Diyarname
Serokê berê yê CHP'ê Ozgur Ozel û hevalên wî duh bi navê Yenî Partî partiyeke nû ava kirin û derbasî wir bû.
Partiyê rêziknameya û bernameya xwe eşkere kir. Di rêziknameyê Yenî Partî de li ser perwerdehiya bi kurdî çi tê gotin? Li ser kurdan çi heye?
Ew xal me da hev.
- Di nav bernameyê de li ser çareseriya pirsgirêka kurd hate sekinîn.
- Prensîb ew e ku bila her kes xwe wekî welatiyekî wekhev ê welêt xwe hîs bike.
- Zimanê dayikê maf e. Bi vê nêrînê, mafê hemû welatiyan e ku zimanê xwe yê dayikê fêr bibin, bikar bînin û pêş bixin. Ev yek dê bê mîsogerkirin.
- Destûr nayê dayîn ku kesek ji ber nasnameya xwe rastî cudakariyê were û ji civakê were dûrxistin.
- Her kesê ku hemwelatiyê Komara me ye, wekhev e. Mileta tirk bi vî feresatê tê pênasekirin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Partiyek din beşdarî siyasetê bû: Yenî Partî


