Behlûl zelal
Hebû tunebû. Li vê dinyayê welatek hebû. Ev welat, ji gelek şaristayan re mazûvanî kiribû lowma ji hin hêlan ve dewlemend be jî, ji gelek hêlan ve lawaz bûbû.
Zeviyên wî ziwa, çiyayên wî tazî bûn. Hesreta xwezaya vî welatî dilopek baran bû. Ji ber vê yekê ajalên ku li vî welatî dijîn jî, her û her kêm dibûn. Lê dijberî xwezayê, mirovên vî welatî pir çeleng, zana û xwezaperest bûn. Gel, li her derê, ji çar alî ve, her cure darên xweşik, dartahm datanîn, bi hêza xwe zora xwezayê dibirin. Her wiha ajalên ku nifşên wan li vî welatî kêm bûne li malan xwedî dikirin û ber bi çiya û deştên xwe ve berdidan. Xaniyên vî welatî di nav bexçe û kulîlkan de bûn. Her der, kesk bû. Zozan, çiya, deşt, gund, bajar, her der mîna bihuştê bû.
Zarokên vî welatî, ji mezinên xwe jî paqijtir, jêhatîtir û zanatir bûn. Wan tu carî qirşeke biçûk jî nediavêtin erdê, gemariyên ku bêhemdî biketa erdê jî li hewayê digirtin û dibirin, diavêtin salikên gemarê. Heta zanayên vî welatî li ser gemariyan dixebitîn ku enerjiyekê jê derxin. Wekî din jî zanist enerjiyê, ji avê, ji hewayê bi dest dixistin. Bêyî ku xweza qerejî bikin û xera bikin enerjî bi dest dixistin, enerjiya zêde didan dewletên cîran û belengaz.
Zilamên vî welatî qet hez ji qehwexane û tiştên beradayî nedikirin. Ew an li dezgeh û karxaneyan karê xwe asayî dikirin, an bi zarok û malbata xwe re mijûl dibûn. Malbat, cîran, tax bi tax, gund bi gund bi hev re kêf û seyran dikirin. Her roja wan a roşanê yan betlaneyekê mîna mihrîcanên xwezayê, mîna mihrîcanên neteweyî derbas dibûn. Jixwe di her qada ku dikaribûn tenê bi zimanê xwe diaxivîn. Bi çanda xwe dijîn, li muzîka xwe guhdarî dikirin, kitêb û rojnemeyan bi zimanê xwe dixwendin. Bi hezaran sal, bi sedan dagirker hatibûn zilm û zor kiribûn lê qet zimanê vî welatî ber bi windabûnê ve nebiribûn. Berxwedana vî welatî rê nedabû vê yeka hanê. Lowma a niha jî li her kolana vî welatî qîr, sixêf û awazên bi zimanê vî welatî difure.
Rewşenbîrên vî welatî nedişibîn rewşenbîrên xelkê. Rewşenbîrên xelkê her çi qasî ku jîr bin jî, ji gel cuda dijîn. Tu têkiliya wan bi gel re tune bû. Lê rewşenbîrên vî welatî, zehf nefsbiçûk bûn. Heke yekî ku wan nas neke ew bidîtana dê bigota teqez ev yan şîrfiroş in, yan jî ew kesê ku seyar digerin kêran tuj dikin in. Wekî ku difikirîn dijîn, hemû behre û berhemên xwe xistibûne xizmeta gelê xwe.
Nivîskarên vî welatî jî, ji rewşenbîran ne kêm bûn. Jixwe kî rewşenbîr e, kî nivîskar kesî ji hev dernedixist. Her nivîskarek bi rista rewşenbîrekî livdar û jîr tevdigeriya ji bo ku çareserî û dermanan peyda bike ji êş û keserên gelê xwe re. Berî her kesî xwe berdidan qada çalakî û têkoşînê. Ew mamosteyê zimanê xwe, ew rêber û hevalên gelê xwe bûn.
Rojnamagerên vî welatî jî pir pir jêhatî û afirîner bûn. Her roja Xwedê bi tiştek nû ku li tu dera cîhanê kes pê nizane derdiketine hemberî xwendevan û gelê xwe. Û jixwe ji ber vê yekê bû ku gel jî bêrawest rojnameya wan dixwend û tu carî jê têr nedibû. Mesela, qunciknivîsên rojnameya vî welatî ku tekane rojnameya xwerû bi zimanê vî welatî weşan dikir, nola fîlozofan bûn. Qet ew weki nûçegihanekî tevnedigeriyan. Nûçegihanî, karê nûçegihanan bû. Qet wan axaftin û gotinên kesên din dubare nedikirin, heta rojnamegerên vî welatî, ji dubarekirinê ew qasî aciz bûn, cutina beniştî li xwe qedexe kiribûn.
Lê ji hemûyan bêhtir, taybetmendî, rewişt û sinca siyaset û siyasetmaderên vî welatî bala hemû mirovên cîhanê dikşand ser xwe. Te digot qey ne li vê dinyayê dijin. Raman, rêxistin, feraseta wan çi dibe bila be. Ew ne pir girîng bû. Hemû hêz bi rihekî tevdigeriyan, te digot qey ev hemû di yek rêxistinê de ne, tenê ji bo kêfê navê cur bi cur li xwe kirine. Di her mijara ku ji bo gel û welatê wan rast bû, bi hev re radibûn ser piyan. Berjewendiyên xwe yê rêxistinî û kesane bişid diavêtine tihêle xwe. Bi hêzeke nedîtî, piştaveniya hev û welatê xwe dikirin. Digotin, em xulamê gel in. Em nobedarê vî welatê ne, ‘heta tenûra dayika şîrîn û tiwa di hewşê de’ jî tê de. Ku xetereyek rû bidana yan êrîşek bihata ser vî welatî û gelê vî welatî, hemû siyasetmedar dibûn yekdeng. Ma tenê ev, siyasetmedarên vî welatî ji rewşenbîrên wan jî nefsbiçûktir bûn. Tim û tim di nav gel de bûn. Heta êvarî bi gelên xwe re bi dama, nehberkê û kişikê dilîstin. Jinên siyasetmedar, pêşmalên xwe girê didan û teşiya xwe ba didan. Kî gavan bû, kî êm dida mirîşkan, kî serokê şarederiyê bû, kî siyasetmerdar bû, tenê ku her kesî nasnameya xwe ji xelîtka xwe derxistina diyar dibû.
Hûn ê niha bêjin ‘Bes e gidî, ev welat ku der e?’
Ez jî dibêjim, ma ji we re çi? Hey ev welat ne Kurdistan bû....
***
Nivîsên Behlûl Zelal ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Masiyên Tî
- Helwesteke rasteqîn, pêwîst û derengmayî
- Komeleya Badek û zîziya dil
-