logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  2. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  3. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  4. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  5. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
news-details

Hikumeta Kobanê seferberî îlan kir

Hikumeta Kantona Kobanê bi daxuyaniyekê seferberiya gîştî li herêmê îlan kir û bang li hemû kesên ku dikarin çek hilgiri

  • Dîrok: 04/07/2014
  • Beş: Nûçe

KOBANÊ 
Hikumeta Kantona Kobanê bi daxuyaniyekê seferberiya gîştî li herêmê îlan kir û bang li hemû kesên ku dikarin çek hilgirin kir ku tevlî çeperên berxwadan û rûmetê ji bo parastina Kobanê bibin. Her wiha bang li hêzên Kurdistanî kir ku erkên xwe li pêşberî berxwedana gelê herêmê bi cih bînin û piştgiriya vê berxwedana dîrokî bikin.

Li hemberî êrîşên dijwar ên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî herêma Kobanê ku di 2'ê Tîrmehê de dîsa dest pê kirin, Hikumeta Kobanê bi daxuyaniyekê seferberiya gîştî li herêmê îlan kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşên li dijî herêmê bi nêzîkbûna salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê ya ku gelê kurd tê de herêmên xwe rêzgar kirin re heman wext in û wiha hate gotin: "Bi nêzîkbûna 2'yemîn salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê ku gelê kurd vîna xwe ya azad û rêzgarkirina herêmên xwe ji dagirkeriyê tê de îlan kirin re, hêzên tarî û dewletên ku piştgirya wan dikin êrîşên xwe li dijî herêmên me bi armanca têkbirina destketiyên şoreşê zêde kirin û li hember herêma Kobanê dest bi şerekî giran û vekirî ku bi hezaran çete ji hemû nasnemeyên cîhanê, çekên herî pêşketî û giran û cebilxaneya ku hêzên tarî di bajarê Mûsil û bajarên din ên Iraqê de bidestxistin, tê de bikar tîne, kir."

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êrîşên ku vîna gelê kurd û hebûna wê hedef digrin û wiha hate gotin: "Êrîşên ku ji berî 3 rojan ve li gundê Zor Mixar ê rojavayê Kobanê dest pê kirin, tenê gundê Zormixar an jî bajar û herêma Kobanê hedef nagirin. Ew êrîş vîna gelê kurd, hebûn û ewlehiya wê hedef digirin. Piştî DAIŞ'ê dewleta xwe îlan kir û sînorên xwe danîn teqez bû ku ev rêxistina 'terorîst' li ber tu bendên exlaqî, olî yan jî mirovahî nasekine."

Hikûmeta Kobanê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku sivîlên ji deverên pevçûnan koç bûne diyar kirine ku ji bilî topbarana tangan û çekên din ên giran zêdetirî 3 hezar topên hawanê li gundê Zormixarê ketine. Bi vê yekê diyar dibe ku rêxistina DAIŞ'ê welatiyên sivîl ên jin, pîr, zarokan û gundên ku welatiyên sivîl tê de ne hedef digrin."

Di berdewama daxuyaniyê xwe de hikumetê bang li welatiyên herêmê kir ku bikevin nava rewşa seferberiyê û wiha dom kir: "Wekî hikumeta herêma Kobanê em bang li gelê herêmê dikin ku li hemberî van êrîşên barbarî û hovane bibin yek" û bang li kesên ku dikarin çek rakin kir ku tevlî çeperên parastinê bibin û herêma xwe birêzin û li gelê kurd ê her çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat kir ku di vê rewşa awarte ya heyî de piştgiriya herêma Kobanê û gelê wê bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de hikumetê bang li hêzên Kurdistanî kir ku erkên ku li hember berxwedaniya gelê herêma Kobanê dikevin ser milê wan bi cih bînin û piştgiriya vê berxwedana dîrokî bikin.

100 ÇETEYÊN DAIŞ'Ê HATIN KUŞTIN

Li aliyê din, di pevçûnên di 2'yê Tîrmehê roja Çarşemê li hemberî gundê Zor Mexar ê 35 km dûrî Kobanê ye destpêkirin de, tê gotin ku çeteyên DAIŞ'ê windahiyên giran dide. Li gorî agahiyan heta niha herî kêm 100 endamên DAIŞ'ê hatine kuştin.

JI FERMANDARÊ YPG'Ê BANG

Ji fermandarên YPG'ê Mahmûd Berxwedan jî da xuyakirin ku berxwedana wan a li hemberî êrîşên DAIŞ'ê dewam dike û banga tevlîbûna berxwedanê li ciwanan kir.


Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 13 05 2026

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

news
  • 13 05 2026

Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin

news
  • 13 05 2026

Dengbêj li ber Ulu Camiyê bûn

news
  • 13 05 2026

Îlham Ehmed û endamên din ên Rêveberiya Xweser çûn serdana Gora Bedirxaniyan

news
  • 13 05 2026

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin

news
  • 11 05 2026

Şaredarî konsera hunermend Xecê û Karadenîz çima betal kir?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Amed Spor bû reqîbê Erzeromê

ad

Muslim: Bi serkeftina Til Koçer alternatîfek nû çêbû

ad

Partîsîp û Raweyên Neragihandinî di Kurmancî de

ad

Ji Kayûmê Wanê afîşên eletewş

ad

'Birîn'a Ahmedê Hepo derket

ad

DÎPLOMASİYA SEQET

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname