Hogir Berbir
Ev çend roj in zimanê zikmakî bi danezana Bazîdê re careke din kete rojeva bakurê welêt. Hêvî, bîr û baweriyeke din xwe li kurmanciya me ferz û xurt kir. Em gelekî wanî feqîr û belengaz in ku her cure rêzeçalakî û hewldanên ji bo zimanê zikmakî mîna tofana Nuh xwe li peraxan dixîne, xwe li ber bayê me datîne û em bêhnekê jê dikişînin nava axîn û nalîna xwe. Xwe bi xwe dilê xwe şa dikin. Ji ber ku tim û tim bi gotin û vegotinan ve me xwe xapantin e. Mesele ne danezana Bazîdê ye û divê danezanên wiha tim û dayîn hebe û bi van helwdanan, geşedanên wiha bi danezanên nû zêde û gûr bikin. Teqez bikin malê gel û li dû van biryaran bisekinin.
Çend salên dawî, çi sazî û rêxistinên zimanî ji bo zimanê zikmakî ji nav rûpelên ferhengên qirase bê dexistin, hewldanên ji tîn û gurbûna agirê rejîma desthilatdar a pisaftinê vêxistibû bi dûr neket û yên şewîtî ji xwe şewîtîn, yên li ber kizirîn jî hîn li ber xwe didin. Bi tevahî sazî û dezgehên kurdan li ber vî bayî hatin girtin û qadek rêbertiyê ji zimanî re bike bi gelemperî karim bêjim nema. Vê dawiyê çend sazî û dezgehên hatin vekirin jî têrî nekir û bersiv neda hêvî û daxwazên vî gelî ku li pêşiya pisaftinê bê girtin. Nav hebû lê dagirtina naverokê qet nîn bû.
Bi girtina sazî û dezgehên vî gelî re bar tev ket ser milê çend weşanxane, çapemenî û saziyên ji bo têkûzkirin û rêvebirina zimanî. Hêjayî pesindayînê û nirxandinê ye ku di vê qada vala de û li hember pisaftin û teknolojiya ku roj bi roj zimanê zikmakî li ber diheliya, têkoşina û dezgeh û saziyan bi awayekî çalak li ber rawestiyan. Li gorî teknolojî û awayê pêşdebirina pêdiviyên jiyanî, hewldan kêm dibûn bersiv û nedigihîşt wê astê ku ziman di standartbûnekê de rûnê. Di qada vala de tevgera serî rakirinê û liberxwedayînek ji hev bela wela hebû. Her kesên ku xwe berpisiyar didîtin, di qada zimanî de li hember valahiya ku hebû di nava lêhûrbûnekê de bûn.
ROLA ÇAPEMENIYÊ
Di serî de ev bar ket ser milê çapemeniyê. Çapemenî, di qada medyaya civakî de xwe ragihandina her qadên jiyanê û bi platformên îro bûne perçayek jiyanî ya bi nan û avê re ku mirov pêdiviyên xwe pêk tînin, bi her awayî bi me re ye. Û bi taybetî bi zimanê desthilatdar bi me re ye, her tişt li gor vê tevnê xwe bera qada civakê daye, di esasê xwe de zimanê zikmakî li paş dimîne û nayê bikaranîn. Facebook, twîtter, telegram, whatsapp û gelek qadên din ên platformên medyaya civakî. Mirov di van qadan de serwext nabe û nagihê tevan bikar bîne û hew çav lê tê gerandin…
Malperên kurdî kêm kêm in û ragihandina nûçeyan bi piranî bi zimanê serdestan tên hînkirin. Ji ber ku sazî û dezgehên kurdî nabe bersiv û di vê qada vala de pêdiviya bikaranîna zimanê zikmakî pêk nayê, roj bi roj li hember pisaftinê bi neçarî dihele. Ji ber vê dan û stendin, pêdiviyên jiyanî û ehlaq û tevnên mirovî, ji sazî, dezgeh û kesayetên birûmet wêdetir, pêdiviya xwe di bikaranîna zimanê zikmakî de nabîne. Bi zimanê serdestan dan û stendinek e normal tim li hember me xwe dide der.
ZAROK Û DIBISTAN
Zarok li dibistanan tim bi zimanê serdestan li mal in, tişta li dibistanan hîn dibin, li mal bi dê û bavan dide dubarekirin. Bi vî awayî dê û bav jî dibe amûrê vê pisaftinê.
Qada medyaya civakî, tv, radyo û hew wiha telefonên destan, bi her awayî serdest in û bi zimanê serdestan di kêliyên jiyanî de xwe bi zimanê mirov dialiqîn e. Mirov bi vî zimanî xwe berdide bîra pêdiviyan û pê re dide û distîne. Mixabin, di van kêliyan de tiştekî ku li ber neyê helandin nîn e. Bi xweber gotinên ferhenga pisaftinê xwe di gewrika zimanî re dide der û têkûzkirina pêdiviyên jiyanî bi awayekî serdest dimeşîne. Ev qalib bûye qalibekî jiyanî û niha di her warî de hebûna xwe diyar dike.
BEŞÊN CIVAKÊ
Hêjayî nîqaşê ye ku îro kar û barê giran li ser medyaya civakî ye, çi qasî bibe behsa xeberê jî pêdiviyên rojane yên agahdarkirinê ya jiyanî tijî nake. Ziman pûç û vala dihêle. Hîşmendiya zimanê serdestan bi awayê kurt û kurmancî bi me dide xwarin û dixwaze xwe li ser zimanê me şêrîn bike. Ji xwe beşek civakê, rast e rast pêdiviyên xwe yên rojane û agahdarkirinê bi zimanê serdestan pêk tîne û bi vê hîşmendiyê tev digere. Beşa din jî bi hîşmendiya qalibê wergera ji zimanê serdestan xwe bera bîra ferhenga kurdî dide û bi me dide xwarin, ji tevn û rista zimanê zikmakî re dibe benda awayê têkûzkirina standartiya zimanî ku di warê dan û stendinê de arîşeyan bi xwe re peyda bike. Ev hîşmedî jî ne ji hewldanên xwediyê zimanê sedestan tê, ji xwediyê zimanê li ber pisaftinê li ber xwe dide û roj bi roj dihele ve tê. Ev beş, zimanê serdestan ji serwextên serdestan wêdetir, di qada çand, huner û wêjeyê de baştirîn ziman bikar tîne, dihûne û li ser zimanê serdestên xwe re dibe mînaka bikaranînê ku çawa serdest e. Bi vê hûnandina zimanê serdest re, bi wergerekê daxûlî qada zimanê xwe dike û ji vê re jî dibê “qalibê wergerê û wêjeyê kurdî.” Bi vî qalibê wergerê ku îro di qada medyaya civakî de alîgirên serdestan xwe derdixîne pêş, di heman demê de, di qada medyaya kurdî de jî xwe wekîu xwediyê vî zimanî pênase dike û bi bikaranîna van amûran li pêşberî me ye. Mixabin, çi heyf, rewş ev e.
RAMAN STÛNA ZIMAN E
Zimanê axaftinê ji ber ku rast e rast zimanê agahdarkirin û bikaranîna pêdiviyên rojane ye, kêm zêde guhên ferhenga ku hîs dike, li cihekî xwe qanih dike, bi awayê fahmkirinê re di mejî de bîra ferhenga zimanê zikmakî dide rûniştandin û rawekirin, bi mijarê re têkilî, di bûyerê de kiryar ku di warê serhiş û binhişî de qanihbûn, dan û stendinê bi hev re gûr dike û kar dimeşîne.
Bi rengekî din dîsa mirov dikare bibêje ku raman stûna ziman e. Û encama vegotinê çêkirina bêjeyan e. Afirandina bêjeyan, ne tiştekî hêsan e, girîngiyek û pêwîstiyek jîyanî ye. Ji ber ku kesayet, ramana xwe ya kesayetî, ji bo pêdiviyên xwe yên giyanî pêk bîne, bêjeya ku têkiliya wî/wê bi rihber an ne rihber re heye, bi dewlemendiya ziman û nûkirina hevoka xweser re eşkere dike.
ZIMANÊ NIVÎSÎNÊ Û YÊ AXAFTINÊ
Zimanê nivîsînê tevna xwe ji zimanê axaftinê cuda dide der, gelekî li ber pisaftinê li ber xwe dide, ji bo wenda nebe û bi têkûzî bê parastin, rast e rast dan û stendinên axatinê bi awayekî hemwext, divê serwext be li ber nivîsîna heyî ya wêjeyî. Nivîsîn dema ku di bîra hîşmendiya zimanî xwe dide der, qalibê dan û stendinê, hevfahmkirinê, awayê têkûzkirina pêdiviyên jiyanî di bîra ferhengan de olan dide, tiştina dide qebûlkirin. Armanc ev e ku qewsmîna bûyera nivîskar dide xuyakirin bi xwe re, xwendevan di vê qewmînê de bi mijarê re serwext bike. Gotin bera dûv gotinê dide, herikîna ziman têkûz dibe û bi xwe re zelaliyekê peyda dike. Binê bîra ferhenga kâr dikole û fireh dike.
Wekî li jor jî me da xuyakirin, mînaka li bakur û başûrê welêt, bi tîpên latînî zimanê nivîsînê tê rawekirin, ji gelek pispor û zanayên li ser ziman serdest in wêdetir, tê bikaranîn; beşek ji medyaya nivîskî me got ya aligirên sedestên li ser ziman pisaftinê didin meşandin bi xwe ye. Ya din ya xwediyê zimanê li ber xwe dide bixwe ye. Armanc û helwesta pisporên alîgirên xwediyê pisaftinê eşkere ye. Li gel zimanê dan û stendinê yên rojane, bi şêlûkirina zimanê nivîskî re dike armanc ku bibe amûrek ji amûra pisaftinê. Di nava bikaranîna ziman de qalibê zimanê sedest hemwext dike û bikar tîne. Ferhenga gotinên sedestan di nava çend gotinên dan û stendinê de bi cih dike û bi me dide daqurtandin.
KELEMA LI PÊŞ PIŞAFTINÊ
Xwediyê zimanê li ber vê pisaftinê li ber xwe dide, herdem dike armanc ku standarbûnek têkûz bi zimanê nivîskî li ber gel raxîne. Çi çapemenî, çi weşanxane, çi malperên dijîtal û medyaya civakî, herkest serwext in bi vê armancê re û dixwaze di qada xwe de bibe kelemek li pêşiya pisaftinê. Bi gelek nêrînên cuda tim ligel mirov in. Di demên derbasbûyî de gavên girîng hatin avêtin. Di qada perwerdehiyê de bikaranîna rêzimanî û gotinên ferhengî, wekî standarbûneke civakî di medyaya dijîtal de li hinek saziyên ziman kete meriyetê. Wekî din, herkes bûn pisporên qada xwe. Her em çiqas bibêjin nebêjin, mînaka bikaranîna ziman ji hêja medyaya Rûdawê, ji ya TRT Kurdiyê ne cudatir e, di warê nivîsînê de xwe ji bin bandora bikaranîna zimanê soranî ku bi rêzkirina gotinên ferhengî dernayê, xwe di qalibê wergera zimanê erebî de dide der. Bi tîpên latînî ji bo bakurê welêt tê nivîsandin, mixabin bi vî qalibê wergerê rast e rast derdikeve pêşberî me.
Sazî, rêxistin û xwediyê alav û amûra bikaranîna zimanê li ber pisaftinê li ber xwe dide, wêjevan, nivîskar û kedkarên ziman, di qada xwe de, bi awayekî serbixwe fedekariyê ji vî zimanî re dike û di warê standarbûnê de bi xebatên xwe yên mînak dibin pêşengên vî gelî; bi gelemperî gava ku çav lê bê gerandin, di nava hûrguliyan de bi çend mînakan tim li pêşberî me ne. Ev jî hêjayî nirxandin û xwedîlêderketinê ye.
Di milê din de tevgera başûr, sazî û dezgehên ziman, zimanzan, wêje û pisporên heyî, her çi dibe bila bibe, yên bi fedekarî li ser standarbûna ziman tim û dayîm bi bedelên giran derketine pêşberî me, tevgera vî gelî ya esasî ye. Bi fedekariyeke mezin gelek bedelên giran di vî warî de dan. Piştî van bedelan, qada ziman di warê standarbûnê de hinekî rûnişt, hîşmendiyek hemwate rû da û alav û amûrên bikaranînê bû hinceta nivîsandinê.
JI ALIYÊ ZIMAN VE NAVEROKA JI BO PÊŞEROJÊ
Di wexta destkeftiyan de çiqas bi navê sazî, dezgeh û qonaxên gel yên zimanî bi kurd û kurmancî tim li pêşberî me bûn, mixabin naverok ji bo pêşerojê nehate dagirtin û pêşengî ji amadekiriya pêşerojê re nehate kirin. Dema serdestan dest danî ser dezgeh û saziyên kurdewarî, kurd bê dezgeh, alav û amûr man ku li cihekî pê bialiqe nema. Di vê valahiyê de gelek tişt hatin winda kirin, rê û dirbek bêbinî di qada ziman de vekir û dawî nehate xuyakirin. Çend saziyên li hember vê xwestin xwe li ser lingan bihêlin û tevgeriyan, ji binê zimanê tirkmancitiyê derneket û bi kurmanciyeke wergerî ya nivîskî li ber me ya rast e rast rawestiya. Ev qad hîna jî ji zimanê tirkî gotinan dipê, bi amûra kurmancîtiyê dihûne û çîroka hebûna standartbûnê ji me re dixwîne. Ji ber vê dezgehek bi hîşmendiya kurdî biaxive, bifikire û binivîsîne nîn e. Em bûne sêwî û rebenên bi wergera tirkî ji me re tê ragihandin. Mijar ne mijara wergera wêjeyî ya berhemek ji cureyên mîna çîrok, gotar, roman, helbest, destan an jî ceribandinê ye, mijar bi wergera qada ragihandinê re bikaranîna pêdiviya cikakê ya rojane ye. Di qada medyaya civakî de gerek bê lêkolînkirin û ji raya giştî re bê diyarkirin ku bi zimanê wergerê ne mimkûn e li pêşiya pisaftinê bê girtin û pêşiya standarbûna zimanî bê vekirin. Ji ber vê, îro her kes di heman fikrê de ye ku pêşî bi zimanê serdestan agahiyan werdigirin. Di serî de gerek em xwe ji wergera ragihandinê bişon û rast e rast bi zimanê gel, bi kurt û kurmancî derkevin pêşberî gel. An na, ne mimkûn e ku em xwe ji qirêjiya hîşmendiya zimanê serdestan pak bikin û derba mezin ya ku li vê birîna me ya zimanî hatiye xistin, derman bikin.
Ji ber vê wekî gotina dawî ez dibêjim em li qalibê Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Batê, Celadet, Cîgerxwîn, şehîd û cangoriyên ji bo vî zimanî têkoşiyan û ji nava me bar kirin, li stûna zimên ya esil, li zimanê dayikan vegerin û vî zimanê di kesareta hebûn nebûnê de li hember pisaftinê li ber xwe dide, ji zimanê wergera ku tê ragihandin veqetînin û ji mantiqa tirkmancitiyê wêdetir, bi kurdiya resen derkevin hemberî gel.
Bo vê, bi van bîr û baweriyan em biqîrin û bibêjin tekoşîna ziman, stûna standarbûna ziman e, xebatek e xweser û nirxekî di ser siyasete re.
04.04.2024
rojisor@hotmail.com
***
Nivîseke din a Hogir Berger a ku di Diyarnameyê de hatiye weşandin: