Behlûl Zelal
Pergala îroyîn a aborî û civakî, ligel gelek pêşketin û xweşbûnên jiyanê, pir êşên jiyanê jî li mirovahiyê kirine bela. Şer, koçberî, mişextî, xizanî, nexweşî… Ev hemû bi hev re girêdayî ne. Dibe ku hin sedem tiştinên din bin. Ez bawerim sedem, kiryar, hoste, afirîner û hilberînerê her cure xirabî û xweşikahiyê jî mirov bi xwe ye. Raman û kirinên mirovî ne…
Di vê civaka ku îro mirov bûye gurê mirovî de, dema hewldanên alîkarî û xweşkirina jiyana mirovan, bi piranî jî yê zarokan dibînim, ez wisa difikirim: Desthilatdarên cîhanê, bi pergala ku afirandine, neyar û xetere ji xwe re hilberandine. Rewş û kesên êrîşkar derxistine holê. Ev kirûyên xetere ji wan re bûye tirs û her roj dikeve xewna wan, lowma ji bo xwe biparêzin car caran projeyên başkirinê peyda dikin, da ku xetere neyê li deriyê wan nexe.
Lê dema mirov li armanc, proje, nêt û xebatên Komeleya Badekê/Sarmaşik (dargerînek) ku di avrêla sala 2006’an de, ji hêla 32 kesan ve hatiye avakirin binihêre, tiştekî cuda derdikeve pêşberî me. Li bajarekî nola Amedê ku ev zêdeyî 25 salan qada şer e, ku ev nêzîkî sed salî, mîna zaroka ji hewiyê ji her tiştî bêpar e, dîsa ji hêla kesên ku rasterast ew jî di bin bandora vî şerê kambax mane/dimînin ve hatiye sazkirin, hewldaneke wisa pîroz û mirovane jixwe dê tiştekî din be. Jixwe dê ji adetê cuda be.
Ji ber vê cudatiyê ye ku mebesta wan ne ew e ku 'masiyekî bidin mirovan' û carekê zêkê wan têr bikin. Ew dixwazin, mirovan fêrî têrkirina zêkê xwe bikin. Ew girtina masiyan fêrî mirovan dikin. Ne tenê ev, em dizanin ku di civakê de, her tim kesên ku nikarin masiyan bigrin jî hene. Ew li van jî xwedî derdikevin. Ew bi destê wan jî digrin. Lê ne bi awayekî ku mirov ji vê belengaziyê şerm bikin, ne bi awayekî parsekî. Bi rûmet û bi rêbazên mirovane.
Amed dabeşî 5 taxan kirine. Di nav 5 taxan de bi 5706 malan re, yek bi yek axivîne. Bi çavdêriya akademîsyanan û bi rêvebirina xwendavanên zanîngehê yên beşa sosyolojiyê, yên ku bidilê xwe di vê projeyê de dixebitîn, ji her malê 57 pirs pirsîne. Bi vî awayî nexşeya bajêr a xizaniyê derxistine. Û kesên perwerde kirine/dikin jî ji nav van kesên xizan û bê-kar neqandine.
Komele ji bo her qadê bi projeyan derdikeve hemberî civakê. Heta niha, kesên ku bi hin hûneran zanin lê belgeya wan tune ye, perwerde kirine û belge dane/dide wan. Di projeyeke din de – ev proje hem pêdiviya îroyîn a Amedê ye hem rasteqîn e- ku serê sala 2008’an dest pê kirine, di her 3 mehan de 40 kesî ji bo hostatiya tesîsatên gaza xwezayî perwerde dikin. Heta niha dewreyek qedandine, dewra duyem didome. Projeyên destekkirina perwerdehiyê li dar xistine. Zarokên ku hem dixwînin, hem li kolanan dixebitin destek dikin. Dîsa ji bo kesên ku nikarin nanê xwe yê rojane bi dest bixin projeya “bankaya xwarinê” amade kirine. Di vê projeyê de zêdetir alîkarî jisazî û kesan dixwazin. Ji ber ku ev proje tenê bi hêza saziyên damezrînêr û beşdaran ve nikare demeke dirêj, bi rê ve biçe, ew ji her sazî û kesî alîkariyê dixwazin. Ji bo vê jî bi walî û rayadarên bankayan re hevdîtinan li dar dixin, da ku kesên ku bixwazin ji mehmiza wan alîkarî bête birîn û rasterast bi awayeke hêsanî bigihe pergala projeyê.
Sê komên civakê di hedefê komeleyê de ne; betal, nîvişk û zarok. Ji zarokan jî, tenê zarokên ku ji ber neçarî û xizaniyê nikarin biçin dibistanê, zarokên ku ligel dibistanê di kolanan de dixebitin, zarokên ku di kolanan de dixebitin û ji ber vê yekê jî qet nikarin biçin dibistanê.
Bêyî ku kesên mihtac bikevine nav şermê, bêyî feraseteke ku tenê alîkariya alîgirên xwe bikin, kî dibe bila be, ew dixwazin kesên ku ji ber sedemên lipaşmayîn û koçberiyê ketine nav komên dezawantaj, ji nav vê bêgaviyê rizgar bikin. Ew hewl didin ku bi hevkariya civakî, bi xizaniyê re têbikoşin. Ew dixwazin di der barê xizaniyê de projeyên kurewî (gerdûnî) di herême de bi cih bikin.
Bi rastî kesên welatparêz, kesên şoreşger, kesên mirovhez, kesên ku di anişka dil de, bi qasî serê misqalê zîzî mabe, kesên hevalên rastiyê, heqiyê…û hwd. Ku tenê qiruşek be jî, her kes li gorî hêz û taqata xwe em destê xwe dirêj kin.. em destên xwe li hev badin. Em dilan bigihînin hev, dilan bikin yek. Bêşik di rojên bên de, rêvebirên vê projeyê dê kampanyayan li dar bixin. Ne tenê ji bajarê Amedê, ne tenê ji bajarên Tirkiyeyê, ji her aliyê cîhanê, bi taybetî jî ji welatên Ewropayê, ev proje li hêviya her kesî ye. Em pê bawer in ku dilên zîz li her derê cîhanê hene. Em bi wê yekê bawer in ku dê gelê Amedê li rûmeta xwe, li xizaniya xwe, li mirovahiyê xwedî derkeve. Û qedera xwe veguherîne û dahatûya xwe bi şahiyê bineqişîne.
Ji bo kesên eleqedar:
Komeleya Sarmaşikê
Urfa Yolu Uzeri Malabadi Oteli Yani Menka Apt. No:4 Merkez Diyarbakir
00(90) 412 237 65 51
00(90) 412 237 65 52
http://www.sarmasik.org/


