Diyarname
Helbestvan Ahmet Telli ku li nexweşxaneyê, beşa nexweşên giran e, hat entubekirin.
Federasyona Şoreşger a 78'yan û Bilim Sanat Edebiyat Dernegi bi hev re daxuyaniyeke belav kir û gotin ku Ahmet Telli hatiye entubekirin.
Di daxuyaniyê de wisa hat gotin, "Di sendema dermankirina Ahmet Telli de mixabin pêvajoyeke nû dest pê kir. Ligel hemû dermankirinên heta niha hatine kirin jî îro hat entubekirin. Em her du sazî ligel malbata wî, dişopînin. Hê jî em li benda agahiyên baş in."


