Diyarname
Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) di mehên havînê de li ser xwarin û vexwarina mirovan lêkolîneke kir. Di encamê de derket holê ku herî zêde zebeş tê xwarin û çay tê vexwxarin.
Li gor lêkolînê li Tirkiyeyê serê kesî salê 13.8 kîlo çay vedixwe û serê kesî 45,2 kîlo jî zebeş dixwe. Lêkolîn radigihîne ku serê kesî rojê 10 qedeh çay vedixwe. Ev yek eleqeya ji bo çayê nîşan dide.
TUÎK radgihîne ku her sal 3,8 mîlyon ton zebeş têne hilberandin û jê 3,4 mîlyon ton li nav welat tê xwarin. Li gor daneyê salê serê kesî 45,2 kîlo çebeş dikeve. Bi vê reqemê jî zebeş mêweya ku herî zêde havînan tê xwarin e. Piştî zebeşê mêweyên din tirî, sêv û petêx tê.
Ji bilî çay û zebeşê hin agahiyên din jî bi vî rengî ne: