logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Di du rêzikan de xwendina Cizîrî

Cizîrî dîlbera xwe dişibîne senemekê. Çawa berê mirovan baweriya xwe bi pûtan dianîn, Cizîrî baweriya xwe bi senemê tîne

  • Dîrok: 21/11/2008
  • Beş: Serbest


Şengul Ogur


Senema sur ji semed şewqê ji heq daye wucudê
Ger Ezazîlî bidîta ne dibir j ixeyrî sicûdê


Em van her du rêzikên jorê ku me ji serkêşê govanda evînê (Cizîrî) hilgirtine bi kurdiya îro bixwînin:

Ger ezazîlî ew senema (pût) ku di dirûvê xwedayê Semed de ye û ji nûra xwedayê Heq afiriye bidîta, bêyî ku bikeve diduliyekê dê jê re biçûna sicûdê.

Di van rêzikan de Cizîrî dîlbera xwe dişibîne senemekê. Yanî çawa ku berê, mirovan baweriya xwe bi pûtan dianîn, Cizîrî jî baweriya xwe bi senema xwe tîne. A pêşî ku dive bê diyarkirin ev e.

Piştî ku Cîzîrî dîlbera xwe wekî pûta ku baweriya wî pê ye diyar kir, dûre dibêje ku pûta ku baweriya wî pê ye, ne wekî pûtên ku berê mirovan baweriya xwe pê anîne; ne di dirûvê mirov û ajalan de ye; di dirûvê Xweda de ye. Ji bo vê sedemê jî pûta Cizîrî bi dirûvê xwe naşibe pûtên ku em pê dizanin.

Cizîrî hê jî pê de diçe û dibêje, pûta min ji nûra (şewq) Xwedayê Heq afiriye. Bi vê gotinê êdî senema Cizirî temam dibe û bi carekê re bi can û giyan dibe.

Piştî ku Cizîrî Dîlbera xwe ya di dirûvê Xwedayê semed û ji nûra Xwedayê Heq hatiye pê dibîne, dibêje,ger ku Ezazîlî dîlbera min bidîtana tu sedemên ku Ezazîlî ji dîlbera min re neçûna sicûdê nedima; lewma sedema Ezazîlî ya ji Ademî re neçûyîna sicûdê ew bû ku, Ezazîl sond xwaribû ku ji Xweda pê ve ji tiştekî din re neçe sicûdê û ev sozdayîna xwe bi Xweda dabû bibîranîn. Piştî ku Ezazîl, ev sozdayîn bi bîra Xweda anîbû, Xweda Ezazîl kiribû serekê melekan û neçûyîna sicûdê ya Ezazîl ji Ademî re bi maf dîtibû.

Lê Cizîrî bi aweyekî ji xwe bawer dibêje ku, ger Ezazîlî bidîta nedibir ji xeyrî sicûdê. Naxwe li cem Cizîrî dîlbera wî Xweda ye û Ezazîl dikare êdî ji senema Cizîrî re biçe sicûdê.

Ezazîlê di yêzîditiyê tê û yê di îslamiyetê de ne xwedî heman watêye ye. Di ola yêzîdîtiyê de Ezazîl hatiye xelat kirin, lê di îslamiyetê de Ezazîl şeytanê ku hatiye lanetkirin e, lewma wî bêîtaetî li Xweda kiriye.

Di van malikên jor de, Cizîrî dibeje ku ger Şeytan jî ew bidîtana dê jê re biçûna sicûdê. Ji bo vê sedemê jî Cizîrî dibêje, şewqê ji Heq daye wicûdê.

Sedema şeytan a ji Ademî re neçûyîna sicûdê ew bû ku Ademî ji heriyê ye û ew ji êgir e, çawa yekî ji êgir dê ji yekî heriyê afirî re biçe sicûdê!, bû.

Da ku Cizîrî vê hinceta şeytên a neçûyîna sicûdê ji Ademî re bistîne, dîlbera xwe ji şewqê heq tîne heyînê û şeytan jî ji neçarî dê ji dîlberê re biçe sicûdê. Lewma şewqa ji Heq bi gotineke din nûra Xwedê ji agirê ku şeytan pê hebûye, berzetir e.

Em niha jî hewl bidin xwendina ku Cizirî di nava rêzikên xwe de veşartine:

1) Di hişmendiya Cizîrî de Xweda ne nêr e, mê ye. Lewma Cizîrî dibêje, dîlbera min di dirûvê Xweda de ye, ew qas xweşik û spehî ye. Nabe ku ji ber ku em xweşikbûn û spehîbûna jineke bidin qebûlkirin bibêjin ev jin di dirûvê mêrekî de ye. Cizirî ji bo ku xweşikbûna dîlbera xwe bide qebûlkirin, dilbera xwe dike dirûvê Xweda. Nexwe Xwedayê di hişê Cizîrî de mê ye û pir xweşik e.

2) Cizîrî wekî mirovê pêşî afirandina Ademî xelet dibîne û bi awayekî veşartî, neçûyîna sicûdê ya Ezazîl (şeytan) ji Ademî re, mafdar dibîne. Lewma li gorî Cizîrî diviyabû ya ku pêşî bihatana afirandin ne yekî mêr yeka mê bûna.

Dîsa Cizîrî dibêje ku ya ku hatibû afirandin divê ne ji axê ji nûra Xweda bûna.

Bi kurtasî Cizîrî dibêje, ji ber ku ya hatibû afirandin ne xweşik û spehiyê (ne mê ye), ji ber ku ne dirûvê Xweda de ye û ji ber ku ne ji nûra Xweda afiriye, mafdar e ku Ezazîl (şeytan) jê re neçe sicûdê.

Ji bo vê yekê Cizîrî, bi awayekî pirveşarî dibêje ku Xweda bi afirandina Adem a wekî mirovê pêşîn xelet kiriye û derfeta bêîtaetiyê daye dest Ezazîl (şeytan) û dîsa bi vê xeletiyê ve girêdayî Cizîrî dibêje ku ji sedema vê xeletiyê bihuşt ji destê me çû û em vê jiyana cefakar dijîn.

gernus@msn.com

**

Nivîsên Şengul Ogur ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Obamayê spî û hêviyên reşik
- Wekî fenomen kurdî
- Ji bo kapîtalîzkê "El Fatiha"
- Z-URVAN:GIYANÊ ‘’Z’’ YÊ
- Zanîna me jî ji 'Z'yê tê
- Zimanê kurdî bingeha felsefeya heyînatiyê ye
- Rewşenbîrên fisok û kusok
- Rîskên li zimên xwedî derketinê
-Qoroya Serxweşê Zimên
- Ji Konferansa TZPKurdî "Bang" derket
- Feqiyê ku bi Cizîrî re hevaltî kir kîjan Feqiyê Teyran e?
- Gelo jidayikbûna Cizîrî ne sed sal berê be?!
- Ji albuma wêneyên şikestî
- Giriyê Mirinê

 

 

Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Çîrokeke dî ji welatê taristanê

ad

Di maça Amed Spor û Fenerbahçeyê de pevçûn derket

ad

Êrîşê hunermend Kerem Sevînç kirin

ad

Qeybî ê ke "Wergerandina Ulysses" temaşe nêkerdê

ad

Ji bo betalkirina hilbijartina Entabê serî li YSK'ê dan

ad

Helîm Yûsiv bi xwendevanên xwe re tê cem hev

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname