AMED
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û saziyên civaka sivîl der barê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku ev 8 roj in li dijî bajarê Kobanê ya Rojava dimeşîn banga seferberiyê kir. Parlamenterê Mûşê Demîr Çelîk ji hikumeta AKP’ê xwest ku piştgiriya xwe ya ji bo çeteyên DAIŞ’ê bide sekinandin.
Nûnerên STK’yan, partiyên siyasî û rêxistinên baweriyan, rêxistinê pişeyî, û karsaz li avahiya KCD’ê hatin cem hev û daxuyaniyek hevpar dan.
Çapemeniya herêmî û biyanî eleqeyek mezin nîşanê daxuyaniyê dan û daxuyaniya hepvar ji aliyê karsaz Filiz Cîzrelî Bedîrhanoglu ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku divê hemû sazî û dezgeh bi hemû hêza xwe ji bo gelê Rojava û bi taybet jî Kobanê piştgiriya aborî û manewî bidin û van êrîşan bi ruhê seferberiyê vala derxînin.
PIŞTÎ ROJAVA DÊ BAŞÛR HEDEF BÊ GIRTIN
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku DAIŞ îro li ser Kobanê êrîşan pêk tîne û şoreşa Rojava ya ku ji bo gelan bûye modela azadî û demokrasiya rastîn, tasfiyeya wê hedef dike. daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Bi xistina Kobanê re, tasfiyeya Rojava tê hedefkirin. Di vê esasê de piştî tasfiyeya Rojava , Başûrê Kurdistanê tê hedefkirin. Aliyên van êrîşan gelek mezine.
JI BO KOBANÊ BANGA SEFERBERIYÊ
Di daxuyaniyê de banga xwedîderketina li Rojava û berxwedana topyekunhat kirin û wiha hate gotin: “Di serî depêkhatiyên KCD’Ê û hemû partî û rêxistinên Kurdistanê divê bi ruhê seferberiyê xwedî li Kobanê derkevin û piştgiriyê bidin.
Parlamenterê HDP’ê Demîr Çelîk jî got tiştên li Rojava tên jiyîn ji şer wêdetir e û got: “Di bin navê îslamiyetê de mal û xwîna gelê kurd ji xwe re maf dibînin. Divê AKP demildest piştgiriya xwe ya bo DAIŞ’ê vekişîne.”
**
Nûçeyên eleqedar:
- Şaredar û Mebûsên kurd li ser sînorê Kobanê ne
- Ahmet Turk: Eger ez ciwan bama ezê biçûma Kobanê minê şer bikira
- Xelîl Osman: Civandina Kongreya Netewî pêwîstiya herî mezin e
- Mebûs û Şaredarên HDP û BDP'ê ji bo Kobanê diçin Pirsûsê
- Ji KNK'ê banga xwedîderketina li Kobanê
- 'Li Kobanî bi sedhezaran kes bêne kuştin wê wijdana Barzanî jî pê biêşe'
- Salih Muslim: ‘Kobanî têk biçe dê vîna kurd bişkê'
- Pêşverû û Yekîtî: Em ji bo parastina Kobanê amade ne
- Kordînasyona kantonên Rojava tevlî serferberiya Kobanê bû
- Hikumeta Kobanê seferberî îlan kir