Cemil Oguz
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê bi hilbijêrek ji 15 fîlmên biyanî guldesteyek ji fîlman tîne mala temaşevanan.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê ji aliyê ÎKSV (Weqfa Çand û Hunera Stenbolê) ve tê organîzekirin. Îsal festîval 39’emîn car dê di navbera 10-21’ê avrêlê li dar biketa lê ji ber vîrusa koronayê hat betalkirin. Festîvalê jî li ser vê serî li rêyên nû da. Pêşî meha borî ligel MUBÎ beşek fîlm wekî online nîşan dan. Niha jî guldesteyek din fîlman pêşkêş dike. Di vê çarçoveyê de 15 fîlmên biyanî yên derketine pêş di navbera 15-29’ê gulanê de bi awayekî dîjîtal pêşkêş dike. Ji bo vê yekê dest bi firotina bilêtên wan jî kir. Bilêtên fîlmekî bi 9 TL'yî, ji bo hemû fîlman kombîne jî 99 TL’yî têne firotin. Yên bixwazin heta 20’ê mehê dikarin bikirin.
Festîvalê di vê serdema ku festîval bi paş ve xistiye de serî li rêbazeke wisa da ku di dîroka festîvalê de yekem car e tiştek wisa çêdibe. Fîlmên hatine hilbijartin ji ser "filmonline.iksv.org" re dê bêne nîşandayîn û bilêtên fîlman jî li ser wir têne nîşandayîn. Rêbaz bi vî rengî çêkirine: Her ku bilêtê fîlmekî bê standin di nav pênc rojan de dê mafê temaşekirinê çêbe. Her wiha dema dest bi destpêkirina temaşekirina fîlmî bê kirin di nav 30 saetan de divê temaşekirin temam bibe, yan na maf ji dest diçe. Her wiha wekî seansên salonên sînemayê firotina fîlman jî bi sînor kirine. Îro saet 10.30 de dest bi firotina fîlman hat kirin.
Fîlmên derdikevin pêş
Fîlmên hatine hilbijartin di festîvalên navneteweyî de yan bal kişandine ser xwe yan jî xala jê wêdetir hatine xelatkirin. Di nav 15 fîlman de çend belgefîlm jî hene ku hin ji wan me bo we neqandin. Belgefîlmê ku li ser wêje û wêjevanên Çînê de ye temaşevanan dibe dinyaya ku zêde haya dinyayê jê nîn e. Dîsa fîlmê 'Martin Eden' romana Jack Londan dîsa derdixe pêşberî me.
Ji nav bernameyê hilbijêra me bi vî rengî ye:
'Xwişka Min'
Ji fîlman "Kiz Kardeşîm / Xwişka Min / My LittleSister" ê derhêner Stéphanie Chuat, Véronique Reymond îsal li Berlînaleyê ji bo Xelata Hirça Zêrîn di pêşbaziyê de bû (Piştî 23'yê mehê tê nîşandayîn) yek ji fîlmên derdikeve pêş.
'Martin Eden'
Fîlmê derhêner Pietro Marcello çîroka xwe ji romana nivîskarê navdar Jack London girtiye. Fîlmê bi navê "Martin Eden" yek ji lêanîna metna serketî ya wêjeyê ye. Fîlmî ji Venedîkê bi Xelata Lîstikvanê herî Serketî, ji Torontoyê bi Xelata Platform û ji Sevilla bi Xelata Fîlmê Herî Serketî girt û vegeriya mala xwe. (Piştî 28'ê mehê fîlm tê nîşandayîn)
Çîroka jinên malbatê
Ji sînemaya alman derhêner Janna Ji Wonders bi belgefîlmê xwe "Walchensee Forever" di nav bernameyê de ye (piştî 27'ê mehê tê nîşandayîn). Derhêner Wonderns li Berlînayê di Beşa Perspektîf de bi vî belgefîlmî Xelata Fîlmê Herî Serketî girtibû. Belgefîlm çîroka jinên malbatê ku her yek ketiye ser rêyek din pêşkêş dike.
'Heta Behr Hêşîn Bibe'
Di nav lîsteyê de belgefîlmê derhênerê çînî Jia Zhang-ke ê bi navê "Swimming Out Till the Sea Turns Blue" jî heye. Derhêner berê kameraya xwe daye wêjevanên çînî, ligel wan axiviye û anekdotên balkêş ên der barê wan de û hem jî derbarê wêjeya Çînê de pêşkêş dike. Bi belgefîlm portreya wêjeya Çînê û wêjevanên wê ku kêm dinya hay jê heye dertê pêş. (Belgefîlm piştî 22'yê mehê tê nîşandayîn)
'Di 20 saliya xwe de tuyê bimrî'
Fîlmê derhênerê sûdanî Abu Alala bi dîtbariya xwe li festîvalan bal kişand ser xwe. Fîlmê ku li Venedîkê Xelata Fîlmê Pêşî yê Herî Serketî girt temaşevanan dibe gundekî Sûdanê (fîlm piştî 16'ê mehê tê nîşandayîn)
Di çarçoveya 39’emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê de fîlmên ku têne pêşkêş kirin ev in:
- Berlin Alexanderplatz / Burhan Qurbani
- 20 Yaşinda Oleceksin / Di 20 saliya xwe de tuyê bimrî/ You Will Die at Twenty / Amjad Abu Alala
- Hizmetkârlar / Qerwaş/ Sluzobníci / Servants / Ivan Ostrochovský
- Daha Buyuk Bir Dunya / Dinyayeke Mezintir / Un monde plus grand / A Bigger World / Fabienne Berthaud
- 5 Kusursuz Sayidir / 5 Hejmareke Bêqisûr e / 5 è il numero perfetto / 5 Is the Perfect Number / Igort
- Soz Senettir / Soz Qewl e/ Es gilt das gesprochene Wort / I was, I am, I will be / İlker Çatak
- Davaci / Litigante / Franco Loli
- Deniz Mavileşene Dek Yuzmek / Heta Behr Hêşîn Bibe / Swimming Out Till the Sea Turns Blue / Jia Zhang-ke
- Kiz Kardeşim / Xwişka Min / Schwesterlein / My Little Sister / Stéphanie Chuat, Véronique Reymond / Swîsre
- Lillian / Andreas Horvath
- Sogut / Dara Bî / Vrba / Willow / Milcho Manchevski
- 1982 / Oualid Mouaness
- Walchensee Forever / Janna Ji Wonders
- Martin Eden / Pietro Marcello
- Kuçuk Kiz / Keçika Biçûk / Petite Fille / Little Girl / Sébastien Lifshitz / Fransa
***
Nûçeyên Eleqedar:
- 'Îşe Yarar Bîr Şey' li benda we ye
- Festîvala Fîlman a Stenbolê hat betalkirin
- Vaye afîşa Festîvala Stenbolê
- Xelatên Rûmetê yên Sînemayê eşkere bûn
- Hitchcoock bi 15 fîlmên xwe tê Stenbolê