Cenevre
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cenevreyê û Forûma Mafên Mirovan (FÎFDH) a ku di 8’ê Adarê de dest pê kiribû, îro bi eşkerekirina xelatan bi dawî bû. Di nava hefteyekê de gelek fîlmên li ser mafên mirovan hatin nîşandan û forûm hatin lidarxistin.
Juriyê Xelata Fîlmê Herî Serketî da fîlmê li ser têkoşîna femînîzmê ya bi navê "Dalphîne et Carol, însoûmûses".
Xelata Gîlda Vîeîra jî da fîlmê bi navê "Shoûlders" a ku qala têkoşîna jina kurd a êzidî Nadya Mûrad dike.
Di heman demê de fîlmê li ser avhewaya Afrîkayê û ya li ser şerê li Kongoyê jî xelat stend.
ANF