logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Girîngiya Konferanseke Şanoyê

Wekî em tevde dizanin ku di demên dawî de, gelek rengên hunera di nava kurdan de li pêşketin û di gelek waran de kurd bû

  • Dîrok: 08/06/2010
  • Beş: NÎQAŞ

KAWA ŞÊXÊ

Wekî em tevde dizanin ku di demên dawî de, gelek rengên hunera di nava kurdan de li pêşketin û di gelek waran de kurd bûne pispor û hunera xwe gîhandin heya bi astên cihanî jî.
Lê hîna gelek aliyê sist jî hene ku hewceyî xwedî lê derketinê ne û yek ji wana jî aliyê şano û şanogeriyê ye.
Gotinek heye dibêje“ heger miletek nirxê şanoyê rast nasbike, dê gelekî xwedî lê derkeve“ îcar nizanim ne kurda hîna ev nirx nasnekiriye, ne jî hîna derfet di destê wan de nîn in, lê bi çi halî be wekû ku dîroka miletan nîşan dide, şano dikare kulturek gelekî resen, baş û xweşik di nava miletan de ava bike.
Em ji girîngiya şano derbas bibin ji ber ku ev cara dehan in bi kêmanî ku ez li ser vê xalê dinîvisînim, ji bilê carên ku hevalan li ser nîvisandine.
Ez dixwazim îro li ser giringiya li darxistina konferansekî şano -ji bo vê hunerê - biaxivim.
Pêşî dixwazim bibêjim ku şêweyê konferansê ku ez behsa wî dikim çi ye, an jî wê bi çi awayî ev konferans li darkeve:
Ez dibînim ku konferansek ji hejmarek mezin ji şanogeran, lîstikvanan, nivîskarên şano, derhênerên şano û heya bi şagirtên ku vê hunerê nû fêr dibim û dixwînin; gerek werin cem hevûdin û bi pîlanek bi şêweyekî ku baş hatibe amade kirin, xebata xwe bikin. Sê rojan konferansa wana berdewam bike.
Di vê konferansê de û li gora nerîna min gerek gelek tişt bên kirin:
1 - Semînerên ku rewşa şanogeriya cihanê û ya kurdî nîşan bide.
2 - Semînerên ku li ser babetên taybet di şano de bên dayîn, mîna semînerek li ser ronahiyê, lîstikvaniyê, derhêneriyê, û her weha li ser gelek tiştên din ku bê wana şano li pêşnakeve.
3 - Pêşengehek ji pirtûkên şano çêbibe, pirtûk têde bên firotin û pêşneyaz kirin.
4 - Sînevizyona festîvalên şano yên ku heya niha li darketine, çêbibe da ku em rastiya vê hunerê di nava xwe de nas bikin.
5 - Pêşkêşkirina du, an jî sê şanoyan da ku konferans hinekî rengîn bibe û milet bikşîne.
6 - Pêşkêşkirina hinek dersên şano, da ku xwendevan teşwîq bibin û berê xwe bidin vî karî bi rengekî akademîk û profesyonel, weka mînak, hinek ders li ser termên şano an jî li ser pantomîm an jî li ser deng û hereketên çav dikarin bi rengekî hêsan û xweşik bên şîrove kirin di seetin nîşan dayî de di konferansê de.
7 - Pêşengeha fotografên şanoyên kurdî û yên cihanî, heger peyda bibin.
8 - Konferansek li ser roja 27’ê adarê,( roja şanogeriya cihanê) dîrok û girîngiya wê.
Kesên vexwendî gerek ji her perçeyên Kurdistanê bin û hinek mêvanên biyanî jî dikarin hazir bibin, ku di warekî ji warên şanogeriyê de mijûl bûbin û gelekî giring e jî ku zimanê vî konferansî kurdî be û tenê kurdî be.

Ev konferans dê ji bo çi girîng be?
Ev konferans dê çi bi xwe re bîne, dê çi li pêş bixe û dê çi bandorê li ser şaonegeran bike?
Di baweriya min de, ev hunera ku em dibêjin ku hatiye jibîrkirin, hîna hin kes ku jê hezdikin hene û her weha kes hene dixwazin ku vê hunerê bikin û wê li pêş bixin. Ji ber vê yekê jî û ji ber gelek sedemên din dê hatina wan şanogeran li ser navê pêşxistina xebata şano gelekî girîng be.
Çima dê hatina şanogeran cem hev girîng be?
Karê şano ne wek karê stranê ye, şano xebatek kolektîf e, kesek bi tena xwe gelek zehmetiyan dê bikşîne da ku karibe karekî şano derxîne ronahiyê, lê grûpek bi hev re dê karê wan hêsantir bibe, ez gelek caran di bernemeyên televizyonê de şanogeran dibînim ku gazinan dikin û dibêjin ku deqên şano yên kurdî di nava destê wan de tunene, yan jî ku lîstikvan tunene, lê piştre em nasdikin ku gelek pirtûk hebûn û haya wî ji wana nebû.
Carna jê û piştî ku em derdikevin ser dikê û em gelek zehmetiya dikşînin di hilbijartina lîstikvanan de em dibihîzin ku yekî nêzîkî me bi salan şano çêdike û em hev û din nasnakin.
Yanî hevûdin naskirina şanogeran dê karê wan li pêş bixe, dê bihêle ku şanoger zanebûnê bi hev biguhêzin dê bihêle ku tecrûba xwe bidin hevûdin û wisa dê her yek ji wana bibe dîrok ji yê din re.
Konferansa şano dê gavek dîrokî be di warê şanogeriya kurdî de, wek çawa ku şanoya ku di komara Mshabadê de hatibû pêşkêşkirin heya niha bûye bingeh û navtêdan û mînaka şaristaniya dê komarê, dê ev konferans jî bibe wekû destpêk ji bo ku şanoya kurdî timî vê rojê pîroz bike û dê bibe motîva herî mezin ji şanogeran re da ku êdî rajên erkê li ser milê xwe yê dîrokî di afirandina berhemên nû de, da ku em bi asta şanoya xwe gavekê ber bi asta şanogeriya cihanî de bavêjin.

Ji Azadiya Welat hatiye girtin (08/06/2010)

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Yeşîlçaye Xelata Kaykerdoxa Serkewtî girote

ad

Leyla Gencer mir

ad

Ev e wêneyê rojê: Şaredarî çû, rengî jî çûn

ad

Komeleyan banga berdana Menaf Osman kir

ad

Pînokyo bi kurdî derewan dike!

ad

Pirtûka stranên folklorîk ên Botanê - 2 derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname