Diyarname
Gerînendeyê deriyê Sêmalka Hemûd El Hemûd û cîgirê parêzgarê Hesekê Ehmed El Hîlalî serdana deriyê Nisêbîn-Qamişlo kirin.
Li gorî Gerînendetiya Çapemeniyê ya Hesekê amadekariyên vekirina deriyê Nisêbîn-Qamişlo didomin.
Gerînendetiyê diyar kir ku deriyê Nisêbîn-Qamişlo hatiye paqijkirin û cihê xirabûbûn jî ji nû ve hatine çêkirin.
Hê ne diyar e wê deriyê Nisêbîn-Qamişloyê bi awayekî fermî vebe yan na.


