logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  2. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  3. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  4. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  5. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
news-details

Ahmet Turk: Eger ez ciwan bama ezê biçûma Kobanê minê şer bikira

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk êrîşên çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) li dijî Kobanê nirxand

  • Dîrok: 09/07/2014
  • Beş: Nûçe

SEDAT SÛR - MÊRDÎN

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk êrîşên çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) li dijî Kobanê nirxand û got, "Eger ez ciwan bama, ezê biçûma Kobanê û li nava refên gelê xwe li dijî çeteyên DAIŞ'ê minê şer bikira." Turk da xuyakirin ku Kerkûk ji bo kurdan tê çi wateyê divê Kobanê jî bê heman wateyê. Turk bang li PDK û hemû rêxistinên kurdan kir ku cudahiyên xwe yên îdeolojîk û siyasî deynin aliyekî û destekê bidin berxwedana Kobanê.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk wiha got: "Wekî kesekî ku di tevahiya emrê xwe de li dijî çekê û dijwariyê derketime, eger rewşa min a tenduristiyê baş bûya û emrê min ciwan ba ezê biçûma Kobanê, li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên qetlîemkar, minê li nava refên gelê xwe cih bigirta." 

Turk da xuyakirin ku DAIŞ ji bo gelekî tune bike hovîtiyê dike û ji bilî parastin û berxwedana li dijî vê hovîtiyê tu rê nemaye.

‘LI SER SÎNOR DAYÎNA DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ TÊRÊ NAKE’

Turk diyar kir ku têkçûna Kobanê tê wateya têkçûna hemû parçeyên Kurdistanê û destnîşan kir ku kurd li Kobanê rûmeta xwe diparêzin, lê cîhan li pêşberî êrîşên çeteyan ên li hemberî kurdan bêdeng e.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk da zanîn ku divê çalakiyên li Bakurê Kurdistanê êdî daxuyaniyên çapemeniyê û asta destekkirinê derbas bikin û wiha dom kir: "Pêwîst e ji bo Kobanê projeyên cuda bên afirandin. Divê her kes di parastina Kobanê de cih bigire."

‘KERKÛK KOBANÊ YE, KOBANÊ KERKÛK E’

Turk da xuyakirin ku Kobanê ji bo kurdan bi qasî Kerkûkê girîng e û bang li kurdên li çar parçeyan siyasetê dikin kir ku di nava yekîtiya neteweyî de tevbigerin.

Turk diyar kir ku tê xwestin kurd li Kobanê bên qirkirin û got ku tevî vê rewşê jî ew bêdengiya rêxistin û partiyên siyasî yên kurdan fêm nake, ev bêdengî bi tu awayî nayê ravekirin.

Turk ragihand ku cudabûna siyasetê nabe sedema bêdengiyê û got: "Feraseteke bi vî rengî êdî kurd qebûl nakin. Eger li cihekî gelê te tê qetilkirin, tuyê li wir bî û gelê xwe biparêzî. Di ola me de jî ev bi vî rengî ye; eger li deverekê zilm hebe û eger hûn li pêşberî vê zilmê bêdeng mabin, hingî hûn hevparê vê zilmê ne. Kes nikare gunehê hevparbûyîna li zilma li gelê xwe hilgire ser milê xwe."

Turk herî dawî got "Kobanê Kerkûk e, Kerkûk Kobanê ye" û bang li tevahiya kurdan kir ku di nava feraseta yekîtiya neteweyî de bi hev re li ber xwe bidin.

ANF

**

Nûçeyên eleqedar:

- Xelîl Osman: Civandina Kongreya Netewî pêwîstiya herî mezin e 

- Mebûs û Şaredarên HDP û BDP'ê ji bo Kobanê diçin Pirsûsê 

- Ji KNK'ê banga xwedîderketina li Kobanê

- 'Li Kobanî bi sedhezaran kes bêne kuştin wê wijdana Barzanî jî pê biêşe' 

- Salih Muslim: ‘Kobanî têk biçe dê vîna kurd bişkê'

- Pêşverû û Yekîtî: Em ji bo parastina Kobanê amade ne

- Kordînasyona kantonên Rojava tevlî serferberiya Kobanê bû

- Hikumeta Kobanê seferberî îlan kir  

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 13 05 2026

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

news
  • 13 05 2026

Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin

news
  • 13 05 2026

Dengbêj li ber Ulu Camiyê bûn

news
  • 13 05 2026

Îlham Ehmed û endamên din ên Rêveberiya Xweser çûn serdana Gora Bedirxaniyan

news
  • 13 05 2026

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin

news
  • 11 05 2026

Şaredarî konsera hunermend Xecê û Karadenîz çima betal kir?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

20'ê mehê cihên Newroz lê hate pîrozkirin

ad

Û şampiyon: Erd û ezman hêşîn bû

ad

Demirtaş: Bila muzakere dest pê bikin

ad

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim hat Tirkiyeyê

ad

Em ji ‘Wêjeyê’ çi fêm dikin? (Li ser mijara dema wêjeyê)

ad

'Doxîn 18+' li benda we ye!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname