logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çûyîna Bavo ya Hecê!
  2. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  3. Mezinê Ewropayê diyar bû
  4. Fîlozof Edgar Morin mir
  5. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Xwebûn û desthilatdarî

  • Dîrok: 04/04/2024
“Çiyayê Sîpanê Xwe-bûn e, xwe ye, tu kes nikare bihejîn e, ne tang û ne top dikare wê xwe-bûnê û hebûnê bihejîne û wergerîne. Çimkî ez çiya me, çiyayê Sîpanê Xelatê me. Çiya ji desthilatdaran û minareyan bejinbilindir û xurtir û zexmtir e. Ez warê Siyabend û Xecê me, warê xwe-bûnê me, warê hebûnê me.”
Desthilatdar nexweşekî çavnebar e, ji serketinan dihesidin, tew ku kesên jê diheside bindest be, bi çavnebarî êrîş dikin, çavnebarî jî rûxandin e. Othelloyê Shakespeare ji ber hesûdiyê biresera ku jê hez dikir dikuje, Crabb dibêje; li gor min ev “Hesûdiya Hesta Xwekêmdiyînê”ye. Ev agirê tirsê yê çavbirçîtiyê ye. Yanê em fêm dikin li gor psîkoanalîzmê mêtinger nebûnin xwe-bûn, kêm in loma rûxanker û çavnebar in. Desthilatdar kîr e, di pirsgirêka desthilatdaran de çavnebariya kîr heye, divê dagirker û desthilatdar bên xadimkirin wê çaxê dê azad bibe, dê bibe xwe-bûn, dê ji nêraniya xwe ya oral-sadîst û anal-sadîst û sadomazoşîzma xwe rizgar bibin. A mêtinger kîn e, nefret e, hezkirin tune ye, hezkirin û kîn û nefret jî têgehên bi çavnebariyê û hesûdiyê ve girêdayîne.
Xwebûn çi ye? Divê em hinekî li ser bihizirin û biponijin. Bi awayekî psîkoanalîst xwe-bûn ne gengaz e, çimkî mirov xwedî rihekî paradoksal e, hiş û aqilê mirov ji teref sê têgehan ve tê rêvebirin (Îd, superego û ego) ye. Loma mirov nikarin bibin xwe bi awayekî psîkoanalîst dijwar e. Bi awayekî felsefîk û sosyolojîk dibe ku ev pêkan be. Lê em dizanin mirov heta nebe xwe, nikare bibe hebûnek, çimkî destpêka hebûnê xwe-bûn e. Xwebûn, çand e, ziman e, cil û berg e, mekan e, folklor e, nêrîn e, axaftin e, deng e, hest e, tevger e û liv e, bawerî û ol e, civak e,vîn e hwd... xwebûn temsîliyet e, hilbijêrbûn e. Belê di afirandinê de em nikarin bibêjin em xwebûna xwe hildibijêrin lê belê piştî afirandinê şûnde êdî hilbijartin di destê mirov de ye ango mirov hêdî hêdî qorên dîwarên xwe-bûn û hebûna xwe diqorîn e. Dema em li hilbijartina 2024’an dinêrin, em wecê xwebûna kurdan yekser dibînin. Belê berê berê bajarê Wanê xwebûna xwe eşkere û diyar kir. Got, “bes e, ez xwe-me, xwe-bûn im. Ti kes nikare xwe-bûna min înkar bike, belê piştî xwe-bûna xwe êdî ez heme, hebûneke berbiçav a li ber çavên desthilatdar im. Belê desthilatdar jî nikare reng û hebûna min êdî têk bibe.” 
Hema hema hemû bajarên kurdan xwe-bûna xwe eşkere kirin paşê go em berê hebûn lê niha em hene û va ye em li vir in. Hûn kî ne, hûn ji ku ne, tu kî yî, tu ji ku yî? De bêje tu kî yî û hûn kî ne? Bi awayekî teorîk van gotinan lêpirsîna xwebûnê ye, lêpirsîna xwebûnê ye, sîleya li birûska li desthilatdariyê ketiye. Desthilatdarî kiriye teneke ringînî ji teneke haniye, eciqandiye teneke û ala hebûna xwe pêlaye. 
Bajarê Wanê ewil xwe-bûna xwe, paşê hebûna xwe ya heyî û herî dawiyê tenekeya desthilatdariyê pelixandiye. Desthilatdar loma êrîşî xwebûnê dike, çimkî benê pişta desthilatdariyê encax xwebûn dikare biqetîne. Heke xwe-bûn pêk neyê, dê tifaqî jî pêk neyê, loma a girîng tifaqî û xwebûn e, encax tifaqî û xwebûn dikare “di ana desthilatdariyê ne" xwebûna civakî, bi hiş û êqil dikare pêk were, encax bi hişmendiya navneteweyî û bi netewîbûnê dikare xwebûnê ava bike. Hişmendiya neteweyî şert e. Hişmendiya nasnameyî şert e. Lê bo hişmendiya nasnameyî û neteweyî xwendin, xwendin, xwendin û dîsa xwendin lazim e. Xwebûn û hişmendî bi xwe-ndin û zanînê encax pêk were. Dijminê desthilatdariyê xwe-bûn û hişmendî ye. Xwebûn û Desthilatdarî dijît in. Hevdu red dikin, yek dijminê yekê ye, heman demê hevdu heyî jî dikin û tune jî dikin. Diyalektîk in. Xwebûn resenî ye, temsîliyeta dijber neheqiyê ye, azadî ye. Maka xwebûnê rizgarî ye. Ji tarîxê bigirin heta niha tim û tim şerê xwebûnê û desthilatdariyê hebûye û niha jî didome. Mekanên û rihê xwebûnê mê ye, çimkî afirîner e, hilberîn e, dayik e, zayîn e. Lê mekanê desthilatdar nêr e, bav e, hişk e, zûwa ye, bejî û qeraç e. Di rihê xwebûnê de mêbûn heye, di rihê desthilatdariyê de nêrbûn heye. Loma şerê navbera wan şerê xwe-bûn û heyîn û hebûnê ye, desthilatdar dixwaze hebûna xwe ya nêrane li ser xwebûna mê ferz bike. 
Xwe-bûn feminîzm e, xwe-bûn ekolojî ye, xwebûn seleksiyona hebûnê ye. Xwebûn xwekujtina desthilatdara hundirîn a nêrane ye. Xwebûn xwekujtina nêrane ye, kuştina zilamê hundirîn e. Loma dijber her desthilatdariyê ye. Desthilatdar qijnik e. Xwînmij û hestîkoj e. Desthilatdar û dagirker rihê oral-sadîst û anal-sadîstê pê re heye. Çavnebar in.  Li gor psîkoanalîst Melanie Klein çavnebarî, rûxandin e, oral-anal-sadîst e, divê di bingeha wê de irsîbûn heye, yanê di destpêka heyatê de bi bandor e. Dewlet-desthilatdar-dagirker-mêtinger jî çavnebar in, naxwazin derziyeke bindest hebe, naxwazin perikekî bindest hebe. Desthilatdaran ji ber ku heyamên wekî anal û oral-sadîzm derbas nekirine , loma sadîst in, vandalîst in û dagirkerin. 
Desthilatdar nexweş e, nexweşekî psîkoanalîst e, divê bê tedawîkirin. “Şeytan ji ber çavnebariyê xweste bihûştê binpê bike, bo ku bihuşta ezmên birûxîne, biherimîne şer li hember Xwedê derxist, lê Şeytan ji bihûştê tê avêtin. Paşê bi melayketên din re dibin hevgirtî û li dijber bihuştê, dojehê ava dikin. Êdî li hember Xwedê û çêkerên xwedê dest bi tevgerên rûxangeriyê dikin. Ango li hember tiştên xwedê afirandiye dest bi rûxandinê dike. Şeytan dibe xwediyê hêzeke rûxanî. Li gor gotinan ev ramîna teolojîk ji Azîz Augustinos hatiye. Augustinos  li hember hêza rûxangerîn çavnebariyê, jiyanê wekî hêza afirîneriyê peyitandiye. Ji Korîntosana re di nameya yekemîn de wiha dibêjin: “Hez, nahesidin û neçavnebar in.” Mêtinger şeytan e, çavnebar û barbar e. Tenê vîna gel dikare mêtingehan, çavnebaran, barbaran têk bibe. Di tarîxê de her îktîdar û desthilatdar talî ya bi hêza vîna gel têkçûn e, ya jî xwebixwe(navxweyî) hatine rûxandin. Meseleya xwebixwe rûxandin jî meseleya xwestina îktîdarbûn û desthilatdariyê ye. Taliya talî hêza vîna gel mêtiger û mêtingehî têkbir û dîsa xwe-bûna xwe nîşanî dinyê dan, bajarê Wanê go ez heme, gelê wê go em hene, çiyayê Sîpanê Xelatê go em hene, siyabend û Xecê go em hene... Em hene divê hûn fêm bikin, heke hûn fêm nekin emê bi wiha bi we fêmkirin bidin... 
Sûdwergirtin
Haset ve Şukran, Melanie Klein, Metis

Hin Nivîsen Nivîskar

NIVIŞTÊN ŞOREŞÊ

  • 04 Rêbendan 2020

Ji bo” Koma Xwendinê A Amedê û Endamên wê...”Romana Rênas Jiyan a bi navê “Stranên Sor Niviştên Mor” de du dikên sehneyan heye û...

Kesayetên Şîzoîd û Dinyaya Derveyîn

  • 07 Gulan 2023

Kesên Şîzoîd xwe, qetiyabûyî, hategirtinbûyî, bêtêkilîbûyî, xwecihêbûyî an jî xwe biyanî hîskirin dibinîn, li cem...

LEHENGEKÎ BIŞAFTÎ Û JÎR

  • 13 Rêbendan 2021

Lîncoln, dema serleşkerê xwe tayîn dike wiha dinivîse: “Ji min re gotin hedefa we dîktatorî ye. Ji bo ku hûn karibin bibin dîktator tenê rêyeke wê ya yekane...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Ji ber min çû

ad

Pirtûkên kurdî wê li ÎZKÎTAP'ê bin jî

ad

Li Meletî di qezayê de sê zarokên karker mirin

ad

Baydemîr ji 'Bilboardên Kurdî' beraet kir

ad

Zelandaya Nû jî serokwezîrek ciwan hilbijart

ad

Romanek din derket: Ser bi ser

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çûyîna Bavo ya Hecê!

  • 30 05 2026
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Mezinê Ewropayê diyar bû

  • 30 05 2026
news

Fîlozof Edgar Morin mir

  • 30 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname