Hogir Berbir
Wekî tê zanîn, dema desthilatdar dest danî ser şaredariyan, gelek kesên wekî min bi şaredariyan ve girêdayî bûn û lê dixebitîn, ji karên xwe hatin dûrxistin-îxrackirin û di warê aborî de neçariyek bi xwe re avakir. Li cihekî wekî Amedê bi hezaran kesan yek carê bi hincetên pûç û vala hatin darizandin û bûn qurbaniyên siyaseta desthilatdar. Bi vî awayî çawa kesayet di nava qrîza aborî de ket tengasiyeke mezin, her wiha malbat jî pê re ket ber vî agirê aborî; ji bo debarkirinê herkes bi benê xwe ve aliqîn û bi dûv rê û rêçikan ketin.
Di van çend salên dawî de ji dêvla ku ez berê xwe bidim bajarekî kar û xebat lê heye an jî li derveyî welat niştecih bibim, bi alîkariya nas û dostan li marketa benzînxaneyekê min dest bi kar kir û bi vî awayî 5 salên qût û girover-rojên min yên betlaneyê tune bûn, di rojên cejnan de jî li ser kar bûm û li gorî meaşê asgarî mecbûr dixebitîm-li wir derbas kir.
Di vî 5 salên borî de, heta rojekê Serokê AKP’ê ya rêxistina navçeya Çinara Amedê hate benzîlxaneyê û xwest bi qertê heqê mazota ku kirî bû bide, her tişt normal bû. Min ew kes nasnedikir û cara ewilî didît. Bi kurmancî min pê re da û stend û got, “Çi qasî ji qertê bikişînim.” Wî bi tirkî bersiv da min, li gor bersiva wî min bi kurmancî cardin lê vegerand. Ji ber ku min bi kurmancî lê vegerand, zora wî çû û xwest ez bi tirkî bersivê bidimê. Ez jî ji ya xwe daneketim û bi gotinan em rabûn hev. Bi vî awayî ji benzîlxaneyê dema ku bi rê ket, diyar kir ku dê li min gilî bike. Min jî bê minetî jê re da diyar kirin.
Çend kêlî şûn de -di çapemeniyê de jî wekî nûce derbas bû- polîs hatin min girtin û birin midûriyeta qereqolê. Ji ber axaftina min a kurmancî doza “propagandayê” li min kirin û derxistin pêşberî dozger. Dozger doz li min vekir û bi şertê kontrola edlî û bi qedexaya derveyî welat hatim berdan.
Di heman rojê de polîsên midûriyeta qereqola Çinarê û serokê rêxistina AKP’ê ya navçeyê, giranî danî ser xwediyê benzîlxaneyê û min ji karê min dûrxistin.
Piştî ji karê xwe hatim dûrxistin, ketim lêgerîna karekî ku lê bixebitim û pê debara xwe bikim. Mixabin, min li cem dostekî wekî notirvanê şantiyê dest bi kar kir, meha min qediya, bê hincet heqê xebata xwe ya mehekê karim bêjim min nestend û ji kar hatim dûrxistin…
Çend mehan di bin çavdêriya kesên ku min girtibûn û derxistibûn dadgehê de bûm û em li gelek cihan li hev diqelibîn; min sebebê şopandinê ji wan pirsî. Lê mixabin bersiv tune bû.
Rewşa min a aborî her ku diçû zortir dibû, erzanî pûç dibû, sê zarokên diçûn dibistanê û li malê xwedî derketin di stûyê min de bû, mecbûr divê li cihekî bihatima aliqandin. Min tu rê û rêbaz nedît û wekî hêvî derketina derveyî welat ji xwe re azadî dît. Bi dû şopa derketinê ketim. Qedexeya derketina derveyî welat jî li ser min hebû. Mecbûr mam serî li rê û dirbên qaçaxî bidim. Bi rêya nivîskarekî rêyek ji min re hate dîtin. 5 hezar Euro ji min dihat xwestin ku ji bo derbasî Yewnanistanê bikin. Ew qas pereyên min jî tune bûn. Mecbûr mam ji qerta xwe ya banqeyê kaş bikim û bi rê kevim. Kesê ku min derbasî derveyî welat bike, ji xelkê Bîngolê bû, ji malbêtek welatparêz bû û xwişka wî kesî di kovara “demokratik modernîte” de dixebitî. Ji bo ku min derxîne derveyî welat, gerek pere pêşin li cihekî bê danîn. Li ser nîqaşan û bi gotina hevalê nivîskar ku ew jî di vê rê de derketibû derveyî welat, min pere da birayê kesê ku dê min derxîne derveyî welat. Piştî pere min da şûn de bi rojekê, rêberê ku min derxîne derve, berê min da Edîrneyê û ji wir min derxist, bir Yewnanistanê. Li Yewnanistanê di heman rojê de ji aliyê polîsan ve ez hatim girtin û berî tarî bikeve erdê bi erebeyeke her çar aliyê wê girtî, berê min da cihekî ku qet nizanim ku der e. Min xwe di nava koma koçberên ku piraniya wan ji xelkê Sûriyê ne û ereb bûn de dît. Bi tariyê re derbasî milê Tirkiyeyê kirin. Em dora sed kesî hebûn. Siwareyên tîcarî yê milê li Tirkiyeyê hatin pêşiya me û gotin “Stenbol, Stenbol!..” Min jî xwe wekî xelkê ji Sûrî pênase kir û li erebeyekê siwar bûm. Dema polîsên Yewnanistanê dest danîn ser alav û pereyên li ser min, hinek pere li ser xwe min veşartibûn û kesî nedît. Bi xêra wî pereyî ji ser sînorê Edîrneyê derbasî Stenbolê bûm. Nimreyên telefonên kesên min derbasî Yewnanistanê bikin, tev di telefona ku polîsên yewnan ji min stendin û nedan min de bûn. Hew nimreya kesê ku min pere teslîmî wî kiribû, min li Stenbolê li cihekî danî bû. Bi vî awayî min xwe gihand wan kesên ku min derxin derveyî welat û hevalê xwe yê nivîskar. Rêberê ku min derxin derveyî welat, cardin ji min xwestin ku ez berê xwe bidim Edîrneyê. Piştî du rojan min berê xwe da Edîrneyê. Di heman rojê de kesekî bi navê Umud ku eslê xwe kurd bû û ji Hatayê bû, lê li Stenbolê hatibû dinyê û kesek kuştibû, ceza lê hatibû birin û ji bo nekeve girtîgehê, bi rêya ku ez tê re diçûm, ew ê jî derketa derveyî welat, Yewnanistanê û bû hevalê min ê rê. Ez û Umud em derbasî ser sînor bûn û ji wir jî derbasî milê Yewnanistanê bûn. Kesên me derbasî Yewnanistanê kirin, me li cihekî pir asê danîn û em nikaribûn li cihê xwe tev bilivin. Bi vî awayî me zêde li ber xwe nedan û ji aliyê polîsên Yewnanistanê ve em hatin girtin. Careke din tevahî alav û pereyên li ser me ji me stendin û di heman seatê de berê me dan ser sînor û teslîmî leşkerên Tirkiyeyê kirin…
Ji ber doza min a Çinarê dozger bi hinceta sînor hatiye îhlalkirin, girtina min xwest û ez hatim girtin. 12 rojan di girtîgehê de mam. Piştî ji girtîgehê derketim, ji ber îhlalkirina sînor ceza li min birîn û di hundirê 5 salan de tiştekî li dora min bibînin dê wî cezayê ku dane min, bi min bidin kişandin.
Ji girtîgehê derketim şûn de min xwe gîhand gelek kesan; rêxistina Yewnanistanê, a Almanya, ya Swîsreyê, gelek kesên navdar û hevalê xwe yê nivîskar. Min rewşa xwe ji wan re diyar kir. Mixabin, rêberê min, 5 hezar Euroyê min xwar, bi ser de ev bobelat hat serê min û hîn tu encam min bi dest nexistiye.
30.10.2022’an de doza ku li min hatibû vekirin, di 22.12.2023’an de li dadgeha 5’mîn ya giran ya Amedê bi dirûşma dawîn beraat bûm. Ev doza li min hatibû vekirin dora 15 mehan dom kir. Min serî li dozgeriyê da, da ku dozê li polîsên midûriyeta Çinarê û serokê rêxistina AKP’yî veke. Lê mixabin, daxwaza vekirina dozê bê hincet hat redkirin. Li ser vê min serî li îstîfnafê da, li wir jî tu encam min bi dest nexist û ev doz her wiha bi vî awayî wekî ku hatiye vemirandin.
Ez aniha betal im, ketime bin deynê banqeyê û nikarim tev bilivim. Ji ber vê hêvî û daxwaza min ji nas û dostan heye, demildest pêdiviya min bi karekî heye ku ez bixebitim da ku pê debara xwe bikim û xwe ji binê vî deynê banqeyê derxînim. Çi kar dibe bila bibe, pêdiviya min ji xebatê heye.
Li gel rêz slav û hûrmetên min…
***
Têbiniya Diyarnameyê: Bi hêviya ku ev nivîs bi kêr bê û rêyeke li ber nivîskar Hogir Berbir vebe, em navnîşana e-maila wî û nimreya telefona wî datînin vir:
rojisor@hotmail.com
0536 288 75 68
****
Nivîsên Hogir Berbir ên berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Di çarçoveya ziman de şikilgirtina raman û kesayetê