logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Dilşêr Bêwar

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar

Tava li belekiyan bişirî

  • Dîrok: 05/02/2024

Bi guvîna bê re kuliyên berfê ji ezman xwe ber didin xwar. Gund di nav rengî spî de xeniqiye. Ji êvar de bûka mala mezin dike zarokê xwe yê sêyem berde, rû dinê. Bi her qolincê re nalîn û zarin dibin zîpîk, zîpkên li eniyê di ser çavan de digirîn. Ronahiya çavê wê di rojên dawî yên berî ku barê xwe dayne de roj bi roj kêm dibin. Bi qajîna ewil re lêv li bûkê diqelişe!. Bi danîna bar re ji bo çend mehan be jî ji ronahiya çavên xwe dibe.

Sal diborin êdî sola wî zarokî jî dixwaze tevlî solên li paş deriyên civat/şevbihêrkan bibe.  Lê qisûrek wî zarokî heye ew jî ew e ku wexta qisê civatê bala wî nakişînin bi nav xeyalan dikeve. Laş li civatê lê hiş di nava xeyalan de ye. Gelek caran dema ku ji ber hêwirzeya dengan ji nişke ve ji nav xeyalan kil dibe bi hîrehîr û nav û nûçikan ve rû bi rû dimîne. Hin caran di cihê xwe de dibe kevireke sincirî, hin cara jî reva rev ji nav civatê direve heta rewşa rûdayî jî bîr dike. Di êvarek ji wan êvarên zivistanê de şimaqeke bi tîn perdeya guh radimûse. Nav û nûçik êdî bi serbilindî çokê li xwe dişkînin. Piştî wê dilopa kambax nav û nûçikên bi dû ketî wî jî qanih dikin. Qey hedê wî û bavê kê ye ji gotinên mezinan bawer neke? Ma ev îşê heneka ye. Ji neçarî sola xwe ji nav solên civata heyî derdixe. Êdî agirê kulê ye, xwêya di nav agir da ye di canê xwe de diteqe. Têra xwe baqil, lê xapiyaye. Bi wê xapînê dest bi dibistana serateyî ya ku peyvek be jî ji zimanê wê fêm nake dike. Bi zimanê xwe û hevalên xwe re lihev e, hew!.  Êdî zimanê serdest û mezin kêrên ko ne li ser rihê wî.

Heta dibistana navîn xilas dike û dest bi dibistana amadehiyê dike jî nikare tolerî bi mezin û memûrên pişaftinê re qise bike. Dema bi xwe re ye bilbil e, lê wexta bi mezin û memûrên wê asîmîlasyona gawir re rû bi rû dimîne dibe laleke derahanê. Êdî simbêlên wî dikin xû/ xwîdan bidin. Xapa/ handîqapa civata pirzana ew dehf daye, pira siratê ye ji bo wî. Hevalên wî yên ku tu carî ji tiliyên destek nabihurin ne tê de li hember kesên din xwedî zimanek hişkolek e. Bersivên wî kurt û zirz in. Bi xêra ezmûn/îmtîhanên nivîskî heta liseyê bêdeng tê.

Rojek ji rojên zivistana ku dike cîhê xwe ji biharê re bihêle nameya te ya ewil tê ber destan. Hem kêfxweş hem şaşwaz û hem tirsiyaye. Carê derb xwariye nema dikare bi tena serê xwe biryarê bigre/bide. Serî li koma hevalan dide. Xwediyê nameyê kes nenase ji komê. Ji kesa name aniye tê xwestin ku tu pê re derkevî ser dikê/sahneyê. Dema çav bi te dikeve ken û reva te a ber bi sinif/pola te ve li ber çavan zindî dibe. Ew ken û rev û teqreqa ji bin solên te dizinge kengê û çima di hişê wî de maye hê jî ji bo wî mûamaye. Êdî çavê we bi hev ketiye qet nebe êdî xwediyê nameyê bi çav û rû û nav dinase. Dema li koma hevalên li bendê ne vedigere na na dike. Ji wan re dibê: Mîna hevalên we ne bi bejnûbal û bedewe na qebûl nakim! Kesên komê bi ser û bin dikevin pê didin qebûlkirin. Ji bo tu “şermê” de nemînî name welew daxwaza bihevrebûnê tê nivîsîn û bi rêka kesa name anî daxwaz bi nivîskî tê ji te re. Bêhay êdî herdu alî bi awayek lihevkirî dikevin rêka ku felek wê çerxa wan piştî sê salan çep bizivirîne.

Di heyata xwe de tu nivîseke edebî nenivîsîye. Hela name çîne çawa tê nivîsîn jê bê hay e.  Nameya te a duyem wekî xwêya di nav agir de di hiş û canê wî de diteqe. Dibêjin 'reva rovî heta ber kadînê ye'. Êdî mecbûr e bi tena serê xwe di vê rêkê de bimeşe. Bi zor û heft belayan bi texlîtkirina nameya te re te dibersivîne. Tu êdî mûm û meşhaleyî, pîvoka wî a biharî yî ya ku di zikê zivîstanê de zîl dayî yî. Te deriyê xeyalistana ku di ser de hatibû kîp kirin heta serpiştê vekiriye. Her nameya ku tu bi rê dikî mîna ayetên xwedayî dadiqurtîne. Êdî bersiv di yekderbî de tên nivîsîn. Ro û meh li pey hev diqulibin. Êdî ne tenê heval û yar/ hezkiriyê te ye, îman bi wê henûnî û safî, şox û şengî, ji xwe qayilbûn û wêrekiya te aniye. Bi tevî ku wekî her însanî xwedî hest, arezû û ajoyane jî nema diwêre dest bide destê te. Ji wî weye ku wê dest bide dest/bedena te wê ew xweşkokî û narîniya te a nazenîn ya xwedayî biherimîne. Bi tevî ku hûn gelek caran bi tena serê xwe mane jî her bi hesret li wan çavên te yê xezalî mêze kiriye û bûye bilbilê li dor gulê. Te dîsa bi destan girtiye û ew di hembêza xwe ya xwedayî de aş kiriye. Hew carek biskên te bi tirs ramûsaye. Her cara likumiye, ewrên reş kiriye di ser de bibare/bariye, çi bi rêka nameyan, çi bi rêka têlefonê çi jî bi dengê xwe yê rû bi rû tu jê re bûyî tava taviya biharî. Ji bo wî êdî hew tu, cixare û arabeska ew bi cûtina xwe serxweş dikir hene li paş pişta wî.

Sal borîn tu çûyî bajêr ew ma li qezê. Heta we cara dawî rû bi rû hev dît likumîn hebe jî we bi name û têlefonê qise kir. Ji betlaneya dibistanê ya sê mehî re hefteyek heye. Ew rêwiyê metrepoleke ji bo sê mehan bixebite. Li bajêrê ku tu lê dimînî piştî dema ji we re hatiye terxan kirin êdî bi dawî dibe. Qurtên dawî yên çayê tê vexwarin... Dîsa hestiyarî û rika te serî hildaye. Bi israr dixwazî heta otogarê pê re herî. Ji bo nas we nebînin û teşqeleyeke rû nede bi darê zorê te îkna dike. Heta cihê ku hûn divê ji hev biqetin tu dikevî milê wî. Bê ku hûn bizanibin wê careke din çavê we  nema bi hev bikevin tu wî di wê hembêza xwe ya xwedayî de cara dawî dihebînî.

Wê li vegerê dîsa name ji te re bi rê bikira wê dîsa we hefta xwe bikira heşta helandî. Bajarê ew çûbuyê û qederê feqa xwe li ber linga danî bû. Mecbûr ma çend mehan dereng vegere dibistana lê dixwend. Bi xwe jî hê nizane çima li bajarê ku ji neçarî lê dima tu ji rewşa heyî agahdar nekirî. Du sê meh bi derengî be jî dema vegeriya bajarê hûn cara dawî lihevrûniştibûn zivistanê konê xwe vegirtiye. Ji erebê peya dibe nabe berê xwe dide dibistana ku tu lê dixwînî. Lê şans û bext carê ji we re çep zivirî ye. Ji ber civîna mamosteyan dibistana ku tu lê dixwînî piştî nîvro yê betal dibe. Ne tu, ne jî keseke binase li wan der û dertûlan heye. Bi xurîna paş hustiyê xwe re berê xwe dide gund.

Piştî digihîje gund çiqas zeman borî ye nayê bîrê. (qey tu dibê hişê wî hatiye reset kirin) Dîmena di birê de zindî ye ev e; li gund di nav berfê de ye, pişta wî û hevalek wî li dîwarê xaniyekî ye, tav rû û bedena wan dialêse. Segbavê li dibistana ku te û wî lê dixwend li wan dibe mêvan. Li ser ling bi awayek kêm be jî trajediya di ser te de hatî wekî xincêrê li ser dilê wî dixe. Di serî de tu tiştî hîs nake. Li cîhê cî rûdine du cixareyan wekî xincereyeke ko şûşî rih û bedena xwe dike. Bi ofîneke re berê xwe dide mala xwe.

Rojek ji rojên heman zivistanê ew porê wî yê ku te û wî gelek jê hez dikir bi qasî kefa destek ji kortika serî di carek de rût dibe. Dema bi rêka du qutî/eynikan çavê wî bi wî cîhê ku ji carek ve sîqal bûye dikeve, dibe agirê kulê di ser tîqetîqa xwenga xwe ya ku av li serî kiriye de dibare. Êdî ji xwe xeyîdî bi wê muzîka arabesk a dinyayê lê dike zindan, di nav kuçeyên gund de bêdeng pêgermokê digerîne. Bi tevî ku haya diya wî ji hebûna te heye jî devê birîna xwe navê tu kesî nade. Bi heft belayan malbat wî qanih dike ji bo ku berê xwe bide bajêr. Li bajêrê ku hûn li orta nîvroyê li hev rûniştibûn di ofîsa doxtor de bi birîna xwe dihese. Êdî fêm dike ku hiş û binhiş lê hatine xezebê. Di destpêkê de tu derman pere nake. Bi hatina biharê re cuhlet tê bi carek ve serê wî yê bûye mîna nexşeyeke reş û spî ji bin ve kûr dike. Hemî kasetên arabeskî yên ku dibin sebebên serxweşiya wî ya zîhnî dişkîne. Bi şewqeyeke reş re berê xwe dide bajarê ku here tu naçî... Li wir dema karkerên wê bi wan re bişuxuliya ji reçeteya ji bilî derman a doxtor dabûyê agahdar dibin ji kena xwe û wî bi ken “dikujin”. Li aliyeke henekên karkeran li aliyê din mijûlahiya bi kar û bar, hesreta nedîtina te û zehmetiyên heyata bêkariyê û xwendina rojnameyan re nikare serê xwe jî bixwirîne. Bi xû û xisletê xwe yê nû re (xewedin) birîna welat jî hêdî hêdî mixê xwe di rihê wî de dikute.

Ewrên reş û tarî yên bajarê ku ji bo qezenca gepek nan berê xwe dabûyê di her payîza dereng û zivistanê de dibin marê heft serî çênî bi çênî rih ji bedena wî hildiqetînin. Ji ber ku tu bihara wî a şox û şeng bûyî. Bi derketina her biharê re jî dîsa ji xweliya xwe hildifire. Ji xwe erê, lê ma dikare ji te bixeyide? Xeyda ji te dinya wî ya reş û tarî ya berî te binase bi xwe ye. Loma derbihar û havînên wî yên li navçeya herî bi nav û deng a bajarê lê dima têra xwe rengîn û bi xwe re lihevhatî ne. Hela wexta dixebite bi bilêvkirina kilama Şivan Perwer a bi navê HOZAN IM HOZAN re û bi taybet ew beşa ku dibêje: “...nanê zarokan dertînim, nabim xwîdana eniya kesa, nabim keda destê kesa....”  xwîdana ku mîna çem jê dikişe kêf û zewqa heyatê lê derdixe radeya serxweşiyê... Xwendin û guhdarkirina li kaseta Şivan Perwer a bi navê YA STAR deriyeke din lê vedikin... Bi rik dikeve pey rih û zimanê jê hatî dizîn. Bi hevnasiya çîrokên karekterên ku ji bo welat serî danîn ser axa sar re dev li canê xwe dike. Nema dihêle hêsirek bi çavê wî bikevin di xwe de dibe tendûreke ku her û hildipijiqe, didanê xwe dikute serhev heta hesta êşê jê dûr dikeve, ew û pirtûkên di dest de bihev re tirtilîn...

Bi ramûsana devê birînên xwe re porê wî hêdî hêdî lê vedigere. Lê carek din nema şeh bi nava porê xwe dixe. Her cara ku di eynik/qutiyê de li rûyê xwe yê wê careke din tu yê nema bibînî  dibîne wekî ku li dijminê bavê xwe mêze bike li xwe mêze dike. Nema ji tu însanek din wekî ku ji te hez dikir hez dike. Ji alî hestan ve dibe robot. Carek din nema dikare wekî di zarokatiya xwe de û dema bi te re bû bi nav xeyalan bikeve. Mîna qewmê xwe dil li ber însên radixe û rojek jî nabê ax! Navê ku bi darê zorê lê hatiye kirin red dike. Dirfê wî yê niha û yê ...sal berê qasî.... çiyayê qaf jihev dûr in.

Tu jê bêhay bî jî hê jî tu delala ber dilê wî yî. Tava wî a li belekiyên li dil dibişirî yî.

 

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Kapola Hilbijartinê

  • 04 Gulan 2023

- "Em ê demokrasiye...bînin".- "Eger em herin, yanî em nebin wê welat perçe bibe".Her du alî bêyî ku şûrê xwe ji ser stûyê me deynin bi...

Ez baş im

  • 07 Kewçêr 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Li kuçe û kolana ku her roj tê de dibuhurim, bi çavên beloq li der û dora xwe mêze dikim. Ev avahî û mixazeyên nû ji ku derketin? Ew qas guherîn kengê çêbûn? Ez li ku bûm? Ma her...

Ezê yekî bidoşim

  • 25 Rêbendan 2025

Ji bo guhdarîkirinê;   Hefteyeke şilî bênavber dibare. Şantiya ku 500 karker lê dimînin bûye deryaya heriyê. Em di navbera xwaringeh, odaya televîzyon û odeyên razanê de dîl mane. Acizî li qirikê ye. Lê...

Hemû Nivîsen Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar kî ye?

Dilşêr Bêwar, di sala 1977'an de li gundê Qelêçî ya girêdayî navçeya Tatosê hatiye dinê. Dilşêr navê wî yê resen e. Wî dibistana seratayî li gund, a navîn li Tatosê û lîse sala yekem li Erziromê, du salên mayîn li Tatosê xwendiye. Ji sala 1997'an heta 2008'an li Îzmîrê jiyaye û pişt re berê xwe daye Stenbolê. Ji wê demê ve li Stenbolê dijî, dixebite, dixwîne û dinivîse. Ew karker û hostayekî înşaatê ye. Heta niha di hin kovar û malperan da helbest, çîrok û rexne/krîtîkên wî hatine weşandin. 
Bi navê "Notên Xwendinê" e-pirtûka wî derketiye.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hevşaredar Anli: Em parxwestina ji petrolê dubare bikin ku bidin

ad

Hejmara mebûsan guherî, ev bi kêrî Dêrsimê hat

ad

Îsal her meh nêzî 250 doktor ji Tirkiyeyê reviyane

ad

Parlementoya Belçîkayê bi awayekî fermî komkujiya êzîdiyan qebûl kir

ad

Bilêvkirina Kurd a bi Pirsgirêk

ad

Ji 'Kevin û Tiştên Din' çend helbest

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname