logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  2. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  3. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  4. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
  5. Dengbêj li ber Ulu Camiyê bûn

Mîrza Ronî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Mîrza Ronî

Mîrza Ronî

Berxwedana: Bêje Tu kî Yî?

  • Dîrok: 04/04/2024
Li Tirkiye û Kurdistanê di hefteyekî de rojev li rojevan aliqîn û pêvajoyên germ derbas bûn. Ji aliyekî ve kelecana hilbijartina rêveberiyên heremî ji aliyekî ve kelecana roja hibijartinê û ji aliyê sereke ve jî berxwedana gelê kurd.
Di roja hilbijartina rêveberiyên heremî de careke din diyar bû ku gelê kurd li hember dewletê dikeve hillbijartinê û vîna xwe diyar dike. Li bajarên wekî Şirnex, Sêrt, Bedlîs û li gelek bajarên Kurdistanê riyê deshilatdariya Akp careke din zelal xuya kir ku; vîna gelê kurd qebûl nake, bi dizî û hîleyan hewl dida encamên hilbijartinê li ber xwe bixe. Lê di vir de berxwedana gelê Şirnex û Botanê rê neda dizî û hîleyên desthilatdariyê. Di roja hilbijartinê de, li Şirnexê sekna gel a bêtirs ku bi pirsa; “Bêje, tu ji ku yî?” li riyê kesên xulamên dewletê diket hilbiartin ber bi encamê ve bir û vîna gelê kurd diyar bû. 
Lêpirsîn diyardeyeke, pîvaneke encama serkeftina heqîqetê bi xwe ye. Dema lêpirsîn hebe berxwedan jî heye û dema berxwedan hebe serkeftin jî heye. Giyanê gelê kurd ku bi vê hilbijartinê derket holê, ne tenê ji bo destxistina şaredariyan bû, vîneke ji bo diyarkirina sekna gelê kurd bû ku êdî bi lêpirsînê xwenas dike û serdestiya li ser Kurdisatanê qebûl nake. Di vê povajoya hilbijartinê de diyar bû ku, êdî gelê kurd xwe jî nas dike û serdestên xwe jî nas dike, ango gelê Şirnex dizane kî şirnexî ye û kî ne şirnexî ye. Ji bo wê çendê pirsa ku xaloyê şirnexî gelekî girîng e û pîvaneke ku êdî her kurd ji xwe û ji mêtinkarê xwe bi pirse. 
Li gorî pirsa; bêje tu ji ku yî? li Wanê jî li hemberî serdestiya feraseta kayûman berxwedan pêşket û vîna gelê kurd hat parastin. Biryara ku ji bo desteserkirina Şaredariya Bajarê Wanê, biryareke şikandina vîna gelê kurd bû. Armanca serdestan ew e ku vîna gelan bişkîne û xulamiyê pêş bixe. Lê êdî gelê kurd bi lêpirsîna li ser xwe û xaka xwe, armanca xwe zelal diyar kiriye ku nema rê bide serdestiya li ser hebûna xwe. Bo wê çendê gelê Wanê li dora vîna xwe xelekek ji berxwedanê ava kir û biryara kayûmê li erdê xist. 
Gelê kurd baş dizanî ku heke vîna bajarê Wanê were şikandin wê vîna hemû bajarên Kurdistanê were şikandin û armanca desthilatdariyê jî ew bû ku yek bi yek bi kayûman dîsa dest deyne ser şaredariyên bajarên kurdan. 
Gotineke pêşiyên kurdan heye, dibêje; 'Ew war e, lê ne ew bihar e.' ango serdestan ji xwe re armanc dikirin war û bihar a wan e. Lê belê gelê kurd di vê hilbijartinê de ji wan re bi kurt û kurmancî got ku; 'Ew war e, lê ne ew bihar e.'         

Hin Nivîsen Nivîskar

Bo zimanê xwe çima destûrê dixwaze?

  • 16 Avrêl 2023

Camêr akademîsyen bû, derbasî kursiyê axaftinê bû û dest bi axaftinê kir: “ezê bi zimanê xwe (kurmancî) bi axivim...”Balkêş! Balkêş...

Kurdbûna Li Dîasporayê

  • 28 Rezber 2023

Têgîna 'Kurd û Kurdbûn' di nav xwe de du wateyên rasteqîna civakî diparêzin. 'Kurd' têgina rasteqîna civaka kurd e ku di nav xwe de dîrok, çand û hwd....

Agir ji me re çi dibêje?

  • 24 Pûşper 2024

Bi yek derbê agir kete nav rojeva gelê kurd de. Agirê ku li jînwarên gundên Şemrex û Çinarê pêket, şewateke mezin li heremê pêk anî. Bi şewatê re dilê me kurdan tev êşiya û di encamê de heta niha 15 kesî...

Hemû Nivîsen Mîrza Ronî

Mîrza Ronî kî ye?

Mîrza Ronî di sala 1980’î de li gundê Bêdara girêdayî Cizîra Botan hatiye dinê. Xwendina xwe ya fermî heta zanîngehê Zanîngeha Mêrsînê Beşa Avahîsazîyê ya du salan qedandiye.
Di sala 2008’an de li Cizîrê dibe aktîvîstekî zimanê kurdî û ji bo xebatê ziman pêşengî dike. Ji ber çalakiyeke li ser xebatên ziman hatiye girtin û demek girtî maye. Piştî berdanê ligel hevalên xwe kovara “Hawara Botan”ê derxistiye.
Di navbera salên 2011-2015'an de dîsa li girtîgehê maye û piştî berdanê ji bo Azadiya Welat xebitiye.
Ew endamê Komelaya Nivîskarên Mezopotamyayê ye.
Serokatiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek kiriye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
- “Tevna Çand û Ziman” (2017, Weşanên J&J)

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Ji cîhana fûtbolê îro çend nûçeyên derketine pêş

ad

Amed li Qada Stasyonê dê dengê aştiyê bilind bike

ad

Messi bi hêstirên çavan xatir xwest

ad

'Xwebûn'eke nû derket

ad

Ji bo Akademiya Payîzê ya Îsmaîl Beşîkçî serîlêdanan dest pê kir

ad

'Li 50 eyaletan ez ketim nav pevşabûnê'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname