Stenbol
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim li ser şerê li Kobanî îro axivî û got: "Kobanî têk biçe dê vîna kurd bişkê"
Televîzyona ÎMC bi telefonê roja 4'ê tîrmehê bi Hevserokê PYD'ê Salih Muslim re axivî.
Muslim got ku armanca DAİŞ ew e ku li Kobanî vîna kurdan têk bibe û wisa got: "Ger Kobanî têk biçe dê vîna kurdan bişkê." Muslim got ku hemû Kobanî dê bibe yek û li hemberî vê ber xwe bide.
Muslim got ku gelê Kobanê bi derfetên xwe ber xwe dide, baweriya me ew e ku dê gel li hemberî vê bikaribe bi serketî derê. Muslim wisa got: "Belê belkî du sê gund girtibin lê dê gel bikaribe ber xwe bide."
Salih Muslim got ku yê her welatî DAIŞ'ekî wan heye, di du sê saetan de bajarekî çend mîlyon wekî Misûlê girtin. Gelek çek girtin, bi çekên gelek mezin êrîş dikin, ev çek nebana nedikarîn tiştek bikin. Lê gelê me ber xwe dide.