji pêlên behrê, ji dengê lawir û çivîkan tehm bigirim. Eger însan nehêlin, eger bendên pergalê pêşî li min bigirin, ezê bi wan re şer bikim, li berxwe bidim, têbikoşim.