AGIRÎ
Li navçeya Bazîda Agirî ji bo Ehmedê Xanî mewlûd hate dayîn.
Komeleya Fîlozof Ehmedî Xanî li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ji bo Xanî mewlûd da.
Mewlûd li salona Kuba ya dawetê pêk hat. Di mewlûdê de endam û rêveberên BDP'ê, parlementerê BDP'ê Halil Aksoy, Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, nûnerên saziyên sivîl yên civakî jî di nav de gelek kes amade bûn.
Serokê BDP'a Bazîdê Talat Aktaş, axivî û diyar kir ku Ehmedê Xanî ji bo gelê kurd kesayetiyek gelek mezin e û di berhemê xwe de jî behsa yekîtî û tifaqa gelê kurd dike.
Şaredara Bazidê Canan Korkmaz jî got ku Ehmedê Xanî ji bo gelê kurd nirxê herî pîroz e û wiha berdewam kir: "Niha hikumet dixwaze navê van pêşengên wêje û çanda gelê kurd li gorî xwe bikar bîne û li ser van qîmet û nirxên kurd raweste."
Korkmaz, her wiha êrîşên dersînor jî şermezar kir.