logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Fikret Hamarat, Salih İlhan û Abdullah Zeydan

  • Dîrok: 02/04/2024
Niha hûnê bêjin ev kî ne? Çi eleqe? Em ji serî dest pê bikin.
Sal 2019, hilbijartina herêmî heye. Li bajaroka Rustemgedik a Bûlanixa Mûşê berendamê CHP'ê Fikret Hamarat 514 dengan digire û bi sedî 41.99 dibe yekemîn. Derdikeve holê ku "qeyda sicîla edlî" ya Hamarat heye. Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya Tirkiyeyê mazbatayê nade Fikret Hamarat û şaredariya wî betal dike.
HDP bi sedî 40.11'an bûye duyemîn. Berendamê HDP'ê Salih İlhan e. YSK bang li Îlhan dike ku mazbatayê bide wî. HDP biryarê digire: "Em wekî rêgez vê yekê qebûl nakin. Yê gel hilbijartiye YSK nikare betal bike. Li vir divê hilbijartin ji nû ve bê çêkirin. Em banga ji nû ve lidarxistina hilbijjartinê dikin. Ger astengiyeke li pêş berendam hebe, divê YSK'ê di dema serîlêdanê de binirxanda, nenirxandibe ev yek bêhiqûqî YSK’ê ye. YSK'ê gavek din li gor desthilatdarî avêtiye."
Paşê çi bû? Paşê berendamê HDP'ê çû mazbata bigire. Li ser vê yekê HDP'ê ji bo ew ji partiyê bê avêtin serî li Lijneya Dîsîplîne ya partiyê da.
Û Abdullah Zeydan. Vê hûn dizanin, lê dîsa jî bi kurtahî bêjim:
Zeydan ligel Neslihan Şadal wekî Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê hat hilbijartin. Bi sedî 55,48 Zeydan hat hilbijartin. Dixwazî bila bi sedî 1 bê hilbijatin. Ev meseleyeke din e. Axir bûye yekemîn û hatiye hilbijartin. Lijneya Hilbijartinê ya Wanê bi qilopilo mazbata neda Zeydan û li ser serîlêdana AKP'ê, mazbata da berendamê AKP'ê Abdulahat Arvas (02.04.2024).
Li gor gotina hiqûqzanan, Zeydan ceza xwariye lê ew cezayê wî hatiye mahsûbkirin; dîsa dadgehê biryar daye ku hemû qedexeyên li ser wî hatine rakirin.
Niha em çend gotinan rêz bikin:
1- Mesleeya CHP û Fikret Hamarat: Tu sûcê CHP jî, yê Hamarat jî nîn e. Sûc ê YSK'ê ye. Ger sûceke Hamarat heba dema dosyaya xwe pêşkêşî YSK'ê kir, YSK'ê çima red nekir? Endamên ku karê xwe nekiriye, çima sûc avêtiye ser berendam û mazbataya wî red kiriye? Çi sûcê wî, partiya wî û hilbijêrên wî heye? Ev mînak ji bo Abdullah Zeydan jî derbas dibe.
2- HDP ku bûbû duyemîn girtina mazbataya kesê hatiye hilbijartin û partiya bûye yekemîn red kir. Yanê gaveke bi rûmet avêt. Ji aliyê rûmetê jî, ji alyê vîna gel ve jî biryara HDP'ê biryareke bi rûmet e. Û niha AKP… AKP ku ji roja hatiye avakirin ve qala "Edaleta Hz. Omer dike" çi kir? Ne guh da edaletê, ne guh da hilbijêran. Bi ser de wê bi xwe ji bo girtina mazbatayê serî lê da.
3- Abdullah Zeydan; bi her awayî masûm e. Çima? Ji ber ku ew endamê gelekî feqîr, reben, endamê gelekî bê maf e. Ew jî wekî hemû endamên bi rûmet ên vî gelî ji bo mafê vî gelî têdikoşe. Girtina wî jî di vî çarçoveyê de ye. Li aliyê din ger ji aliyê hiqûqa Tirkiyeyê ve jî binêrin jixwe cezayê xwe kişandiye, bi ser de dadgehê maf daye kê ku dikare siyasetê bike, bibe şaredar. Bi ser YSK’ê jî ev berendamtiya wî erê kiriye û hatiye hilbijartin.
4- Hiqûqnas dibêjin "Di dîroka Komara Tirkiyeyê de yekem car binpêkirineke hiqûqî ya bi vî rengî çêdibe ". Baş e wê niha çi bibe? DEM Partî wê li cem YSK'ê îtîrazê bike. Kurd wê ber xwe bidin. Wê vîna xwe teslîmê dizan nekin. Bi ser bikevin û mazbatayê bigirin wê rewş bi awayê normal bimeşe. Lê ligel hemû berxwedanê mazbatayê negirin û ligel hemû tiştî YSK mazbatayê bide berendamê AKP'ê li holê wê "h"ya hiqûqê nemîne. Ev hiqûqa Tirkiyeyê ya hatiye asta jêrin wê hê jêrtir here. Ev yek li bajarên kurdan jî, li bajarên Tirkiyeyê jî dê rê li ber gelek bêhiqûqiyên din veke. Ha, kurd hînbûyiyê rewşên wisa ne, divê tirk bi xwe bifikirin.
Ger çend tiştên din em lê zêde bikin: Kurd tu deme serî natewînin. Şaredariyên kurdan ev 8 sal bûn di bin deste kayûman de bûn kurdan serî netewand, niha dê bitewînin?
Ya din, hemû navçe û endamên Meclisa Şaredariyê di deste DEM Partî de ye, ewê bi têra xwe ber xwe bidin û Wanê bi rê vebibin. Helbet berî vê, kurd wê vîna xwe, mazbatayê xwe teslîm nekin.
Çend gotin jî ji bo berendamê AKP'ê: Ji bo AKP'ê em edî tiştek nabêjin ji xwe ev 25 sal in em bi  tera xwe nas dikin. Lê ji bo berendamê wan Arvas em bêjin. Ev berendamê ku hê 4'ê adara 2023'yan de ji bo çapemenî gotiye "Ez nabim kayum" piştî mehek dê çawa mazbatayê qebûl bike? Dîsa dema here Meclisa Şaredariyê li hemberi ew qas endamên Meclisa Şaredariyê yên DEM Partiyê dê çawa bikaribe bêşerm, bêfedî li rûyê wan binêre? Çawa dê bêje "Ez serokê we me?" Û ewê çawa li nav gel bigere? Berî her tiştî divê li van yekan bifikire ne? Êdî difikire, nafikire ew û wijdanê xwe...
  
Not: Min nivîseke îstatîstîkî li ser hilbijartinê û dengen DEM Partî amade kiribû, lê nebû qismet. Ev mijar niha girîngtir e.
*** 
NOT: Dem ev nivîs hat nivîs nivîsandin roja yekemîn a destdana ser vîna gelê Wanê û mazbataya Abdullah Zeydan bû. Piştî çalakiyan roja 3'yê avrêla 2024'an ber êvarkî YSK'ê biryar da ku mazbatayê bide Abdullah Zeydan. (Ev not 3'yê mehê li nivîsê hatiye zêdekirin)
Notek din: Fikret Hamaratê wê çaxê mazbata negirt, di hilbijartina 31'ê adarê de ji AKP'ê bû berendam, lê bi ser neket.

***

Roja 02.04.2024'an bûyer derket û hin nûçeyên wê rojê ku bi mijarê re eleqedar:

- Baro sibê li Wanê tên ba hev 

- Demîrtaş: Wê Wan xwedî li vîna xwe derê 

- DEM Partî: Emê li YSK'ê îtîrazê bikin 

- Serokê TÎP'ê Baş ji bo Zeydan diçe Wanê 

- Serokê CHP'ê Ozel: Ev tunehesibandina vîna gelê Wanê ye 

- Lijneya Hilbijartinê mazbata da berendamê AKP'ê 

- Meseleya Şaredar Zeydan: Çi qewimî bû, çawa bû? 

- Turkdogan: Çi leza we heye, hê biryareke teqez jî li holê tune ye 

- Hikumet dixwaze dest biavêje Şaredariya Wanê    

Hin Nivîsen Nivîskar

Li Kozakliya MHP'yî nêrîna li Demirtaş

  • 05 Tebax 2014

Kozakli navçeyeke Nevşehîrê ye. Li herêmeke turîstîk e. Zêdetir bi germava xwe navdar e û her sal bi deh hezaran însan diçin wê derê. Hinek ji bo...

Zaravayên meymûnan û yên me kurdan

  • 03 Berfanbar 2005

We miheqeq di Diyarnameyê de xwendiye, ger we nexwendibe jî we dîtiye; nûçeya li ser aksana meymûnan. Piştî vê nûçeyê, li ser zaravayên meymûnan...

'Romana bakur ji a başûr pêşketîtir e'

  • 18 Tîrmeh 2012

Ev gotin gotina nivîskarekî ji başûr e. Em li nirxandin û bîranînên wî binêrin...Ez qala nivîskar Xelîl Dihokî dikim. Xelîl Dihokî di sala...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Ser Sifreya Serdestan

ad

Super Kupaya UEFA jî yê Barselonayê ye

ad

Hejmara 83'yan ji çapê vegeriya!

ad

Li Iraq û Herêma Kurdistanê metirsiya krîza kar zêde dibe

ad

'Destê xwe ji hunerê dûr bigirin'

ad

Demba Ba û Beşîktaş, encam: Derbasbûna nav Play-offê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname