Ji bo bîranîna Wolfgang Borchert
Sêşem- Dûrbûn navê welatê min e. Li welatê xwe, ez û dînozor di rojeke şîn de ji malzaroka axa welatê xwe çêbûn. Mîrza Mihemed hîn ji dêya xwe newelidîbû, zîha hîn di kaniya jiyanê de nehatibû kuştin û rengê çêbûnê sor nebûbû.
Axa welêt bû devê zîha
Dînozor nema
Û welatê min çû wê dûrbûna ne rewa.
Li odeya min a bi qasî welatê min teng û bi qasî gerdûnê fireh, çîrokên Wolfgang Borchert bûne şîşa trênê, trên zikê berfê diçirîne û diçe şerê birçîbûnê. Ciwanên kuştî li ser şîşê dimeşin û çîrokên zindî ji trênê dadikevin. Çîrokên çîroknivîsê ciwan, di balafira zemên de rêwî ne niha – ji dîktatoriya pîr tên û diçin ciwaniya şên. Êşa tilîkên min dirije nava şahiya gotinan. Gotin, berfê ji ser 26 salên Wolfgang radikin, sê heb sifir(0) ji pişta salên wî re dikin balîf û Borchert dibe xortekî 2600 salî.
Loma emrê dîktatoran mirineke dirêj e
Û emrê Wolfgang kinbûneke ji dirêjiyê giranbuhatir e.
Welatê min ê ji salan pîrtir, rahiştiye neteweya min a ji mirinê ciwantir û biriye bêcihiya dûr.
Li dûrbûna welatê min, melekekî barbar tilîka xwe dike kêr, datîne ser qirika xwe û gotinên mirî ji qirika min a jêkirî dirijin vê nêzîkbûnê. Gotinên min êdî di goristanan de hilnayên. Gotinên xwe dikim şalekî sor û bi ser rûyê welatê xwe werdikim, bo welatê min rûyê xwe yê erjeng di eynika ezmên de nebîne û netirse. Lewra cihek tune li dinyayê, da welatê min karibe here li wê bisitire.
Welatê ji ber tirsa rûyê xwe bireve, li dinyayê tenê cihek dimîne jê re – tevî fedî û gunehên xwe diçe di gunehkariya rûyê zarokên xwe de dinive.
Welat li rûyê zarokên xwe barkirî ye, zarok jî li rûyê bêwelatiya xwe.
Rojekê heke gotinên min karibin welêt ji rûyê zarokan peya bikin, zarok wê welatekî ava bikin û ez û gotinên xwe em ê ji bêwelatiyê xelas bibin.