___Berfîn Roj / Qamişlo___
Bajarê Qamişlo ku di sala 1926'an de di dema mandatariya Fransayê de hate damezrandin, di dirêjahiya dîroka xwe de bûye navendeke girîng a çandî, aborî û civakî ya li rojavayê Kurdistanê. Roja 20'ê gelawêjê 100`emîn salvegera avakirina bajarê Qamişloyê ye. Bajarê Qamişlo nimûneyek jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên kurd, ereb, suryan-asûr, ermen û çerkes de çêkir, di salên dawî de jî gelek xelk ji herêmên cuda yên Sûriyeyê koçî Qamişloyê bûn.
Di çarçoveya amadekariyên ji bo vê munasebetê, Şaredariya Gel a Qamişloyê ji bo sazkirina bernameyeke pîrozbahiyê ku pê dîroka bajarê belge bike, komîteyeke amadekar saz kir.
Di nava amadekariyan de wê çalakiyên çandî, hunerî û folklorî yên ku şarestaniya bajêr vedibêjin hebin. Wê ji hemû pêkhateyan komên folklorê amade bin, dê hunermendên kurd, ereb û suryan jî beşdarî şevbuherêkên vê çalakiyê bibin.
Komîte bi armanca nasandina dîrokê ji bo nifşên nû, belgefîlmeke ku dîroka Qamişlo ji destpêka avakirinê heta roja îro, di warê wê yê civakî û çandî de belge dike, amade dike.
Wê hejmarek ji kesayetên civakî, çandî, neteweyî yên temen mezin ên ku di qonaxên avakirina bajêr de amade bûn, ji bo rola xwe ya parastina bîra Qamişlo û veguhestina wê ji bo nifşên bê, bên xelatkirin.
Li gorî Şaredariya Gel ji bo çêkirina pîrozbahiyê bi awayeke baş, amadekarî bi şêwazeke bi lez didomin.
ANHA


